Sêşem, 21 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Eşmeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    110 madenkar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozev: Tundiya li nava dibistanê bi guhertina sîstema perwerdeyê çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Binpêkirinên li girtîgehan ji rewşa siyasî ya li derve qut nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta Mexmûrê de banga ji bo dewleta Tirk: Qanûnên xwe biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Evîndar Ararat: Ew nikarin bi me mirin an jî teslîmbûnê bidin qebûlkirin
Rojane

Evîndar Ararat: Ew nikarin bi me mirin an jî teslîmbûnê bidin qebûlkirin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat derbarê êrîşên li ser Şoreşa Rojava de got, "Bi van êrîşan dixwazin hemû destketiyên gelê me ji holê rakin. Ji me re dibêjin; an mirin an teslîmbûn. Em ê teslîm nebin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Çile 2026 Dema xwendinê: 17 dq.
Parvekirin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat derbarê êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Rojava de axivî.

Evîndar Ararat diyar kir ku koletî û teslîmbûn li ser gelê Kurd tê ferzkirin û anî ziman ku ev plana qirêj ji aliyê dewleta Tirk ve ketiye meriyetê û hêzên navneteweyî jî piştgirî dane wê. Evîndar Ararat diyar kir ku divê hemû Kurd bi taybetî yên li Ewropa, Bakur û Başûr dijîn, seferber bibin û ji bo piştgiriya gelê Rojava û Rojhilat derkevin kolanan. Evîndar Ararat bi taybetî bang li ciwanan kir ku rola xwe ya dîrokî bi xurttir bi cih bînin.

 

Evîndar Ararat ev peyam da neyarên Kurdan: “Em ê teslîm nebin, em ê nirxên xwe yên şoreşger ên welatparêz, xeta jiyana azad, xeta jinên azad bernedin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe gelê xwe û nirxên xwe yên şoreşger biparêzin. Em ji bilî azadî û nirxên civaka azad ti rêyek din nas nakin.”

Nirxandina endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat a li ser êrîşên li dijî gelê Kurd wiha ye:

“Hevalên hêja, jinên ciwan, em di vê serdema pir hesas de we hemûyan silav dikin û ji hemû hevalên xwe re serkeftinê dixwazin. Êrîşên nû li dijî gelê Kurd dest pê kirine. Em di serdema ku êrîşên li ser şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî şoreşa jinan zêde dibin. Em berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin û bi taybetî heval Denîz Çiya, Feraşîn, Rojbîn, Dilbirîn, Hawar, Ziyad Helep û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di serdemeke dîrokî re derbas dibin; ji ser Şoreşa Rojava re êrîşên li dijî gelê me hene û şer niha li deverên wekî Reqa, Tebqa û Dêrazorê belav bûye. Berxwedaneke dîrokî tê meşandin, bi vê wesîleyê em dixwazin bala hemû hevalên xwe bikişînin ser vê berxwedanê. Em bawer dikin ku hemû hevalên me li hemû qadan vê berxwedanê xurt bikin, berfireh bikin û belav bikin.

LI ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ JIN HEDEF TÊN GIRTIN

Em di meha Çileyê de ne û di vê mehê de heval Sara, Rojbîn û Leyla Şaylemez şehîd bûn. Li ser Komkujiya Parîsê 13 sal derbas bûn. Xwestin di şexsê yek ji kadroyên pêşeng ên partiya me heval Sara  de îradeya gelê Kurd, ya jinên Kurd bişkînin. Heval Rojbîn wekî milîtana vê şoreşê di warê dîplomasiyê de dixebitî, heval Leyla Şaylemez di xebata ciwanan de bû, berxwedanek mezin û kedek mezin da. Armancgirtina van her sê hevalan nîşan dide ku hêzên hegemonîk ên ku naxwazin Kurd di sedsala 21’an de bibin xwedî statuyek, ev komkujî plan kirine. Destê hemû hêzan di vê komkujîyê de heye. Peyamek dane me û gotin, “Em ê pêşengên we, lehengên we ji holê rakin.”  

