Li bajarê Kohatê yê wîlayeta Hayber Pahtunhva ya Pakistanê ku nêzîkî sînorê Efganistanê ye, li mizgefteke navenda polîsan êrîşeke bi bombeyan hate kirin. Di êrîşê de herî kêm 31 kes hatin kuştin. Hate ragihandin ku 16 kes ji yên jiyana xwe ji dest dane, polîs in.
Êrîş di dema nimêja Înê de pêk hat. Wesayîteke tijî teqemenî li ber deriyê mizgeftê hate teqandin. Piştî teqînê, kesên çekdar hewl dan ku bikevin hundirê parka polîsan. Di navbera polîs û êrîşkaran de şer derket.
HERÎ KÊM 75 KES BIRÎNDAR BÛN
Rayedar, ragihandin ku herî kêm 50 birîndar veguhestine nexweşxaneyê. Lê çavkaniyên ku ji Al Jazeerayê re axivîn gotin ku hejmara birîndaran herî kêm 75 kes in. Hate diyar kirin ku piraniya birîndaran ew kes bûn ku di mizgeftê de bûn.
Ji ber teqînê zirarên mezin gihîştin mizgeftê û dîwarê derve yê navenda polîsan jî herifî. Dengê teqînê li herêmên derdorê jî hate bihîstin.
KOMA GIRÊDAYÎ TTP’Ê ÊRÎŞ GIRT SER XWE
Koma bi navê Îttîhadul Mucahîdîn ku girêdayî TTP’ê (Tevgera Talîban a Pakistanê) ye, êrîş girt ser xwe. Hate diyar kirin ku ev kom bi fermandarê Talîbanê Hafiz Gul Behadir re di têkiliyê de ye.
Rayedarên Pakistanî êrîş piştrast kirin. Hate ragihandin ku di pevçûnê de herî kêm 6 êrîşkar hatine kuştin.
LI HERÊMÊ ÊRÎŞ ZÊDE BÛN
Bajarê Kohatê nêzîkî sînorê Efganistanê û Vezîristana Bakur e. Li vê herêmê di demên dawî de êrîşên çekdarî zêde bûne.
Rojek beriya êrîşa li Kohatê, li herêma Hanguyê jî li dijî karvanekî leşkerî êrîşeke bi bombeyan hatibû kirin û di wê êrîşê de 6 leşker hatibûn kuştin.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf êrîş şermezar kir û ferman da ku xebatên rizgarkirinê leztir bikin.

