Rojnamevan û nivîskar Apê Mûsa (Mûsa Anter) di 20’ê Îlona 1992’yan de li Kolana Hejmar 442 ya Taxa Cumhuriyetê ya semta Seyrantepeyê ya Amedê hatibû kuştin. Bi boneya salvegera 34’emîn kuştina Apê Mûsa, bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û MEBYA-Dera Amedê ve li cihê lê hatibû kuştin merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li gel kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter gelek rojnameger, siyasetmedar, hevşaredar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Apê Mûsa û şehîdên Çepemeniya Azad hatin hilgirtin, rojnameyên Yenî Yaşam û Azadiya Welat hatin rakirin. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Çapemeniya Azad û şehîdên demokrasiyê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê daxuyaniya Kurdî ji aliyê Rêveberê DFG’ê Ferxedîn Kiliç ve hat xwendin. Ferxedîn Kiliç di destpêka axaftina xwe de got ku feraseta Apê Mûsa qetilkirî tu carî nekariye Çapemeniya Azad bêdeng bike û wiha axivî: “Îro ji bo ku em zanyarê Kurd, rewşenbîr, rojnamevan û yek ji pêşengê kevneşopiya çapemeniya azad Apê Mûsa yan ku Mûsa Anter li cihê lê hatiye qetilkirin bi bîr bînin hatin cemhev. Beriya 34 salan Apê Mûsa, li vê kolanê ji aliyê kesên ku bi JÎTEMê re têkildar ve hat qetilkirin. Lê belê tevî 34 salên ku derbas bûne jî, avaniya siyasî û rêxistinî ya li pişt vê komkujiyê bi hemû aliyên xwe ve nehate derxistin. Tevî ku di darizandinên têkildarî sûc de navên kujeran derketin holê jî, sûcdar bi awayekî bi bandor nehatin cezakirin. Doza ku nêzî 30 salan dewam kir, du sal beriya niha bi necezakirinê bi dawî bû. Bi vî rengî, kuştina Apê Mûsa, wekî ku di êrîşên li ser gelê Kurd û çapemeniya azad de jî tê dîtin, bû beşek ji polîtîkayên necezakirinê. Di rojên ku em behsa aştiyê dikin de, em ji cihê ku Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin careke din tînin ziman ku ji bo aştiyê divê kujerên kiryarên wan nediyar bên ronîkirin.”
Ferxedîn Kiliç bal kişand ser têkoşîna Apê Mûsa ya ji bo ziman, çand û azadiya gelê Kurd û axaftina xwe wiha dewam kir: “Apê Mûsa jiyana xwe fedaî ziman, çand û azadiya gelê Kurd kir. Tevî zexta dewletê, dozên ku derbarê wî de hatin vekirin, girtin û pêvajoyên girtîgehê jî, tu carî dest ji pênûsa xwe berneda. Rojnamegerî ne tenê wekî pîşeyekî, lêbelê wekî amûreke berbiçavkirina tiştên ku kesên dengê wan nayê bihîstin dijîn û gihandina rastiyê ya bi civakê re dît. Binpêkirinên mafan ên ku gelê Kurd pê re rû bi rû ma, kuştinên kiryarên wan nediyar, valakirina gundan, binçavkirin û zexta dewletê bi nivîsên xwe xist rojevê. Di salên 1990î de di serdemekê de ku rojnamegerên Kurd bûn armanca êrîşên sîstematîk, di nav çapemeniya azad de bi taybetî di nava Yenî Ulke û Ozgur Gundemê de têkoşîna xwe domand. Tevî gef, zext û êrîşan jî dev ji pênûsa xwe berneda.”
Ferxedîn Kiliç da zanîn ku êrîşa li hember Apê Mûsa armanca qutkitina dengê gelê Kurd bû û ev tişt anî ziman: “Kuştina Apê Mûsa ne tenê dawîanîna li jiyana rojnamegerekê bû. Ev cînayet, êrîşek bû ku armanc dikir rastiyên gelê Kurd dijî negihin cîhanê. Lê belê piştî Apê Mûsa jî çapemeniya azad bêdeng nema. Berovajiyê vê yekê, mîrateya ku Apê Mûsa li pey xwe hişt ji aliyê sedan rojnamegeran ve hat hilgirtin. Xebatkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin, girtin, binçavkirin, tehdîtkirin. Avahiyên rojname û ajansan hatin bombekirin, organên weşanê hatine girtin, malperên înternetê û hesabên medyaya civakî hatin astengkirin.”
