Ji şervanê armanca mezin, hevrê, bira û paşeroja min, ji mirovê mezin Armanc re…
Dem 3’ê Hezîrana 1988, cih navçeya Lice ya Amedê. Ji dayik û bavekî ji gundê Xaçekê yê navçeya Pîranê ya Amedê ku li navçeyê weke karmed wezîfe dikir, weke zarokê çaremîn ji dayik bû. Di demeke welê de çavên xwe vekiribû ku gerîlayên Apoyî reh berdabûn Kurdistanê, mohra xwe li dîrokê xistibûn û komên destpêkê li Amedê hatibû dîtin. Hîn di wan kêliyên destpêkê de bi hesteke weke bangeke ji dîrokê navê Mucahît lê hatibû kirin. Mucahît, yanî ew kesê ku di oxira armanca mezin de şer dike.
Di zarokatiya xwe de ji xwişk û birayên xwe cudatir bal dikişand. Zêde nediaxivî, hestên xwe di nava xwe de ji kûrahî dijiya. Bi sadebûn û xwezayîbûna xwe ji hevtemenên xwe yên din cuda bû. Lê belê ew ê bibûya yekî bi navê xwe rabe. Wê demê wê bihata bîra kê ku bi zarokê dostê malbatê û di heman demê de hevtemenê xwe Îlyas re bibûya rêwiyê heman rêyê û ber bi paşerojê ve bimeşiya?
Dem 21’ê Adara 1998, cih qada Batikent a Amedê. Li gel ku hîn 10 salî bû, bêyî agahiyê bide malbata xwe li gel çend hevalên xwe xwest biçe pîrozbahiya Newrozê, lê li cihekî nêzî qada Newrozê ji aliyê polîsan ve hate astewngkirin. Polîsên ku nekarîn tevlîbûna li Newrozê asteng bikin, dema ku êriş kirin, wî jî bi keviran bersiv da. Li gel derbên ço jî karîbû xwe rizgar bike. Li gel salek di ser bûyerê re derbas bû jî digot, wî rûyê polîsan ji bîr nekiriye û wê rojekê hesabê lêdana li zarokan bipirse. Ez jî difikirîm, gelo wê “Kekê min çawa vê bike?” Ji xwişk û birayên xwe cuda mezin bûbû. Hîn dibû ku hesta xwe ya tolhildanê kontrol bike, bi aqilane tevbigere û gava dema wê hat xwe ji bo hilanîna tolê amade bike.
Dem 28’ê Adara 2006, cih kolanên Amedê. Di pêvajoya serhildanê ya sê rojan de ku weke Serhildana Amedê derbasî nava rûpelên dîrokê bû, bi rengekî çalak cih girt. Li gel ku di kêliya dawî de ji mirinê rizgar bû, ji mirinê netirsî û ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd bûn piştî rojekê careke din tevlî serhildanê bû.
Navê wî Mucahît bû; yanî milîtanê di oxira armanca mezin de şer dikir. Destberdan, tirs, vekişîn nedibû. Diviyabû bi navê xwe rabûya û bibûya hevrêyê hevrêyên xwe.
Di sala 2006’an de hevalê wî yê zarokatiyê Îlyas rêya rast di pratîkê de nîşan dabû û berê xwe dabû çiyê. Ev yek ji bo Mucahît jî êdî bûbû bersiva pirsa “Rêya rast divê çawa be?” Peyam wergirtibû; lê belê diviyabû bi rengekî şareza û kêrhatî biçûya. Diviyabû bar hilgirtibûya, ji bo wê jî amade bûya.
Li Lîseya Teknîka Endustriyê ya Bûrhanettîn Yildiz li beşa kompûterê xwendibû. Êdî bi karên pratîkî wê xwe kûr bikira, di mijarên kompûter û teknîkê de bibûya yekî şareza.
Hîn dibû ku ji aliyekî ve bixwîne, li aliyê din jî bixebite û li ser lingê xwe bisekine. Li gel derfetên madî yên bi dest xist ti carî nasname û cewhera xwe winda nekir û bi rengekî çalak beşdarî her serhildanê dibû. Di her serhildanê de bi aqilane tevdigeriya, derb li dijmin xist û li gel vê yekê ti carî nedihat girtin; hewl dida şopeke bi tenê jî li pey xwe nehêle.
