Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper, derbarê êrîşên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê ku bi desteka dewleta Tirk li ser herêmên rojavayê Tebqayê didomîn de, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya ku li ser malpera CENTCOM hat belavkirin de, hat diyarkirin ku divê hemû alî pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin. ji hikûmeta demkî ya Suriyeyê xwest ku êrişên xwe yên di navbera Heleb û Tebqayê de demildest rawestîne û got: “Ji bo têkbirina DAIŞ’ê pêwistî bi kordînasyona di navbera Amerîka, hêzên hevpeymanê û hevalbêndên li Sûriyeyê heye. Aramiya herêmê girêdayî aştiya bi cîranan û navxeyî ya Sûriyeyê ye.”
Cooper bal kişand ser êrişên çeteyên HTŞ û SMO li Sûriyeyê û bang kir ku divê ev êriş bi lez were rawestandin. Wî diyar kir ku berdewamî ya van êrişan asteng dike ewlehî û aramî ya herêmê, û di heman demê de metirsiyê li ser şert û mercên jiyanê yên sivîlan çêdike.