Ferxedîn Kiliç êrîşên li ser Çapemeniya Azad ên îroyîn bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîşên li ser çavkaniyên nûçeyan, qadên xebatê û jiyanê ya rojnamegeran bi awayên cuda hatin domandin. Piştî Apê Mûsa jî êrîşên li ser çapemeniya azad dewam kirin. Hedefgirtina rojnamegerên wekî Nagihan Akarsel, Gulistan Tara, Cîhan û Nazim nîşan dide ku ev êrîş di dema niha de jî dewam dikin. Tevî salên ku derbas bûne jî tişta ku nayê guhertin ew e ku rojnamegerên hewl didin rastiyên gelê Kurd diyar bikin, tên hedefgirtin. Em, wekî Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê dizanin ku êrîşên li ser çapemeniya azad ne tenê li dijî rojnamegeran in. Ev êrîş li dijî mafê wergirtina nûçeyan ê gelan, mafê xwegihandina rastiyê û azadiya ramanê ne. Îro em ji vê kolana ku Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin careke din dibêjin; Heqîqet bi komkujiyan, bi zextan û bi polîtîkayên necezakirinê nikare bê veşartin.”
Her wiha Ferxedîn Kilinç got ku Çapemeniya Azad tu dem serê xwe li ber van êrîşan natewîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî Çapemeniya Azad, wekî duh em ê îro jî rastiyan binivîsin, berdewam bikin da ku tiştên ku ev gel dijî ji cîhanê re ragihînin. Mîrateya herî girîng a ku Apê Mûsa ji me re hiştiye, şopandina rastiyê ye û çi bibe bila bibe dev ji pênûsê bernede ye. Em jî dê vê mîrateyê bidomînin. Çapemeniya azad serî netewand, dê serî netewîne jî. Em ê nivîsandina rastiyê, parastina rastiyê berdewam bikin û dengê gelan bigihînin cîhanê.”
Piştî Ferxedîn Kiliç, Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek got ku îro em careke din Apê Mûsa bi bîr tînin û wiha axivî: “Îsal bêyî Huseyîn Akyol em Apê Mûsa bi bîr tînin. Ev xemginiyek mezin dijîn. Apê Mûsa mîrateyek ji bo me hişt û em ê li wê mîrateyê xwedî derkevin.”
Piştî Selman Çîçek, kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter got ku beriya 50-60 salan ji aliyê Apê Mûsa ve zeviyek a Çapemeniya Azad hat çandin û îro ew zevî bi awayek herî baş ji aliyê Generalên Biçûk ve tê avdan.
Hevşaredarê Berê yê Amedê Selçûk Mizrakli jî êrîşên salên 1990’î bi bîr anîn û wiha got: “Di sala 1990î de dema Vedat Aydin bi Kurdî diaxaft wê demê min destê Apê Mûsa maç kir. Îro bi hezaran Apê Mûsa hene. Bi hezaran endamên Çapemeniya Azad pênûsa wî rakirine û dinivîsin. Heya ku em kujerên şehîdên Çapemeniya Azad dernexin holê dilê me rehet nabe. Ev yek jî dê bi hiqûqê pêk were. Kesên ku Apê Mûsa qetil kirine û hedê xwe derbas kirine divê hesab bidin û heqîqet derkeve holê. Divê di vê pêvajoyê de rastî derkevin holê.”
Parlementerê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren jî diyar kir ku armanca kuştina Apê Mûsa bêdengkirina gelê Kurd bû û wiha axivî: “Apê Mûsa ji bo tekoşîna gelê Kurd her tim li ber xwe da. Apê Mûsa pêşengê çapemeniya Kurdan bû. Kesên ew kuştin gotin em ê Çapemeniya Azad û gelê Kurd bêdeng bihêlin. Lê tu dem ev yek pêk nehat û îro jî heqîqeta Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tînin ziman.”
Piştî axaftinan girse heya cihê qetilkirina Apê Mûsa meşiya û qerenfîl danîn cihê ku lê hat kuştin. Bîranîna Apê Mûsa bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

