Şemî, 19 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aydinê şehîd Avşîn û Emîne hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê nexweş Îzzethan Aykut 3 mehan hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kurkçu: Tevgera Kurd wê berê serdema nû diyar bike
Rojane

Kurkçu: Tevgera Kurd wê berê serdema nû diyar bike

Ertugrul Kurkçu diyar kir ku bi dawîbûna şerê çekdarî deriyê serdemeke nû vekiriye û destnîşan kir ku dewletê hêj ji bo veguherîna siyasî îradeyeke xurt nîşan nedaye û got ku pêvajoya wê êdî bi daxwaz û têkoşîna siyasî ya Tevgera Kurd teşe bigire.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Îlon 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu têkildarî qonaxa “Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê” hatiyê û gavên ku tê payîn ji niha û pê ve bên avêtin, rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de, helwesta saziyên dewletê, serdema nû ya li pêşiya siyaseta Kurd ji ANF’ê re axivî.

‘DI SERDEMA NÛ DE WÊ BERÊ SIYASETA KURD DIYARKER BE’

Kurkçu li ser qonaxa pêş a “Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê” ev tişt anîn ziman: “Abdullah Ocalan û rêxistina wî tiştên ji destê wan hat, kirin. Dema ku Ocalan ev gav avêt, bi eşkereyî diyar kir û fikirî: îhtîmala şerê di navbera Kurd û Tirkan de rasterst bi girtina deriyê têkoşîna çekdarî ji holê rakir û ji bo gelan perspektîfek danî holê.. Niha dema pêkanîna vê perspektîfê ye. Mirov her tiştî ji Ocalan hêvî bike û daxwaza formulekirinê bike ev neheqiyek e. Divê her kes di vî alî de tevlî nîqaşên vekirî bibin û bi ya min divê bibe.

Divê tiştekî din lê zêde bikin. Ev ne tenê meseleyeke muzakere, nîqaşê ye; mijarek e ku bi helwestên li hemberî meseleyên jiyanî ve jî girêdayî ye. Yanî têkoşîna li Rojava berdewam dike, asêbûnên mezin ên ku pêvajoya entegrasyonê ya li wir derxistiye holê… Helwestên ku Kurdan li hemberî van li wir nîşan dane, têkoşînên li başûr û encamên ji vir derdikevin, pêvajoyên ku li Îran û Rojava diqewimin, wê bandor û rê nîşanî çareseriya pirsgirêka Kurd a li beşa di nav sînorên Tirkiyeyê bikin û fikir wê bidin.

Lê her tişt ji cihê xwe, ji cihê ku lê ye, ji zemîna xwe dest pê dike. Ji ber vê yekê ya ku wê rê nîşanî têkoşîna bide, pratîka siyasîbûnê ya ji niha û pê ve ya li vir e.”

‘TÊKILDARÎ PÊVAJOYÊ NÊZÎKATIYÊN CUDA HENE’

Kurkçu nêzîkatiya dewletê ya li ser pêvajoyê, statuya Kurdan a li Sûriyeyê û geşedanên li ser xeta Enqere-Şamê nirxand û diyar kir ku peyamên Hakan Fîdan û helwesta Devlet Bahçelî ya têkildarî Rêber Apo aliyên cuda nîşan didin. Kurkçu anî ziman ku Fîdan nerehetiya li hemberî kolektîf a Kurdên li Sûriyeyê nîşan dide û destnîşan kir ku Bahçelî jî ji bo parastina pozîsyona Rêber Apo ya di pêvajoyê de helwesteke xwedîderkenê nîşan dide.

Kurkçu wiha berdewam kir: “Fîdan li aliyekî jî dema dibêje ‘Divê Kurd ji ber ku Kurd in rastî cihêkariyê neyên’, wekî ku li Tirkiyeyê ev yek nabe, bi temamî li dijî heqîqetê vê tîne ziman. Ez ji serî ve dizanim ku Hakan Fîdan yek ji wan kesan e ku herî zêde israr dike ku Sûriye bibe dewleteke neteweyî ya Ereb û ji bilî Erebîtiyê cih nede nasnameyeke din. Em vê yekê dişopînin.

Ez manewraya Bahçelî jî bi kurtasî wisa dixwînim: Di esasî de gavên ku ji niha û pêve bên avêtin wê têkiliyên ku bi Ocalan re hatine danîn diyar bike. Ji ber vê yekê divê statuyek bê qezenckirin. Lê helwesteke wisa nîşan dide ku divê AKP barê/kulfeta qezenckirina statuyê bigire ser xwe. Berjewendiya AKP’ê ya ji vî alî ve, ne ew e ku vî barî bi tenê bigire ser milê xwe. Divê wekî Tifaqa Cumhur, yanî bi hemû hêmanên din ên tifaqê re tevbigere. Naxwazin bi tena serê xwe vê berpirsyariyê bigirin ser xwe.

