Desteya Şopandin û Nirxandinê ku li gorî qanûna çarçoveyê ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ava bû, piştî civîna xwe ya destpêkê ya 24’ê Tebaxê 4 komîsyonên jêrîn ava kir. ‘Komîsyona jêrîn a Koordînasyona Stratejîk û Bêçekbûnê’ yek ji van komîsyonan e. Cihgirtina Rêber Apo ya li nava vê komîsyonê rola wî ya pêşvebirina pêvajoyê xist rojevê.
Tevlîbûna Rêber Apo ya li karên komîsyonê, ji aliyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiya mayinde ve weke gaveke krîtîk tê nirxandin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk qonaxa heyî ya pêvajoyê û statuya Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand.
‘TEVLÎBÛNA YEKSER A BIRÊZ OCALAN HÊJA YE’
Raziye Ozturk avakirina komîsyonan li meclîsê ji aliyê qonaxa heyî ya pêvajoyê ve girîng dît û destnîşan kir ku divê pêşî bê vekirin ku Rêber Apo bi rengekî yekser û fermî beşdarî pêvajoyê bibe.
Raziye Ozturk got, “Bêguman avabûna komîsyonan di binê sîwana meclîsê de û ev rewşa ku asteke sazîbûnê dide pêvajoyê, ji aliyê qonaxa heyî ya pêvajoyê ve weke gaveke girîng dikare bê nirxandin. Li gel vê yekê, em her gava ku derfetê dide Birêz Ocalan ku karibe yekser û bi fermî tevlî pêvajoyê bibe, bi rengekî çalak bi rola xwe rabe, ji bo pêşveçûna pêvajoyê hêja dibînin.
Lê mixabin ‘Komîsyona Koordînasyona Stratejîk û Bêçekbûnê’ ji aliyê nav ve qadeke kar û çarçoveyeke sînorkirî ya rola Birêz Ocalan destnîşan dike. Bûyerên ku heta niha diqewimin jî mixabin vê tespîtê piştrast dikin.
Pêvajo bi wan daxuyanî û nirxandinan destpê kir ku işaretê bi dîrokîbûna têkiliyên Kurd-Tirk, hevkariya di damezrandina Komarê û ziyana şerê bi salan ê li ser civakê, destpê kir. Ji destpêkê ve ferasetek hebû ku pirsgirêka Kurd tenê di asta çekdanînê de dinirxand û di vê de israr dikir. Li gel vê yekê dikarîbû bihata gotin ku nêrîneke hîn berfireh a ku pirsgirêkê dîrokî, siyasî û civakî dibîne li ser pêvajoyê serwer e.”
‘NÊZÎKATIYA LI SER ESASÊ EWLEKARIYÊ ÇARESERÎ BI XWE RE NEANÎ’
Raziye Ozturk bi bîr xist ku pirsgirêka Kurd berê gelek caran bi polîtîkayên bi esasê ewlekariyê hate nirxandin, vê nêzîkatiyê çareseriyeke mayinde bi xwe re neanî û got, “Ji ber vê yekê em dibêjin, divê veger li wê nêzîkatiya bi esasê ewlekariyê çênebe ku berê gelek caran hatibû ceribandin. Feraseta ku pirsgirêka Kurd tenê di sernavê ‘terorê’ de dibîne, pênase dike û bi polîtîkayên ewlekarîperest ên yekalî hewl dide çareser bike, heta niha çareserî bi xwe re neanî. Eşkere ye ku nêrîna ku tenê li ser ‘bêçekbûnê’ disekine wê heman encamê biafirîne.
Lewma mekanîzmayên ku niha hatine avakirin divê heman ferasetê jinûve hilneberîne, pirsgirêka Kurd bi her aliyên xwe binirxîne û derfetê bide ku li ser zemîna siyaseta demokratîk rêyên çareseriyê bêne afirandin. Ji ber vê yekê jî di vir de ya diyarker ew e ku komîsyon bi kîjan ferasetê bixebite û kîjan wezîfeyan wê dîne pêşiya xwe.”
