Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dîlokê 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Kongre, li eywaneke dawetê ya li navçeya Şehîtkamîl hat lidarxistin û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Piştî hilbijartina endamên dîwanê, kongre bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.
Bakirhan, di kongreyê de rojevên heyî nirxand û bal kişand ser şerê li seranserî cîhanê. Bakirhan, diyar kir ku dê bi hev re li dijî pergalên ku gelan tune dihesibînin têbikoşin. Bakirhan, piştre jî bal kişand ser krîza aborî û ev tişt anî ziman: “Vê krîzê eleqeya xwe bi şer û polîtîkayên qeyûman heye. Li gorî medyaya qesrê Tirkiye mîna bihûştê ye. Lê gelo bi rastî jî xelk dikare debara xwe bike û azad dijî? Rojevên qelemşorên qesrê û xelkê Dîlokê ne heman rojev in. Rojeva qesrê û ya kurdên qeyûm li îradeya wan hatiye tayînkirin heman nîne. Rojeva qesrê û ya teqawidê debara xwe bi 10 hezar lîreyan dikin heman rojev nîne.”
Bi domdarî Bakirhan got ku Dîlok a di bin rêveberiya AKP’ê de veguheriye “Navenda DAIŞ’ê” û wiha pê de çû: “Dibêjin ‘Dîlok bajarê pîşesaziyê ye.’ Destê xwe deynin ser wijdana xwe û bibêjin, madem bajarê pîşesaziyê ye wê demê ev bajar çima ewqas xizan e? Çima wê demê ciwan kar nabînin? Heke bajarê gastronomiyê be wê demê gelo kedkarên vî bajarî ma dikarin fistiq û beqlavaya vî bajarî bixwin? Nexêr. Dîlok bajarekî marka ye lê ne markaya ku AKP behs dike ye. Veguheriye bajarê ku DAIŞ bi rehetî lê digere û êrişên xwe lê birêxistin dike. Ne demokrasî û ne jî kar lê heye. Xelk bêhêvî ye û nikare debara xwe bike. Marka ne bi xizaniyê, bi demokrasiyê dibe.”
Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser lîstika şanoyê ya bi kurdî Qral û Travîs a ji hêla Muzeya Zeugma ya Dîlokê ve hatiye qedexekirin û wiha pê de çû: “Zihniyeta ku cih nade şanoya kurdî, ji bo li Japonyayê perwerdeya kurdî neyê dayîn krîzê derdixîne. Ciwanên kurd dixwestin li vir şanoyeke kurdî bilîzin; lîstika bi navê Qral û Travîs. Lê Midûriyeta Çandê ya Dîlokê ji ber ku şano bi kurdî ye eywan neda wan. Gelo ma mirov dikare ji vê zihniyeta ziman û şanoya kurdî qedexe dike re bibêje marka? Ma mirov dikare jê re bibêje bajarê demokrasiyê? Li Japonyayê bi qasî 15 hezar kurd dijîn. Ji dewleta Japonyayê xwestin ku perwerdeya xwe bi zimanê xwe bibînin. Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Japonyayê jî ji bo vê daxwazê mamoste peyda kir. Yên ku li vir li dijî şanoya kurdî derketin, yên li dijî navên Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan derketin çi kirin? Bi dewleta Japonyayê re krîz jiyan. Mesele çi ye, zarokên Mahakanî çima li Japonyayê bi kurdî diaxivin. Yaw ev dewlet ne tenê dijminatiyê li kurdên di nava sînorên xwe de dijî dike. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe naxwaze kurd bi zimanê xwe biaxivin û îradeya xwe hilbijêrin.”
Bakirhan, destnîşan kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û ev nirxandin kir: “Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan muxatab bê girtin. Pirsgirêka kurd dê çawa were çareserkirin? Pirsgirêka kurd, zindîbûna tercîhên me yên ziman, çand û polîtîk in. Pirsgirêka kurd bi kurdan re dikare bê çareserkirin. Bi aqilê hevpar ê vî welatî re dikare çareser bibe. Bi hatne gel hev a hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dikare çareser bibe. Heke bê bîra we pêvajoyek hebû ku xelkên Tirkiyeyê bi dilxweşî jiyan; ew jî pêvajoya çareseriyê ya di navbera 2013-2015’an de bû. Tu cenaze nedihatin. Ji hêla aboriyê ve jî Tirkiye pêş ket. Gel bi hêviyeke mezin li pêşerojê dinihêrt, cihêkarî û dabeşkarî tune bû. Birêz Ocalan got ku werin em bi hev re di komareke demokratîk de bijîn. Aqilê dewletê jî yan ji vê bawer kir an jî ji ber ku bi kêrî wê hat maseya çareseriyê danî. Ev sed sal in hûn me tune dihesibînin. We bi vê çi çareser kir? Ma ji bilî pêkvejiyanê tu şensên me hene? Maleke din a ku bikarin biçinê nîne. Bi hezaran sala ye em li ser vê xakê bi xwişk-biratî dijîn. Ev zilm heta hetayê wiha nadome.
Yên ku pirsgirêka kurd çareser nakin, dijminên vî welatî ne. Di esasê xwe de dabeşker jî ew in ku xwedî feraseteke wisa ne ku berê gelan didin hev. Bes e êdî ji şer re bila pariyê nanê me ji bo şer neçe. Bila çi bibe; kurd dayika xwe bibîne, bi zimanê xwe biaxive, bi îradeya hilbijartî re bê birêvebirin. Çima vê qebûl nakin? Ji ber ku bi kêrî karê wan nayê. Heke îktîdar û aqilekî vê dewletê hebe, ez careke din bang li wan dikim ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin.”
Piştî axaftinê, rapor hate xwendin. Hacer Ayhan û Mehmet Satan weke Hevserokên DEM Partiyê yên Dîlokê hatin hilbijartin.