Bi wesîleya salvegera 23’emîn a damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi beşdariya nûnerên sazî û partiyên cuda li Şaxê Silêmaniye yê PYD’ê şahiyek hate lidarxistin.
Endama Komîteya Têkiliyan a PYD’ê Bêrîvan Mihemed di salvegera damezrandina partiyê de ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku wek gelê Kurd wê di parastina mafên gelê Kurd û garantîkirina wan li destûra bingehîn a Sûriyeyê bê navber bixebitin.
Bêrîvan Mihemed bi dewamî anî ziman ku gelê Kurd daxwaza mafên gelê Kurd ê li Sûriyeyê dike û got, berpirsyariya vê yekê çiqasî giran jî be wê bê rawestan ji bo vê armancê bixebitin.

