Çarşem, 9 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Rêber Apo banga dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Dadgeha Destûra Bingehîn a Elman biryara xwe ya beriya niha bîne bîra xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferat Koçak: Daxwaza me ya ji bo dîtina Abdullah Ocalan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Ûysal: Tirkiye nikare ji ‘mafê hêviyê’ bireve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Edeneyê û Manavgatê hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê cezayê darvekirinê li 5 girtiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya fermandarê şehîd Sîdar Armanc hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyetên KNK û PJAK’ê hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana xwe ya xurt nîşan da ku welatparêzî ti carî tine nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akay: Nabe ku pêvajoya aştiyê di çarçoveya girtiyên nexweş de bê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hûda Sha’arawî: Pêşengek ku rê li ber jinên Misrê vekir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > NPG’ê Hefteya Lehengiyê pîroz dike
Kurdistan

NPG’ê Hefteya Lehengiyê pîroz dike

Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Hevrêyên me Mazlûm û Mahsûm bûne meşaleyên diyarker ên serdema lehengiyê ya neteweyî ya gelê me. Li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê ya gelê Kurd û hemû hevrêyên xwe yên li her qadê têdikoşin pîroz dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) derbarê Hefteya Lehengiyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargehê ya NPG’ê de wiha hate gotin:

“Rêberên ku hişmendiya gelan û ruhê azadiyê afirandine hene û lehengên ku ev pêngavên dîrokî bi cih anîne, hene. Her gel li ser esasê destanên lehengên xwe yên dîrokî, manewiyet û nasnameya neteweyî ya mezin bi dest dixe. Gelê Kurd ê berxwedêr, wêrek û bi rûmet ku bi nirxên xwe yên civakî ve girêdayî ye di tevahiya dîrokê de lehengtî nîşan dane û bûye xwedî lehengên dîrokî. Ji Kawayê Hesinkar heta Artêşa Nemir a Medan bê hejmar lehengên ku navê xwe li dîrokê nivîsandine, cihê xwe di bîra dîrokî ya gelê Kurd de girtine. Rêber Apo ku di rojeke Newrozê de derketinek kir, bi wî re Serdema Lehengiya Neteweyî ya herî rêxistinkirî û nûjen a gelê Kurd destpê kir. Pêşengên damezrîner ên Tevgera me ku bi hişmendî, dil û canê xwe îdeolojiya Apoyî jiyanî kirin û tevlî Rêber Apo bûn, serdema herî rêxistinbûyî, xurt û têkneçûyî ya lehengiya neteweyî ya gelê Kurd avakirin û diyariya herî watedar a dîrokê diyarî gelê me kirin. Lehengên ku ji bo parastina hebûna gelê me, azadiya wan misoger bikin û siberoja wan bigirin bin garantiyê bê dudilî xwe feda kirine derketin holê.

Gelê Kurd hefteya di navbera çalakiya lehengiya mezin a Kawayê Hemdem Hevrê Mazlûm Dogan a di 21’ê Adarê de û şehadeta hevrê Mahsûm Korkmaz ku fermandarê efsanewî yê gerîlayê Kurdistanê ye, di 28’ê Adarê de weke Hefteya Lehengiya Neteweyî pîroz dike. Hevrê Mazlûm û Mahsûm weke şexsiyetên esilzade ku hişmendî û wêrekiya partiya me PKK’ê herî zêde bi xurtî tê îfade dikin, bûne navê sekna fedayî ya îdeolojiya Apoyî ku derbasî dîrokê bûye. Sekna dîrokî ya Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan ê li Zîndana Amedê, ruh û xeta berxwedanê ya Partiya me diyar kir û hevrê Mahsûm Korkmaz ku ev ruh weke rênîşandêrê xwe hilgirt û berê xwe da çiyayên Kurdistanê, dest bi gerîlatiyê kir û bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî re şêwaza têkoşînê ya fedaî xist pratîkê. Hevrê Mazlûm û Mahsûm ên di dîroka Kurdistanê de weke sembol, ruh, xet û lehengan daketin ser dikê, bûne meşaleyên diyarker ên serdema lehengiyê ya neteweyî ya gelê me. Li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê ya gelê Kurd û hemû hevrêyên xwe yên li her qadê têdikoşin pîroz dikin. Em di şexsê lehengên xwe yên neteweyî de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî, minetdarî û dilsoziyeke kûr bi bîr tînin, em diyar dikin ku di her şert û mercî de em ê her tim şopdarê xeta şehîdan bin û ti carî tawîz nedin.

Hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) fermandarekî mezin bû ku bi girêdana xwe ya kûr a bi Rêber Apo re bîrdoziya Apoyî gelekî baş fêhm kiribû, bi jiyanî kiribû, bi serketina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi xurtî bawer kiribû û bi gerîlatiyê ve girêdayî bû. Hevrê Egîd rêberekî gel ê xurt bû ku di şexsê xwe de îrada azad û lehengiya gelê Kurd tacîdar kiribû. Hevrê Egîd Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi rûmet bi şêwaza xwe ya fermandariya mînak pêk anî û rêveçûna şerê me yê gel ê şoreşgerî bi veguherandina şêwazê gerîla diyar kir. Meşa biryardar a hevrê Egîd, di mezinbûna artêşa me ya gerîla de, belavbûna wê li tevahiya Kurdistanê, di avakirina şerê gelê me yê şoreşgerî û gerîlatiya serketinê de bi bandor bûye.

Têkoşîna me ya gerîlatiyê û meşa me ya lehengiyê ku bi guleya yekemîn a fermandar Egîd destpê kir, îro bûye artêşeke fedayî ya bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dike. Îro di têkoşîna me ya gel a şoreşgerî de ya ku bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, pêşketinên taktîk ên ku HPG’ê pêk anîne, asta ku bi rêya jinûve avakirinê bi dest xistiye, avabûna ku di afirîneriya taktîk û pêkanînê de gihaştiye, qabiliyeta wê ya ku teknîka ku pêşxistiye bixe xizmeta taktîkan û ya herî girîng van hemû bi ruhê fedaî yê Apoyî bi pratîkirin ji bo dîroka gelê Kurd nirx û destketiyek mezin e. Gerîlaya Azadiyê ya Kurdistanê li ser şopa şehîdên xwe dimeşe û armancên wan yek bi yek pêk tîne û ji bo bibe layiqî wê têdikoşe. Em soz didin ku em ê bi hişmendî, ruh, bawerî û biryardariya ku em ji lehengên xwe digirin têkoşîna xwe hê bêhtir mezin bikin û em ê layiqî bîranînên wan bin.

Em gelê Kurd ê leheng ku li ser şopa lehengên xwe bê teredût dimeşe, hişmendî û dilê wan kirine rênîşên xwe û bi pîrozkirina Newroza Azadiyê bi rengekî bi heybet xwedî li lehengên xwe derketine, silav dikin. Em Hefteya Lehengiyê careke din li gelê xwe yê welatparêz û hevrêyên xwe pîroz dikin û di têkoşîna wan ya azadiyê de li her qadê ji wan re serketinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Omêd Berojkî: Dadgehkirina me siyasî bû
Nûçeya Pişt re Li Kutahyayê jinek hate qetilkirin û li Stenbolê jî jinek bi giranî birîndar bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelê Kantona Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk daket qadan: Em ê bi ser bikevin

Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

4 xalên ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya PKK’ê kir

Em 4 xalên ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya 12'emîn a PKK'ê kiriye, diweşînin.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEV 17’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê cezayê darvekirinê li 5 girtiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ birî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nasnameya fermandarê şehîd Sîdar Armanc hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Heyetên KNK û PJAK’ê hevdîtin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi berxwedana xwe ya xurt nîşan da ku welatparêzî ti carî tine nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?