Aktîvîsta siyasî Welat Efrîn têkildarî kesayet û têkoşîna şehîd Dîlan Cûdî nêrînên xwe parve kirin.
Welat Efrîn a hevala têkoşînê ya gazî şehîd Dîlan Cûdî bû, diyar kir ku ew ji bo şehîdan çi bêjin jî kêm dimîne û got, “Heval Dîlan bi her tiştên xwe jineke Apoyî bû. Bi salan tevî hemû êş û birînên xwe rojekê jî xwe ji kar û têkoşînê neda alî. Dîlan yek ji pêşenga jinan û civaka me bû.”
Welat Efrîn bal kişand ser kesayeta şehîd Dîlan û ev anî ziman, “Hevrêyeke pir dilrehm bû. Dema mirov pê re bû qet guman û fikar bi mirov re çênedibû. Timî xweşbîn, bi coş û hêvî bû. Ji zarokan pir hez dikir. Piranî bi jinên ciwan re eleqedar dibû. Jina azad û xwedî îrade divê çawa be, bi sekn, kesayet û têkoşîna xwe nîşan dida. Heval Dîlan evîndara xak û gelê xwe bû. Jineke Botanî ya serhildêr bû.”
Welat Efrîn anî ziman ku şehîd Dîlan bi fikir û felsefeya Rêbertî têgihiştî bû û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Gelên me bi saya hevrêyên mîna Dîlan wê teqez azad bibin. Dîlan yek ji fedaiyên vê xakê bû. Ji Rojhilata Navîn, Kurdistan û gelên li vê erdnîgariyê pir hez dikir. Dildara azadiyê bû. Êşa jinan û gelên herêmê ji dil hîs dikir. Ez pir serbilind im ku min hevrêyeke weke Dîlan nas kir û pê re mam. Hevaleke wisa bû ku ti carî dilê hevalên xwe nehişt. Rexneyên wê timî li ser esasên qezenckirina mirovan bû. Di rêgez û prensîbên rêxistinî de jî pir hesas bû. Ji derdoreke welatparêz û xwedî şehîd bû.”
Hevrêya şehîd Dîlan, Welat Efrîn axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Em ê ti carî hevala xwe ya delal, gaziya me ya şer Dîlan Cûdî ji bîr nekin. Ew ji bo hemû hevalên gazî mînak bû. Divê gazî çawa tevbigerin di her kêliya jiyana xwe de nîşan dida. Di dawiyê de jî ez ji malbata şehîd Dîlan, gelên me û tevahî hevrêyên xwe yên gazî re sersaxiyê dixwazim. Rêya şehîdan rêya me ye.”

