Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gel bi girseyî çû serdana taziyeya birayên Koçer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Aykût Ozmen li Stenbolê, Fahrettîn Ozkan jî li Mersînê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Antalyayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Divê statuya Birêz Ocalan fermî bibe, gavên şênber bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Di pêvajoyê de xitimîn heye, destpêkê divê ev xitimîn bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê kampa perwerdeyê ya jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’
Jin

Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

Encamnameya Konferansa Jinan a 3’yemîn ku ji aliyê KESK’ê ve di navbera 4-6’ê Îlonê de hatibû lidarxistin, hat weşandin. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku di nav de pêvajoya aştiyê jî divê jin di hemû qadên jiyanê de bibin xwedî peyv û biryardanê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Giştî (KESK) encamnameya Konferansa Jinan a 3’yemîn ku bi dirûşmeya “Mîrateya me berxwedan e, peyva me têkoşîn e” lidar xistibû, eşkere kir. Di encamnameyê de, hat diyar kirin ku li dijî newekhevî û zilm/destilatdariya li ser ked, laş, nasname, çand, xwezayê û mafê jiyanê yê jinan dê têkoşîn berdewam bike. Bang hat kirin ku lênihêrîna zarok, kal û pîr, nexweş û astengdaran ji berpirsiyariya taybet a jin û malbatan bê derxistin û wekî xizmeteke giştî ya bêpere û biwesf bê rêxistinkirin.

DÊ BEŞDARBÛNA JINAN A DI SENDÎKAYAN DE BÊ XURTKIRIN

KESK’ê, diyar kir ku ji bo ku jin di cihên kar û sendîkayan de bibin xwedî peyv û biryardanê, divê meclîs û komîsyonên jinan bên xurtkirin. Hat gotin ku ji bo ku barê lênihêrînê û tengbûna demê ya jinan nebe asteng li ber beşdarbûna xebatên sendîkayî, divê civîn û çalakî li gorî vê yekê bên plankirin.

Her wiha di encamnameyê de hat teqezkirin ku divê perwerdehî ji bo hemû kesan bi têgihîştineke wekhev, bêpere, laîk, demokratîk, zanistî, bi zimanê dayikê û li ber çav girtina wekheviya zayenda civakî bê rêxistinkirin.

LI DIJÎ TUNDIYIYÊ BANGA TÊKOŞÎNÊ HAT KIRIN

Di encamnameyê de, hat destnîşankirin ku tundiya li ser jinan pirsgirêkeke binyadî ye û daxwaz hat kirin ku biryarên Peymana Stenbolê bên bicihanîn, Qanûna hejmar 6284 bi awayekî çalak bê sepandin û Peymana ILO’yê ya hejmar 190 bê pejirandin.

Her wiha hat gotin ku, divê mafê jinan a gihîştina edaletê ya bi zimanê dayikê bê misogerkirin û ji bo qurbaniyên tundiyê piştgiriya hiqûqî û psîkososyal bê peydakirin.

DAXWAZA XIZMETÊN TENDURISTIYÊ YÊN BÊPERE

Di encamnameyê de, mafê biryardayîna jinan a li ser laş û welidînê hat bibîr xistin. Hat gotin ku divê kurtaj, derziya HPV’yê, rêbazên parastina ji ducaniyê û xizmetên tenduristiya zayendî û welidînê wekî xizmeteke giştî ya bêpere bên pêşkêşkirin.

DIVÊ JIN BIBIN KIRDEYÊN AVAKER ÊN AŞTIYÊ

Di encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê de, hat diyar kirin ku aştî tenê ji bêdengbûna çekan pêk nayê; ji bo aştiyeke domdar divê newekhevîbûn û têkiliyên zilmê ji holê rabin, beşdarbûna demokratîk, wekheviya civakî, rastî û edalet bê peydakirin.

Di encamnameyê de, hat ragihandin ku jin xwedî roleke girînge û divê di pêvajoyên sazîbûn û civakîbûna aştiyê de bi peyv û biryarên xwe wekî kirdeyên avaker cîh bigirin.

KESK’ê, diyar kir ku ji cihên kar heta sendîkayan, ji rêveberiyên herêmî heta pêvajoyên aştiyê, ji çand û huner heta siyasetên ekolojî û karesatan, divê jin di hemû qadên jiyanê de wekhevî, azadî û têkoşîna rêxistinbûyî bihêz bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Encama hilbijartinê li Swêdê diyar bû: Bloqa çepgir a navendî bi ser ket
Nûçeya Pişt re Mehmet Uçum: Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr de cih bigire
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kan: Narkotîk beşek ji polîtîkaya şerê taybet e

Hevberdevkê Platforma Têkoşîna li dijî Narkotîkê Mûrat Kan got, "Sedema bingehîn a girêdana bi narkotîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Şewata li Mêrsînê di roja sêyemîn de ye: Nêzî 2 hezar kes hatin tehliyekirin

Li Mêrsînê şewata daristanê di roja sêyemîn de dewam dike û heta niha nêzî 2…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo rojbûna 75’an a Abdullah Ocalan pirtûka taybet

Yekemîn xêzeromana li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Azadî wê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Fransayê xwendekarên lîseyê banga boykotê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şehîd Aykût Ozmen li Stenbolê, Fahrettîn Ozkan jî li Mersînê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?