Macron li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da û got, “Îro sibehê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed el Şara re axivîm.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, “Min fikarên xwe yên li ser zêdebûna rageşiya li Sûriyeyê û dewamkirina êrişan jê re ragihand.
Pêwîstî bi agirbesteke mayinde heye û divê li ser bingeha hevdîtinên meha Adarê di mijara entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dewleta Sûriyeyê lihevkirinek pêk were. Ev yek ji bo yekîtî û aramiya Sûriyeyê gelekî girîng e.”

