Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Peyama Rêber Apo ya ji bo jinan wê 8’ê Adarê bê xwendin!
Rojane

Peyama Rêber Apo ya ji bo jinan wê 8’ê Adarê bê xwendin!

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê parlamenter Pervîn Bûldan diyar kir ku peyama Rêber Apo ya ji bo jinan wê di mîtîngên 8'ê Adarê de bê xwendin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Pervîn Bûldan têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re bersiv da pirsên JinNewsê û anî ziman ku hevdîtinên li Îmraliyê ji bo wan wezîfeyeke pîroz e.

JI BO ME WEZÎFEYEKE PÎROZ E

Pervîn Bûldan got, “Çûna Îmraliyê ji bo min ne ezmûnek nû ye. Ez yekane endama jin a heyetê me ku beriya niha 33 caran bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîbûm û di navbera salên 2011-2015’an de çend endamên şandeyê guheribin jî ez her tim di nav de bû. Di demekê de ku aştî belkî ew qas nêzîk bû, ji bo min kêfxweş bû ku ez beşdarî şandê bûm. Me hevdîtinên 10 salan rawestand. Helbet piştî 10 salan ez dîsa di nav şandeyê de bûm. Ji bo min şerefeke mezin e. Ji bo me erkeke pîroz e.”

ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ, REWŞA TENDURISTIYÊ

Pervîn Bûldan têkildarî şert û mercên Rêber Apo yên li Îmraliyê, jiyana rojane, rewşa tenduristiyê got, “Ajandayên wan hene û amade ne tên civînan. Bi qasî ku me ji rayedarên wê derê hîn bûn, di şert û mercên girtîgehê de zêde guhertin çênebûye. Her wiha televizyoneke bi 22 kanalan heye. Tişta ku guherî tenê ew e ku birêz Ocalan bi fizîkî pîr bûye. Em dizanin ku hersê kesên li wir pênc rojên hefteyê, rojek ji bo sohbetê û roja din ji bo werzîşê li hev diciviyan. Birêz Ocalan jiyana xwe ya rojane bi piranî bi nivîsandin û xwendinê derbas dike. Rayedar dibêjin ku êvaran wî li ser nûçe û bernameyên nîqaşê yên televîzyonê radiweste û zû radize. Dema ku em berê diçûn, hêsir di çavên wî de bûn. Dema em di 28’ê Kanûnê de çûn wir, me dît ku pirsgirêka çavê wî hê jî didome. Dema ku em cara duyemîn çûn wir, birêz Ocalan emeliyata kataraktê kiribû û got ku emeliyat pir serkeftî derbas bûye û dîtina wî pir baş e. Gava em cara sisiyan çûn, min bala xwe dayê ku hêsir di çavên wî de bûn û destmalek bikar tîne. Tê gotin ku herikîna hêsiran ji çavan ne bi kataraktê ve girêdayî ye, belkî di rêyên hêsiran de girtî ye. Der barê vê de biryara emeliyatê nehatiye dayîn. Birêz Ocalan derbarê şert û mercên xwe de tu tişt negot.”

ŞENSÊ DAWÎ

Li ser pirsa, ‘Di sê hevdîtinênd awî de herî zêde li ser kîjan mijaran axaftin hate kirin’ Pervîn Bûldan got, “Tişta ku wî herî zêde li ser rawestiya paşeroja Tirkiyê û êşên Gelê Kurd bû, bedelên ku dan, lê xala dawî dê aştî be. Birêz Ocalan bi taybetî giringiyê dide xwişk û biratiya Gelê Kurd û Tirk. Wî da zanîn ku şerê ku ji bilî dubarekirina xwe tu riyeke din nabîne, sûdê nade tu kesî. Bi mînakan anî ziman ku niha serdema demokratîkbûn û civaka demokratîk e û di vê serdemê de tifaqa Kurd û Tirk girîng e.”

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan her wiha got, “Birêz Ocalan got, ‘Ev şansê dawî ye. Em hemî hewce ne ku vê derfetê baş bikar bînin’. Birêz Ocalan diyar kir ku li şûna pevçûnan dem dema ji nû ve avakirina demokrasiyê, pêşeroja Tirkiyeyê û pêşeroja Gelê Kurd e. Mijarên ku ew bi giranî li ser diaxive ev in.”

HAYA WÎ JI BANGA BAHÇELÎ TINE BÛ

Pervîn Bûldan diyar kir ku haya Rêber Apo ji banga Devlet Bahçelî tine bû û got, “Haya wî jê tunebû ku dê bang were kirin. Dema ku em cara yekem çûn wir, wî ev yek jixwe diyar kir. Got, ‘Banga Birêz Bahçelî jî ez li benda tiştekî wiha nebûm. Bi taybetî bal kişand ser nirxa vê bangê û spasiya xwe anî ziman. Birêz Ocalan diyar kir ku “Yek bi yek serdana her partiyeke siyasî ya li parlamentoyê bikin û beşdariyê ji wan bixwazin. Ji bo min pir girîng e ku hûn ne tenê tevkariyên xwe, rexne û pêşniyarên xwe jî ji min re vegerînin ji ber ku ez ê li ser van nivîsan amade bikim”. Me bi serokên hemû partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn. Ew bi xwe jî cara ewil ji televizyonê hay ji banga Devlet Bahçelî bû.”

