Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1121’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’a Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemîl Kirbayir ê ku di sala 1980’an de hatibû windakirin, hat pirsîn.

