Êrişên çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk ku 6’ê Çileyê li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê dan destpêkirin, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûne.
Êriş li gel kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê li ser Bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê ya Kantona Firatê jî têne kirin. Bi tank, obus û çekên giran bombardûmaneke giran dewam dike.
Ji fermandarên eniya Bendava Tişrînê Kawa Qeremox ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew li çeperên bendavê ne û berxwedanê bi biryardarî dewam dikin.
Fermandar nerazîbûn nîşanî îdîayên bêbingeh ên HTŞ a dagirker û dewleta Tirk da û got, “Em li bendavê ne û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ev îdîa ji bo bandorê li gelê me bikin, dixin rojevê. Ne rast in.”
Qeremox destnîşan kir ku êriş ji bo dagirkirina bendavê ye û got, “Belê, êrişeke giran li ser vê herêmê heye. Ji bo em dest ji bendavê berdin êriş dikin; lê belê em ê bi ti awayî dest ji bendavê bernedin. Ev bendav a gelê me ye. Gelê me ji bo vê bendavê berdêlên giran da; şehîd da, birîndar da, zarokên me li vir şehîd bûn. Ji ber vê yekê bila gelê me heta dawiyê ji hêzên xwe bawer be. Çawa ku berê li hemberî êrişên giran me dest ji bendavê bernedan, niha jî em ê dest jê bernedin.”
Qeremox anî ziman ku li pêş eniyê tank û wesayitên zirxî yên dewleta Tirk hatine bicihkirin û got, “Ne tenê hêzên Tirk, hêzên tevahiya cîhanê bên em ê dest ji bendava xwe bernedin. Serketin a me ye.”