DI 8’Ê ADARÊ DE WÊ PEYAMA JI BO JINAN BÊ XWENDIN

Têkildarî peyama Rêber Apo ya ji bo jinan jî got, “Di dawiya hemû hevdîtinan de giranî dide ser pirsgirêkên jinan. Civîna yekem di demekê de bû ku dosyaya kuştina Narînê nêzîkî encamdanê bû. Wî got ku ew pir poşman bû. Got ku gelek cînayetên jinan hene û ew ji ber van kuştinan pir xemgîn bûye. Peyamên ku di vê civîna dawî de derbarê jinan de dayî weke peyama 8’ê Adarê anî ziman. Me van peyaman bal kişand, em amadekariyên wê dikin û ev peyama ji bo jinan wê di 8’ê Adarê de li her qadan bê xwendin. Birêz Ocalan pirsa “Meriv çawa dikare jina ku pir jê hez dike bikuje? Ez nikarim fêm bikim”. Da zanîn ku ji bo pêşî li kuştina jin û zarokan bê girtin, pêwîst e li dijî vê zîhniyetê têkoşîn bê dayîn. Birêz Ocalan diyar kir ku divê em peyama 8’ê Adarê ya ku wê ji bo jinan bibe qonax û ronesansê bi jinan re li qadan parve bikin.”

HEVDÎTINÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Pervîn Bûldan qala hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê jî kir ku bi daxwaza Rêber Apo hatin kirin û got, “Di civîna duyemîn de jî xwest bi birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî re û li Silêmaniyê jî bi zarokên birêz Talebanî Bafil û Qubat Talebanî re bicivin. Her wiha xwest em bi hevjîna Celal Talebanî Hêro Talebanî û xwişka wê Şehnaz Talebanî re jî hevdîtinê bikin. Birêz Ocalan di her firsendê de dibêje, Talebanî û Barzanî ji bo Gelê Kurd gelekî girîng in û diyar dike ku tevkariya wan a di vê pêvajoyê de girîng e. Me hemû hevdîtinan pêk anîn. Hem bi Mesûd Barzanî û hem jî bi Nêçîrvan Barzanî re me hevdîtinên gelek erênî pêk anîn. Me silav û bendewariyên Birêz Ocalan ên taybet ragihand. Me diyar kir ku Birêz Ocalan hêviya piştevaniyê ji wan dike. Di her hevdîtinên me de digotin em ê ji sedî sed piştgiriyê bidin, em bi Birêz Ocalan re ne, di vê sedsalê de çek ne çareserî ye, erdnîgariya ku demokrasî û hiqûq lê bê avakirin dê bi kêrî her kesî bi taybetî jî ji bo Kurdan.”

Pervîn Bûldan got, “Ji ber ku Hêro Talebanî nebaş bû me nekarî serdana wî bikin, lê me bi Şehnaz Xanimê re hevdîtin kir. Ji Şehnaz Xanimê re dibêjin Şehnazan. Birêz Ocalan silavên xwe yên pir taybet ji Şehnazxan re şand. Şehnazxan jî eleqeyek mezin nîşanî heyeta me da û spasiya Birêz Ocalan kir û rêzdariya xwe ragihand. Her wiha got ku heyamek dest pê kiriye ku divê Birêz Ocalan xelatekê werbigire. Me vana ji Birêz Ocalan re ragihand. Wî her wiha got ku ew ji vê yekê pir kêfxweş e.”

PIŞTÎ BANGÊ HÊVIYA ÇI TÊ KIRIN?

Têkildarî rêveçûna pêvajoyê ya piştî banga Rêber Apo, Pervîn Bûldan got, “Bang hat kirin û ji PKK’ê re hat gotin “Çekên xwe deynin û xwe fesih bikin”, lê em dibêjin bi gavên hevdem, bi reformên ku bên kirin, bi xêzkirina çarçoweyên hiqûqî û hiqûqî ev ê watedar be. Bi rastî birêz Ocalan jî dibêje ev yek mecbûrî ye. Li cihekî ku çarçoveyeke hiqûqî û bingeheke qanûnî tunebe ti wateya vê bangê nîne. Ev xala yekane ye ku divê em hemû niha li ser bisekinin.”

Bûldan got, “Ger şert û mercên fîzîkî yên Birêz Ocalan neyên guhertin, gavên berbiçav nayên avêtin. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan jî pêdivî bi tîmek heye ku pê re bixebite. Di hevdîtina dawî de jî got, “Ez bi 3 kesan re li hev dicivim, lê ev têr nake. Pêdivî ye ku şert û mercên xebata min bên başkirin”. Ji bo ku Birêz Ocalan pêş bikeve û pêvajo bi pêş ve bibe, pêwîste ekîbeke ku pê re binivîsîne û nîqaş bike, ava bike. Piştî vê amadekariyê, pêwîste birêz Ocalan bi PKK-ê re têkilî deyne û ji bo lidarxistina kongreyê nêrînên xwe bi hev re biguherînin. PKK’ê jî daxuyaniyên “Tenê Birêz Ocalan dikare kongreyê li dar bixe” da. Pêwîst e ev têkilî di zûtirîn dem de were danîn. Em nizanin dê ev têkilî çawa çêbibe, lê em difikirin ku divê rayedarên dewletê di vî warî de amadekariyên xwe bikin. Loma jî divê ev gav zû bên avêtin. Ji bo ku pêvajo bi tenduristî bimeşe ev hewce ye. Ger ev hemî di demek kurt de çêbibin, ez difikirim ku em dikarin zûtir pêşde biçin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YPC’ê biryara ‘bêçalakîtiyê’ girt
Nûçeya Pişt re 42 malbat ji kampeke Dihokê vegeriyan Şengalê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mêşvanên Demokrasiyê li Colemêrgê ne

Meşa Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hat destpêkirin, gihişt navenda bajêr.

Ji aliyê Stêrk TV

Polîtîkaya şerê taybet: Ciwanên Kurd di pencê çeteyan de ne

Krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê, zextên dewletê û çete li taxên xizan zextê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji KCK’ê daxuyaniya Mûharrem: Divê Elewî pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyaniyek da û bang li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?