Serşêwirmendê Serokkomar û Serokwekîlê Desteya Polîtîkayên Hiqûqî ya Serokkomariyê Mehmet Uçum, li Federasyona Çapemeniyê ya Tirkiyeyê bi rojnamegeran re civiya û têkildarî pêvajoyê daxuyanî da.
Uçum diyar kir ku di çarçoveya “Qanûna Derbarê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî” de Desteya Nirxandin û Şopandinê hatiye avakirin û di bin banê wê komîsyonên jêr hatine avakirin.
Uçum destnîşan kir ku yek ji van komîsyonan “Komisyona Jêr a Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk” e û got ku Rêber Apo jî wê di vê komîsyonê de cih bigire.
Uçum anî ziman ku divê ev rewş cuda neyê şîrovekirin û diyar kir ku qada xebatê ya li Îmraliyê hatiye avakirin jî, bi armanca ku Rêber Apo bikaribe rola xwe ya di pêvajoyê de pêk bîne hatiye amadekirin.
BIRYARA MGK’Ê
Uçum destnîşan kir ku di qonaxa pêşiya me ya pêvajoyê de dibe ku mehên Cotmeh û Mijdarê wê krîtîk bin û anî ziman ku ger geşedanên li qadê de pêşve biçin, dibe ku biryara MGK’ê bigihêje meha Mijdarê.
Uçum ev tişt anî ziman: “Ji bo biryara MGK’ê bigihêje meha Mijdarê, ragihandina teyîdê wê li gorî pêvajoyên li qadê be û ev jî nîşan dide ku pêşveçûn heye û nirxandina ku ev kar wê pêk were heye.”

