Li bajarokê Eyaş ê dikeve rojavayê Dêrazorê duh teqîn çêbû. Aliyên têkildar dan zanîn ku depoya cebilxaneyê teqiyaye û ev depo girêdayî Wezareta Parastinê ye.
Li gorî agahiyên herî dawî heyanî niha di encama teqînê de 11 kes mirine û 10 kes jî birîndar bûne, xebatên lêgerînê hîna berdewam dike.