Min qet nedîtiye ku Tayyîp Erdogan li ser statuya Ocalan şîrove kiriye. Ji vî alî ve cudahiyeke wisa heye.”

‘JI BO PÊŞVEÇÛNA PÊVAJOYÊ LI BENDA GAVÊN ŞÊNBER IN’

Kurkçu daxuyaniya dawî ya Rêber Apo û qonaxa ku pêvajo tê de ye jî nirxand û diyar kir ku di mijara pêkanîna qanûnê û destpêkirina xebatên saziyan de hêj gavên şênber nehatine avêtin û anî ziman ku pêşveçûna pêvajo wê bi gavên ku Enqere biavêje zelal bibe.

Kurkçu wiha pê de çû: “Hêj qanûna ku pratîka berdana çekan birêve dibe dest bi xebatê nekiriye. Niha qanûn di destê MGK’yê de ya, ya rasttir di destê Serokkomariyê de ye. Ya ku wê vê pêvajoyê tayîn bike pêngavên Tayyîp Erdogan, yên Qesrê ne. Divê em van bibînin. Di vê pêvajoyê de wê çi cûre tertîbên nû hebin, em van nizanin.

Ji ber ku Meclis qanûnekê derdixe. Lê şertê ketina meriyetê ya qanûnê ji rêveberiyê re dihêle. Yanî MGK kengî bibêje şert û mercên pêwîst ji bo ketina meriyetê ya vê qanûnê çêbûne, wê hingî bikeve meriyetê. Di vê mijarê de diyalogên bi PKK’ê re çawa bi pêş ve diçin? Ji ber ku yê çekê berde ne Ocalan e. Ocalan di girtîgehê de ye. Di nava Tirkiyeyê de hêza çekdar jî nîne. Me heta niha bi eşkereyî nebihîstiye ku wêhêzên çekdar ên li derveyî Tirkiyeyê wê çekên xwe li ku, bi çi awayî berdin û wê MGK van çawa dewr bigire.

Lewma ji ber ku hêj ev qonax nehatiye derbaskirin, ez fêm dikim ku Ocalan bi vê îfadeya xwe dibêje, ‘Me meseleya berdana çekan di prensîbê de çareser kir. Hûn ê êdî vê di pratîkê de bimeşînin. Ji niha û pê ve ev mijareke ku me girê dide’ Lê li meseleya hiqûqî wêdetir wekî ku me di destpêkê de axivî, dîzayna siyasî ya ji nû ve ya Tevgera Kurd û derketina wê ya nû ya li ser dikê, tarza siyasetê ya ku wê bipejirîne wê pêşeroja pêvajoyê diyar bike. Ji vî alî ve helbet wê gotinên nû yên ku Ocalan bibêje hebin. Lê çarçoveya niha ez bi vî rengî dixwînim.

Di vê qonaxê de hîn mehek bi ser derketina qanûnê re derbas nebûye lê di encamê de em qala pêvajoyeke ku du sal in tê axaftin dikin. Ev mijar zêdetirî şeş meh e di rojevê de ye. Zêde dirêj kir û ez difikirim ku qet nebe dema ku Meclis ji nû ve vebe divê gavek hatibe avêtin. Ger nehatibe avêtin jixwe wê bê rojeva Meclisê.. Ji ber bvê yekê meha pêşiya me krîtîk e.

Em wekî enternasyonalîstên ku Tevgera Azadiya Kurd wekî mutefîqê xwe yê stratejîk dibînin, difikirin ku ev gav, ev nêzîkatiya stratejîk jiyanî ye û berdewamkirina vê tevgera ku mohra xwe li 30 salên dawî xistiye, li hemberî statukoya heyî tekane bersiva watedar e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê

Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher diyar kir ku ew ji bo jiyaneke demokratîk û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li 3 bajaran Doza Kûmpasê ya Kobanê hat protestokirin

Di çalakiyên girseyî yên li Amed, Stenbol û Edeneyê de cezarkirina siyasetmedaran di Doza Kûmpasê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên ku ji bo Rojava seferber bûn: Em bi hev re Rojava biparêzin!

Ji bo parastina Rojava, di serî de Başûr û Rojhilatê Kurdisatnê gelek Kurdistanî tevlî seferberiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?