Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 2 hezar û 33 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xelkê Amedê: Em şer naxwazin, ji aştiyê re amade ne
Kurdistan

Xelkê Amedê: Em şer naxwazin, ji aştiyê re amade ne

Şêniyên Amedê ku bi çalakiyan ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn, gotin "Kurdan û rêberê wan ji bo aştiyê berpirsyariya xwe pêk anîn. Gel êdî vî şerî naxwaze, em ji bo aştiyê amade ne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Gulan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de hate kirin, PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de Kongreya 12’emîn kom kir. PKK’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî encamên kongreyê de ragihand ku ji kadroyên damezrîner Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîd bûne. Li dû vê ragihandin li gelek bajarên Kurdistanê ji bo Altûn û Kaytan çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Beşdarên bîranîna li Amedê daxwazên xwe yên ji bo aştiyê ji ANF’ê r nirxandin.

‘EM TENÊ AŞTIYÊ DIXWAZIN’

Sakîne Behçet: Em her kesên ku bûn wesîleya vê pêvajoyê û di vê oxirê de canê xwe dan bi hurmet bi bîr tînin. Em aştiyê dixwazin. Em Kurd û rêberê wan xwedî li pêvajoya aştiyê derketin.

Yekane daxwaza me ew e ku êdî ew jî gavê biavêjin. Ji bo aştiyê em ê li her derê bin. Em ê ji bo aştiyê têbikoşin û li ber xwe bidin. Heta ku aştî bê vê xakê em ê têbikoşin.

Em naxwazin êdî kes bimire, dayik bigirîn. Em naxwazin ne gerîla ne jî leşker bimirin. Hem gerîla hem jî leşker zarokên me ne.

‘EM DIXWAZIN KU ÊDÎ ŞER BIQEDE’

Menîce Yenîr: Me ji bo aştiyê gav avêt; em aştî û wekheviyê dixwazin. Em her tim ji aştî û wekheviyê re amade ne. Ji bo aştiyê me timî destê xwe dirêj kir. Em dixwazin êdî ev şer biqede. Em naxwazin ku êdî dayik bigirîn. Em bi saya şehîdên di vê oxirê de canê xwee dane li qadan e. Bi saya têkoşîna wan em îro li vir in. Em ji wan û têkoşîna wan bawer dikin.

‘GELÊ KURD AŞTIYÊ DIXWAZE’

Fesîh Altûn: Em pêvajoya aştiyê ya nû gelekî girîng dibînin. Em gel aştiyê dixwazin, lê belê baweriya me bi vê sîstemê nîne. Yekane daxwaza me ew e ku ev pêvajo bi rengekî rast û durust bimeşe.

Şerê ku sed sal in dewam dike, em dixwazin tavilê bi dawî bibe. Em dixwazin ev şerê qirêj ê li ser Kurdan biqede. Gel naxwaze ku ev şer êdî dewam bike.

Gelê Kurd ji bo aştiyê têkoşîneke mezin dimeşîne. Gelê Kurd dixwaze şer biqede. Divê ev rastî biqede. Em hemû hevalên ku di rêya aştiyê de şehîd bûne bi hurmet bi bîr tînin.

‘WERIN EM BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ BIMEŞÎNIN’

Halîme Akman: Em li ser rêya Rêber Apo ne û wî dişopînin. Em di rêya şehîdên xwe de ne. Em ê gotina Rêber Apo li erdê nehêlin.

Bila her kes baş zanibe ku em gelê Kurd ji bo aştiyê têdikoşin. Divê Tirk jî daxwaza aştiyê bikin. Bila ne zarokên wan ne jî yên me bimirin. Me ji bo jiyanê zarokên xwe anîne dinyayê.

Bang li dayikên Tirk dikim: Werin em ji bo aştiyê bi hev re têkoşînê bimeşînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yuksel Genç: Gelê Kurd li benda gaveke şênber e
Nûçeya Pişt re Li Washingtonê du xebatkarên sefaretxaneya Îsraîlê hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hamasê îdîa kir ku leşkerên Îsraîlê dîl girtine, Îsraîlê ev îdîa derewand

Hamasê îdîa kir ku roja Şemiyê li kampa Cîbaliye ya li Xezeyê kemîn danîne û…

Ji aliyê Stêrk TV

Prof. Bezwan: Kurd divê ji vê demê re amade bin

Prof. Naif Bezwan anî ziman ku divê siyaset û civaka Kurd ji aliyê leşkerî, fikrî,…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Xiyanet mirin e, têkoşîn û berxwedan serketin e’

Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan Şehîdên Dalahoyê, di salvegera şehadeta wan de bi bîr anî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?