‘BÊÇEKBÛN PÊVAJO BI XWE NÎNE’
Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku bêçekbûn weke yek ji qonaxên girîng ên pêvajoyê dikare bê dîtin, lê belê weke temamiya pêvajoyê divê neyê dîtin û got, derbasbûna ji şer ber bi siyaseta demokratîk veguherînên siyasî, civakî û hiqûqî jî vedihewîne. Raziye Ozturk got, “Em jinedîtî ve nayên ku bêçekbûn yek ji qonaxên girîng ên vê pêvajoyê ye. Lê belê bêçekbûn pêvajo bi xwe nîne, qonaxek derbasbûna ji şer ber bi siyaseta demokratîk û çareseriya mayinde ye. Lewma mebest ji vê yekê ne tenê koordînasyona wê yekê ye ku tenê çek ji dewrê bêne derxistin, ya esasî ew e ku veguherîna siyasî, civakî û hiqûqî wê çawa pêk were. Birêz Ocalan aktorê bingehîn e ku rêbaz û stratejiya vê veguherînê diyar kiriye.
Perspektîfa ku daniye holê xwedî çarçoveyeke hîn berfireh e ku ne tenê bidawîkirina şerê çekdarî her wiha xurtkirina siyaseta demokratîk, çareseriya li ser zemîna siyasî û hiqûqî û avakirina aştiya civakî dike esas.
Ji ber vê yekê tevlîbûna Birêz Ocalan a yekser li pêvajoyê, wê bike ku ev perspektîfa wî bandorê li pêvajoya muzakereyê û mekanîzmayên hatine avakirin bike. Bêguman tevlîbûneke bi vî rengî wê tevkariyê li wê yekê bike ku ji çekdanînê wêdetir meseleya Kurd bi hemû aliyan bê nirxandin û li gorî perspektîfa Komara Demokratîk mercên çareseriyeke mayinde bêne afirandin.”
‘DIVÊ BÊÇEKBÛN, GARANTIYÊN HIQÛQÎ Û ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK BI HEV RE BÊNE NIRXANDIN’
Raziye Ozturk destnîşan kir ku bêçekbûn, garantiyên hiqûqî û entegrasyona demokratîk nabe ku ji hev cuda bêne nirxandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Divê ev weke parçeyên heman çareseriyê yên ku hevdu temam dikin bêne nirxandin. Aştî dema ku qada siyaseta demokratîk berfireh bû, garantiyên hiqûqî hatin afirandin û civak karibe xwe bi rengekî azad îfade û bi rêxistin bike, hingî mayinde dibe. Wezîfeya bingehîn a meclîsê jî ew e ku vê derbasbûnê ji mijara polîtîkayên ewlekariyê derxîne û bigihîne zemîneke hiqûqî û demokratîk.”
‘GAVÊN HIQÛQÎ Û SIYASÎ DIVÊ NEYÊN DERENGXISTIN’
Bi dewamî Raziye Ozturk anî ziman ku gavên ji bo çareseriya mayinde bêne avêtin divê ne tenê avakirina çarçoveya hiqûqî ya bêçekbûnê be û got, “Li pêşiya meclîs û dewletê ji aliyekî ve meseleyên bingehîn hene ku pêwîstiya xwe bi sererastkirinên qanûnî yên nû heye, li aliyê din jî gav hene ku bêyî biryarên nû yan jî sererastkirinê dikarin di çarçoveya hiqûqa heyî de tavilê bêne avêtin.
Bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, bi taybetî jî bicihanîna biryara ‘mafê hêviyê’, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan, çareserkirina rewşa girtiyên bi nexweşiya giran li gorî çarçoveya hiqûqa heyî, bidawîkirina pêkanîna qeyûm û bidawîkirina binpêkirina mafên bingehîn pêwîstiya xwe bi biryareke nû ya siyasî yan jî bendemayina ji pêvajoyeke reformê ya berfireh nîne. Ev yek divê ne weke encameke pêvajoya aştiyê yan jî tawîzek ku ji aliyan re bê dayin, lê weke berpirsyariya dewletê ya ji ber hiqûqa navneteweyî û destûra bingehîn bê nirxandin.”
‘SERERASTKIRINÊN NÛ DIVÊ TENG Û DEMKÎ NEBIN’
Raziye Ozturk destnîşan kir ku sererastkirinên hiqûqî yên ji bo çareseriya mayinde bêne kirin divê bi tedbîrên teng û demkî neyên bisînorkirin û got, “Di vir de ya girîng ew e ku qadek ji civakê re bê pêşkêşkirin. Divê sîstemeke hiqûqê bê avakirin ku mirov karibin bi ziman, nasname û çanda xwe bi rengekî azad bijîn, karibin xwe bi rêyên demokratîk bi rêxistin bikin û di mijarên têkildarî xwe de xwedî mafê gotin û biryarê bin.
Garantiya civaka demokratîk divê xwe bispêre garantiya destûra bingehîn û hiqûqê, ne bi îradeya siyasî ya demkî.”

