Şemî, 10 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Şêxmeqsûdê berxwedan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber gotina ‘Kurdistanê’ ceza li endama DEM Partiyê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Karaca: Îradeya jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê hedef digirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî çalakiya rêxistinên ciwanan provokasyona faşîst û êrîşa polîsan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Ozgur Polîtîka ji navnîşana ozgurpolitika.news di weşanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîd Sara ji bo jinên Ereb bû sembola jiyana azad’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî bi nûnerê DYA û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê çalakiya piştevaniyê ji bo Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berpirsyarê Têkoşîna li dijî Terorê yê YNK’ê: Kurd destaneke din dinivîsînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ji bo Helebê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Abya Yala ji bo Rojava û Rojhilat banga piştgiriyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Başûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şêxmeqsûd çalakiyên fedayî
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Meclîsa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Em teslîmiyetê qebûl nakin, em ê taxên xwe biparêzin
Rojava

Meclîsa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Em teslîmiyetê qebûl nakin, em ê taxên xwe biparêzin

Meclîsa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku teslîmbûn û komkujî li ser taxên wan tê ferzkirin, lê belê ew vê qebûl nakin û wan biryar dane ku bi gel û hêzên xwe li taxên xwe bimînin û biparêzin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meclîsa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê têkildarî rewşa dawî ya taxan ku êrişeke giran li ser tê kirin û berxwedaneke xurt lê heye, daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji 6’ê Çileya 2026’an û vir ve li ser herdu taxan êrişeke bi çekên giran û bombardûmaneke dijwar heye û hate gotin, “Di van êrişan de mizgeft, dibistan, nexweşxane, malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê bi temamî hatin hedefkirin. Gelê me û hêzên me yên asayîşê li dijî van êrişan berxwedaneke mezin nîşan dide.”

‘BANGA TÊ KIRIN TESLÎMBÛN E, LÊ GELÊ ME BI BIRYAR E KU TAXÊN XWE BIPARÊZE’

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Bi van êrişan dixwazin komkujiyê li gelê me yê li van taxan bikin ku bi sedan sal in niştecihê wan e û bi vî rengî bidin koçberkirin. Ango tê xwestin ku demografyaya bajêr û taxên me were guhertin. Her wiha ev êriş bi her awayî tê wateya têkbirina Peymana 1’ê Nîsanê.”

Meclîsê diyar kir ku hikumeta veguhêz a Şamê van êrişan di bin navê ‘Artêşa Sûriyeyê ya Nû’ de bi piştgiriya dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tîne û got, “Her wiha em bêdengiya hêzên navneteweyî yên ku ji bo hevpeymana 10 Adarê û 1’ê Nîsanê weke garantor û çavdêr amade bûn jî bi tundî şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hate rgaihandin ku êriş û xeteriya komkujiyê ya li dijî şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dike û hate gotin, “Banga ku hêzên hikûmeta demkî ya Şamê ji bo gel û hêzên me yên asayîşê dikin, sepandina teslîmbûnê ye. Lê gelê me yê van taxan ji bo li taxên xwe bimîne û parastina taxên xwe bike, bi biryar e.

‘HEMAN KOMKUJIYÊN LI DIJÎ ELEWÎ Û DURZIYAN HATE KIRIN, NIHA LI TAXÊN ME JÎ TÊNE KIRIN’

Di rewşa heyî de li cihê ku çete bi pêş de hatine li dijî sivîlan qetlîam têne kirin. Ango heman kiryar û qetlîama ku li dijî Elewî û Durziyan hatiye kirin li taxên me jî têne pêşxistin.
 
Her kes dizane ku li van taxan bi sed hezaran sivîl hene û di encama bombardûmana giran a li dijî sivîlan de bi dehan birîndarên me çêbûne. Gelek ji van birîndaran jin û zarok in. Misteşfa me ya taxê a bi navê Xalid Fecir ku ji xwe derfetên xwe pir kêm bûn jî, rastî êriş û bordûmanên giran hat. Ev sûcê şer îfade dike. Di rewşa heyî de misteşfe bi temamî ji xizmetê derketiye. Bi tu awayî derfetên ku birîndar werin dermankirin li taxên me nemaye. Di warê însanî de krîzekî ciddî heye. Wekî raya giştî jî dizane ev demekî dirêj bû ku taxên me di dorpêçê de bûn û ketina taxê ya pêdiviyên însanî dihate astengkirin. Her wiha rewşa zivistanê rewşa heyî hîn girantir dike.”

Meclîsa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku hêzên hikûmeta demkî tevî çeteyên xwe banga radestbûnê li taxên me dikin û dixwazin ku gel ji van taxan derekeve. Her weha teslîmbûna hêzên me yên asayîşê tê xwestin.

‘ME BIRYAR DANE KU LI TAXÊN XWE BIMÎNIN Û BIPARÊZIN’

Daxuyanî bi vê peyamê bi dawî bû:

“Em wekî rêveberiya meclîsên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zextên li ser gelê xwe û taxên xwe qebûl nakin. Ji ber kiryarên hikûmeta Şamê ya ji hatina ser desthilatê heta niha ku li dijî pêkhate û cihêrengiyên cûda yên Suriyê pêk anîne û bi taybet jî bombardûmana bê ser û ber û qetlîmanên li dijî gelê me yê ku di van çend rojên dawî de pêk anîne, baweriya me nîne ku em ewlekariya xwe û taxên xwe radestî wan bikin. Ji bo vê jî ne mimkûne ku em di aliyê girtina ewlekariya taxên xwe de paş de gav bavêjin. Me biryar daye ku em li taxên xwe bimînin û parastina taxên xwe bikin.
 
Herî dawî jî em bang li gelê xwe yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin ku berê xwe bidine misteşfa Xalid Fecir ku li birîndarên xwe xwedî derkevin û ji bo parastina taxên xwe seferber bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re Heyva Sor a Kurd ber bi Helebê ve bi rê ket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pirtûka “Dîroka Kurdistanê” bi Rûsî hat çapkirin 

Li Rûsyayê pirtûka endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ya bi navê “Xwendinek…

Ji aliyê Stêrk TV

PAJK: Berxwedan wê di xeta Bêrîtan de bigihîje serketinê

Koordînasyona PAJK’ê got: ‘’Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd, bidestxistina statûya…

Ji aliyê Stêrk TV

Koçer: Yekîtî yekane rêya şikandina êrîşan e

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Şêxmeqsûdê SÎHA’yên Tirk hatin dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji sê kantonan karwan ber bi Dêr Hafirê ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Derdora Tişrînê tê bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dîmenên ji Nexweşxaneya Xalid Fecir hovîtiyê nîşan didin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?