Komên çete yên ser bi Colanî û dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navnetewî bênavber êrişê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Pêşdeçûna çeteyan a bi piştgiriya van hêzan metirsiyeke cidî li ser Iraq û Şengalê jî çêdike. Êzidiyên Şengalê yên di fermanê re derbasbûne, li dijî mezinbûna xeteriyan bangên girîng hem li hemû Êzidiyan dikin hem jî li dewleta Iraqê dikin.
Bi vê mebestê îro xelkê Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li nahiya Sinûnê ya Şengalê kombûn. Girseya gel a wêne û posterên berxwedêrên Helebê rakirin, bê navber dirûşmên piştgiriya bi berxwedana Rojava re gotin. Girseya ji Şaredariya gel a Sinûnê heya çerxerêya Mam Zekî meşiyan, li wir daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê ya ji aliyê Xwedêda Berekat ve hate xwendin de îşaret bi gelek xeteriyên cidî yên li ser Şengalê jî hate kirin. Di daxuyaniyê bang li Êzidiyên Şengalê û Iraqê jî tekirin, li dijî êrişan tedbîrên pêwîst bigirin.
‘EM BI SAYA FEDEKARIYA MEZIN A ROJAVA LI SER AXA XWE DIJÎN’
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de destpêkê êriş û komkujiyên bi destê çeteyan li Rojava tên kirin hate şermezarkirin û wiha hate gotin: ‘‘Di destpêkê de, em êrîşên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Dema li Şengalê ferman li ser me hat û dijminê mirovahiyê ji bo qirkirin û tunekirina civaka me êrîş kirin, gelê me yê Rojava û hêzên wan ên leşkerî bi hemû hêza xwe hatin û em ji xeteriya mezin rizgarkirin. Ji bo gelê Êzidî û xelkê Şengalê tune nebin, bi sedan keç û xortên Rojava canê xwe dan, axa pîroz a Şengalê bi xwîna xwe av dan. Malên xwe ji me re vekirin û zadê xwe bi me re parve kirin. Di encama fedakariyeke mezin a gelê me yê Rojava de, me birînên xwe derman kirin û me Şengal rizgar kir. Cara yekemîn piştî fermanekê, me dijminê xwe şikand û gelê me vegeriya cih û warên xwe. Ger îro bi sedhezaran însan li Şengalê jiyan dikin, ev bi saya alîkarî û fedakariya gelê me yê Rojava ye.’’
‘HÊZÊN NAVNETEWÎ PÊŞÎ LI DAÎŞ’Ê VEDIKIN’
Xwedêda Berekat di dewama daxuyaniyê de dazanîn êriş li dijî pêkvejiyana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha dirêje bi daxuyaniyê da: ‘‘Êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de êrîşek li ser pêkvejiyana gelan û hemû çand û baweriyan e. DAÎŞ jî di rewşeke wisa de rabû, Rojhilata Navîn kir gola xwînê û axa me veguherandin gorên komî. Çawa ku DAÎŞ bi peymanên veşartî û piştgiriya hin hêzên navneteweyî rabû, îro jî pêşiya Colanî û hevalbendên wî bi heman bernameyê hatiye vekirin. Ev lihevkirina hêzên dewletî careke din Sûriye xiste nav pirsgirêkên mezin de ku çareseriya wê ne diyar e.’’
‘ŞENGAL Û TEVAHÎ IRAQ JÎ DIBIN XETERIYÊ DE YE’
Xwedêda Berekat di dewama daxuyaniyê de balkêşa ser xeteriyên li ser Iraqê û van hişyariyan kir: ‘‘Heman xeterî ji bo dewleta Iraqê jî heye. Ev hêzên ku piştgiriya navdewletî girtine, tenê hedefa wan xwînrijandin e. Dûr an nêzîk, dê berê xwe bidin aramî û aştiya Iraqê. Çawa ku tevahiya Iraqê di bin xeteriyeke mezin de ye, Şengala me jî ku beşek ji Iraqê ye, di nava xeteriyeke mezin de ye.’’
BANGA LI TEVAHÎ ÊZIDÎ Û ŞENGALIYAN
Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo Iraqê û Şengalê jî hişyarî da û xwest li dijî xeteriyan hevgirtin çêbibe. Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘‘Ji bo vê yekê, em bang li tevahî Şengaliyan û bi taybetî li Êzidiyan dikin, nakokiyên fikrî û dijberiyên eşîrtî bidin aliyekî, ji bo parastina hebûna xwe û ji bo pêkvejiyana li Şengalê bidome, yekitiya xwe çêbikin.’’
BANGA LI DEWLETA IRAQÊ
Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ewlehiya Iraqê, ancax Iraq bi naskirina îradeya gelan û çareseriya demokratîk were girtin û ev peyam hate dayîn: ‘‘Em bang li dewleta Iraqê dikin ku li ser esasê demokrasiyê û naskirina civakan pirsgirêkan çareser bike; bi vî rengî dikare ewlehiya Iraqê pêk bîne.”
Rêveberiya Xweser a Şengalê da zanîn ku ji bo Rojava çi ji destê wan were ew amade ne û daxuyanî bi vê gotinê hate bidawîkirin: ‘‘Careke din em dibêjin, dil û mejiyê me li Rojava ye. Ji bo Rojava çi ji me bê xwestin, em amade ne.’’

