Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Kujerê Îslamîstê Polîtîk serokê destbixwîn ê HTŞ’ê di 19’ê Çileyê de tê Elmanyayê. Xwîna Kurd, Durzî, Elewiyên ku hatine qetilirin hê zuwa nebûye û Serokwezîrê Elmanyayê Merz xwe amade dike ku Colaniyê bermayiyê DAÎŞ’ê bi xalîçeya sor pêşwazî bike.’’
AGÎF’ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku tevî van komkujiyan jî vexwendina Colanî ya ji bo Berlînê ‘’hevkariya qirêj ya li gel HTŞ’ê’’ radixe ber çavan û ev yek hatin gotin: ‘’Em vê helwesta hevkariyê ya dewleta Elmanyayê red dikin û qebûl nakin ku Colaniyê kujer bi xalîçeyên sor were pêşwazîkirin. Em bang li hemû rêxistin û kesên pêşvexwaz dikin ku vê seredana ku wê di 19’ê Çileyê de pêk were, protesto bikin, bi taybetî jî beşdarî çalakiyên ku wê li Berlînê werin lidarxistin, bibin û dewleta Elmnayayê ya ku hevkariyê li gel DAÎŞ’iyên ku gelên bindest û pêkhateyan qetil dikin, dike teşhîr bikin. Kesên ku destê Colaniyê kujer digirin jî ji komkujiyên li ser gelan berpirsiyar in. Werin em li dijî kujer û hevkarên wan bisekinin û têkoşînê mezin bikin.’’

