Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê “Rapora Binpêkirina Mafên Girtîgehên Herêma Marmarayê” yên Cotmeh, Mijdar û Kanûna 2023’yan eşkere kir. Rapor di civîna çapemeniyê ya ku li avahiya komeleyê ya li Beyogluyê hat lidarxistin de hat eşkerekirin. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, endamên Komîsyona Girtîgehan û gelek parazvanên mafan beşdarî civînê bûn.
BÎLANÇOYA 3 MEHAN
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîz Şahîn ragihand ku ji 22 girtîgehên ku 8 jê girtîgehên herêma Marmarayê ne, di nava 3 mehan de 65 serlêdan li şaxa wan hatine kirin. Meral Nergiz Şahîn got, “Di meha Cotmehê de 13, di Mijdarê de 20, di Kanûnê de jî 32 bi giştî 65 serlêdan li komeleya me hatin kirin. Ji 65 serlêdanên ku li komeleya me hatin kirin 15 jê jin, 50 mêr, 5’1 jê girtiyên edlî û 60 jî ji girtiyên ji ber sedemên siyasî girtî ne. Her serlêdana ku ji komeleya me re tê kirin gelek îdiayên binpêkirinê hene. Ji bilî 182 binpêkirinên ku me bi dîmenên çapemeniyê tespît kirin, di serlêdanên ku li komeleya me hatin kirin de hezar û 414, di meha Cotmehê de 135, di meha Mijdarê de 567, di meha Kanûnê de jî 712 binpêkirin hatin tesbîtkirin û bi giştî hejmara binpêkirinan hezar û 596 in.”
Berfirehiya raporê wiha ye:
“Binpêkirina mafê jiyanê – Êrîşên li dijî jiyanê: Mehmet Selîm Ongulu yê li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 3 ya Amedê di 7’ê Cotmeha 2023’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Hewldana xwekuştinê 2, gefên mirinê 3, lêdan, êşkence û êrîşên fizîkî 53. Muameleya xerab, muameleya biçûkxistinê, êrîş, êşkence: Muameleya xerab 76, zexta derûnî 86, çêr û heqaret 59, xistina hucreyê 25, bi tevahî 452. Binpêkirinên mafê ragihandinê / tecrîd: 431. Binpêkirinên mafê gihîştina dadweriyê: 102. ji aliyê Desteya Rêveber û Şopandinê ve binpêkirinên mafê berdana bi şert û şewitandina înfazê: 67. Greva birçîbûnê: 35 binpêkirin hatin tespîtkirin.”
‘XERABIYA RÊXISTINKIRÎ Û DIJMINATÎ HEYE’
Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî got, “Yek ji encamên ku me ji nirxandinên xwe yên der barê binpêkirinan de derxistiye; Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, girtîgehan weke cihê ku xerabiya rêxistinkirî û dijminatî lê serdest e pênase dike.”
Gulseren Yolerî, anî ziman ku ji Çileya 2021’an û vir ve ku lijneyên Îdare û Çavdêriyê dixebitîn, bi raporên di bin navê “raporên nirxandina tevgera baş” de gihandina mafên bingehîn û bi taybetî mafên azadiyê yên girtiyan tê astengkirin û wiha domand: “Girtî bi nexweşiyên asayî û hêsan bêne dermankirin dikişînin, terkî mirinê hatine kirin. Di vê heyamê de 6 kuştî hatin tespîtkirin û ev jî rastiya vê rewşê bi awayekî zelal nîşanî me dide.”
‘HETA KU TECRÎDA LI ÎMRALÎ BIDOME, BINPÊKIRINÊN MAFAN BI DAWÎ NABIN’
Gulseren Yolerî bal kişand ser domandina tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir ve li gelek girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Ev grevên birçîbûnê hê jî bi awayekî din berdewam dikin. Di vê pêvajoya greva birçîbûnê de daxwaza hevpar a hem malbatan û hem jî saziyên mafên mirovan, hiqûq û tenduristiyê yên di vî warî de dixebitin ew e ku beriya bandora neyînî l ser girtiyan bike, divê bi girtiyan re hevdîtin pêk were û gavên pêwîst bê avêtin. Çareserî bi rakirina tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê pêkan e.”
Gulseren Yolerî diyar kir ku tevî astengiyên ku ji bo binpêkirinên li girtîgehan negihêjin ÎHD’ê, serlêdanên hatine kirin girîng in û wi”ha dawî li axaftina xwe anî: “Ev hemû serlêdan bi zehmetiyên mezin gihîştine komeleya me. Hemû binpêkirinên hatine ragihandin nîşanî me didin ku pirsgirêkên hemû girtiyan çiqasî mezin in. Ji bo ku em girîngiya têkoşîna li dijî binpêkirinan fêm bikin, bi taybetî divê girîngiya têkoşîna li derve baş were fêm kirin. Di serî de mafên azadiya girtiyan hemê astengî ji holê bên rakirin, kesên ku êşkence û muameleya xerab dikin bên darizandin û em dixwazin dawî li van pêkanînan were. Divê şert û mercên rapora ATK’ê û astengiyên li pêşiya tenduristiyê bên rakirin. Em dixwazin pêşî li binpêkirina mafan a li dijî girtiyan bê girtin.”