Çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê û ên dewleta dagirker a Tirk, ji serê sibehê (19’ê Çile) ve gelek caran êrîşî bajaroka Çelebiyê ya li başûr-rojhilatê Kobanê kirin. Lê şervanên QSD û YPJ bi tundî bersiv dan van êrîşan û hemû êrîşan têk birin.
Di şer de 6 wesayîtên çeteyan hatin îmha kirin û gelek endamên çete hatin kuştin.