Ji bo di karê xwe de bêhtir şareza û kûr bibe, li Zanîngeha mersînê Bernamevaniya Kompûterê xwend û xwe bêhtir bi pêş ve bir. Ji xwe re kargehek ava kir, bêyî ku piştgiriya madî ji kesî werbigire bi derfetên xwe li ser piyan ma. Di demeke kurt de li Amedê bi karên xwe yên teknîkî bi serketinên xwe hate naskirin.
Li Bakurê Kurdistanê ji aliyekî ve pêvajoya ku di sala 2013’an de destpê kiribû dewam dikir, li aliyê din jî hêza li pişt êrişên li ser gelê Kurd ê li Şengal û Rojava baş dîtibû. Bi gerîlayên destpêkê nas kir re ev yek parve kiribû û hesta xwe ya tolhildanê ya bi salan bi hevokeke kurt anîbû ziman. Di mejiyê xwe de zelal bûbû, di dilê xwe de bûbû weke pola û bi sebir li benda hilanîna tolê bû.
“DIXWAZIM ÇALAKIYÊ BIKIM”
Hevrêyên wî jê re gotin ku ji bo pêkanîna vê daxwazê dikarin jê re bibin alîkar, lê wî bi gotina, ‘Min keşif kir, armanca xwe diyar kir’ bersiv dabû. Bi perwerdeya ku jê re hate dayin êdî ji her alî ve amade bû. Roj roja hesabpirsînê bû.
Dem 27’ê Îlona 2014, cih navenda Amedê, Peyas… Tarîtiya şevê baş nirxand û dem hatibû ku soza beriya bi salan dabû bi cih bîne. Piştî ku hedefa xwe bêbandor kir, berê xwe da çiyê. Mucahît êdî navê hevrê Armanc Kerboran li xwe kiribû ku di sala 2011’an de şehîd bû û navê gundê xwe Xaçek jî li navê xwe zêde kiribû.
Di nava 2 salên ku li nava refên gerîla bû, ev meşa xwe dewam kir. Li Eyaleta Amedê bû gerîlayekî welê ku jê dihate hezkirin û bi lez bi pêş diket. Bi perwerdeya li gerîla wergirtî xwe bêhtir bi pêş ve bir û şareza kir. Êdî dem hatibû ku bi berpirsyariyê rabe.
Ji qada Apê Mûsa ku gerîlatiya xwe ya destpêkê lê kiribû, derbasî qada Şehîd Kendal bûbû. Li gel ku li qadê nû bû, bi pratîkeke xurt bal kişandibû ser xwe. Di sibeha 24’ê Îlona 2016’an de li gel hevrêyê xwe Rizgar Farqîn bersiv da hêza operasyonê. Dema ku di şer de birîndar bû hevrêyê xwe şand û şer dewam kir. Weke yek ji lehengên ku navê xwe li dîroka Kurdistanê nivîsî şehîd bû.
Di ser şehadeta wî re 10 sal derbas bûn. Li dû 10 salên ji şahîdiya têkoşîna mezin re îro hebûna gelê Kurd hatiye qebûlkirin û nîqaş tê kirin bê pêvajoya entegrasyona demokratîk wê çawa bê bicihanîn. Bêguman di vê pêvajoyê de têkilî, nakokî û têkoşîn wê di nav hev de be. Gavên têne avêtin û bûyerên diqewimin dawiyek nîne.
Li vê xaka pîroz ku Armanc û hevrêyên wî bi xwîna xwe av dan, wê paşerojek bê avakirin ku êdî nifşên nû karibin bi çanda xwe bi rengekî azad lê mezin bibin. Wasiyeta Armanc ji nifşên nû re: Serî li ber kesî netewînin. Ji bo azadiya xwe têbikoşin û siberojên bedew ji nifşên piştî xwe re ava bikin. Dema ku ev kir li ser lingên xwe bisekinin û bi lingên xwe bi rengekî azad bimeşin.
Bi hesret û hezkirineke mezin tu yê di dil û têkoşîna hevrêyên xwe de timî bê bîranîn.

