Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo bi Erdogan re rûnê û tevlî civîna 8’emîn a Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Îranê bibe, hat Enqereyê.
Balafira ku Reîsî û heyeta pê re tê de bû, saet di 13:45’an de daket Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê. Heyetek ku Erdogan jî di nav de bû bi merasîmekê Reîsî pêşwazî kir.
Tê payin ku di hevdîtina fermî ya navbera Erdogan û Reîsî de mijarên herêmî bêne nirxandin.
Ev hevdîtin di demeke welê de tê kirin ku şerê navbera Hamas-Îsraîlê dewam dike, Îsraîl êrîşê dibe ser Îranê û hêzên alîgirê Îranê, Îranê êrîş bir ser Hewlêrê û dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê li hemberî Kurdan dike.