Mûçeyê kêmtirîn weke 28 hezar û 75 lîre hate diyarkirin. Nerazîbûna li hemberî vê yekê dewam dike. Mûçeyê kêmtirîn ê nû ku ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hate eşkerekirin, li pêşberî lêçûnên jiyanê yên zêde bûne bêhnê nîne ber bi milyonan kedkarî. Di demekê de ku enflasyon, buhayê xurekê û kire gihîştine asta rekorê, mûçeyê hatiye diyarkirin di binê sînorê xizaniyê de maye. Sendîka û rêxistinên kedê diyar dikin ku mûçeyê kêmtirîn ê hatiye eşkerekirin di binê sînorê birçîbûnê de ne.
Hevseroka Şaxê Hejmara 1’emîn a Amedê ya Egîtîm-Senê ya ser bi Platformên Şaxên Amedê yên KESK’ê Salîha Zorlû têkildarî mûçeyê kêmtirîn ê hate diyarkirin ji ANF’ê re axivî û got, “Mûçeyê kêmtirîn ê nû bersiv neda bendewariyan. Mûçeyê kêmtirîn dikare xizaniya giran a Tirkiyeyê di asteke gelekî cidî de zêde bike. Li Tirkiyeyê dema ku mûçeyê kêmtirîn hate diyarkirin, sendîkayên ku temsîla karkeran dikin li dora wê maseyê nebûn. Yên ku mûçeyê kêmtirîn diyar kirin, di çarçoveya daxwazên komên sermayeyê yên navneteweyî de ev mûçe diyar kirin. Li Tirkikyeyê hikumetê û karsazan bi vî rengî bersiv dan bendewariyên sermayeya navneteweyî. Eger em 12 milyon bêkarên li Tirkiyeyê bihesibînin, vê pêvajoya diyarkirina mûçeyê bandor li zêdeyî 11 milyon karkerî kir. Di vê pêvajoya diyarkirinê de nûnerên sendîkayan tine bûn. Hatineya karkeran ji xwe bi rengekî cidî kêm bûbû. Di hêza kirînê de ji sê paran parek bi rengekî cidî kêm bû.
Mûçeyê kêmtirîn ê ku îro hate diyarkirin, bi hezar û 750 TL’î di binê sînorê birçîbûnê de ye. Her wiha bi sê qat û nîvî di binê sînorê xizaniyê de ye. Ev dîmen encameke polîtîkaya mûçeyê ya ji bo berjewendiyên sermayeyê ye, ne ya karkeran e.”
Salîha Zorlû diyar kir ku li Tirkiyeyê dewlemendbûn di destê derdoreke gelekî teng de ye û got, “Ya rast asta bêedaletiya hatineyê ya li Tirkiyeyê gelekî bilind bûye. Li Tirkiyeyê îro beşeke biçûk bi rengekî awarte dewlemend bûye, zêdeyî ji sedî 80 ê civakê jî hatine mehkûmkirin ku di binê sînorê xizanî û birçîbûnê de bijîn. Ev rewş encameke polîtîkayên neolîberal e. Di polîtîkayên neolîberal de daxwazên karker û kedkaran ji nedîtî ve tên. Bi mûçeyê herî kêm keda herî bilind çawa dikare bê dayin?
Polîtîkayên neolîberal encamek ji vê ferasetê ye. Ev yek jî rastiyeke welê derdixîne holê ku li malekê dema sê kes xebitîn hingî dikarin xwe bigihînin sînorê xizaniyê. Karsaz di vir de jî bi mûçeyê herî kêm qezenca herî zêde bi dest dixe û hikumet jî di vê nuqteyê de bi karsazan re tevdigere. Ya ku di vir de divê bê kirin ew e ku karker bi hêza xwe ya ked û hilberînê keda xwe bi rêxistin bikin.”
‘HÊZA KIRÎNÊ YA GEL KÊM DIBE’
Salîha Zorlû anî ziman ku di sala bê de xizanî wê hîn zêde bibe û got, “Dixwazim qala mijarên ‘xurek’ û stargehê’ bikim ku herî zêde kedkaran eleqedar dike. Rêjeya enflasyonê ya di van mijaran de bi rengekî gelekî cidî bilind dibe. Hêza gel û xizanan a kirînê her roj kêm dibe. Bi taybetî TUÎK rêjeyên enflasyonê i rengekî ku bi kêrî hikumetê bê, manîpule dike. Di bin vê krîza enflasyonê de mûçe bi rengekî gelekî cidî kêm bûye. Tê texmînkirin ku sala bê wê bibe saleke ji krîzeke hîn mezintir û xizan.
Bêguman dema me dest bi sala 2026’an kir me dixwest hîn bi hêvî bin, paşerojeke hîn xurt bidin kedkar û gelê xwe. Lê belê mercên siyasî û aborî yên heyî destûrê nade hêviyeke bi vî rengî.”

