Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan Çiyayê Kizwan ê başûrê bajarê Hesekê bombebaran kirin, di heman demê de ew dever tê topbaran kirin.
Navendê eşkere kir ku di heman demê de hêzên QSD’ê li eniya gundê Alya yê bajarê Til Temirê bersiva êrişa çeteyên hikumeta demkî da, zirarên mezin gihandin çeteyan û cebilxaneya wan.