Siyaseta di sîstema modernîteya kapîtalîst de tê meşandin vî tiştî gotine: eger hûn dixwazin gelekî teslîm bigirin, divê hûn pêşî jinan bikujin, jinan ji holê rakin, îradeya jinan bişkînin, jinan bikin kole. Ji ber vê yekê sê hevalên me yên jin bûn hedef. Heval Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer 10 sal şûnda li Parîsê di komkujiyekê de şehîd bûn. Di sala 2016’an de dema pêvajoya Rêveberiya Xweser a Bakur de heval Sêvê, Fatma û Pakîze ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Em li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rastî heman komkujiyan hatin. Niha jî dixwazin bi berxwedana li Reqa, Tebqa û Dêrazorê heman peyamê bidin. Hovîtiya li dijî şervanên jin û gelê me li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî vê peyamê didin. Çima ew pêşî jinan hedef digirin? Ji ber ku jin çanda Kurd meşandin, dîroka Kurdî, ziman û bîra Kurd in. Jin li Kurdistan û Rojhilata Navîn rehê jiyanê ya berxwedanê ne; ew îrade ne, evîna welat in, evîna gel in, yên ku azadiya jinan pêş dixin, pêşengên şoreşa jinan li cîhanê ne. Ji ber vê yekê dixwazin bi van êrîşan şoreşa jinan ji holê rakin. Heta di vê sedsalê de jî, naxwazin Kurd bibin xwedî statu, azad bijîn, bi hemû gelan re bijîn, jiyanek wekhev û demokratîk ava bikin. Armanca wan ev e.

DIXWAZIN DI VÊ SEDSALÊ DE JÎ KURD KOLE BIN

Bi van êrîşan re dixwazin hemû destketiyên gelê me ji holê rakin. Ew mirin an jî teslîmbûnê li ser me ferz dikin dikin. Em ne mirinê û ne jî teslîmbûnê qebûl nakin. Ger mirinek hebe, ew ê mirinek bi rûmet û bi heybet a di parastina azadiya gelê me de be. Heval Denîz, heval Ziyad, Rojbîn, Feraşîn, Amara, Leyla Kasım û bi dehan hevalên din ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji bo parastina gelê xwe jiyana xwe dan. Ev pêvajo hîn jî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê berdewam dike; di bin pêşengiya YPG-YPJ’ê de berxwedanek mezin tê meşandin û gelê me jî beşdarî vê berxwedanê dibe. Dewleta Tirk û bi taybetî dewletên kapîtalîst jiyana hevpar a gelan li Rojava wekî tiştek dijî berjewendiyên xwe dibînin û ji ber vê yekê dixwazin planên nû li dijî Kurdan pêk bînin. Ger Kurd bibin gelekî bi biryar û azad, ger ew bi gelên din re di welatekî azad de bi hev re bijîn, pergala modernîteya kapîtalîst nikare li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe peymanan bike û bêyî Kurdan nikare hevsengiyên siyasî, bazirganî û polîtîkayê biparêze.

Armanca hêzên kapîtalîst ne mafên gelan, azadiya gelan an demokrasiyê ye; ew dixwazin li desthilatdariyê kî dibe bila bibe xizmeta wan bike. Yekîtî û rizgariya Kurdan li dijî berjewendiyên wan e. Ew Kurdên kole dixwazin, Kurdên ku ji bo wan şer dikin; ev bi sedsalan e li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin. Mixabin, parçebûna Kurdan û nebûna yekîtiya di navbera hêzên siyasî de rê li ber me digire ku em van planan têk bibin. Mînak di vê pêvajoyê de, wekî jinên ciwan, wekî tevgera jinan, divê em yekîtiya siyasî ya Kurdan li her derê bidin pêş. Divê em yekîtiya Kurdan, bi taybetî di navbera jinan de ava bikin û destên xwe bidin hev da ku van planên qirêj pûç bikin.

Ji ber vê yekê, rola hemû ciwanan, bi taybetî jinên ciwan, pir girîng e. Tevgera jinan, PKK her tim bi pêşengiya ciwanan de têkoşiyaye. Ev dem dema seferberiyê ye, dema yekîtiya neteweyî ye, dema avakirina yekîtiya gelan e, dema rêxistin û berxwedanê ye. Ji bo pêşxistina berxwedanê, divê em xwe birêxistin bikin, morala xwe bilind bikin û bi biryar bin û di têkbirina êrîşan de bi biryar bin. Hêzên dagirker, hêzên ku komploya navneteweyî li dijî Rêberê me pêk anîne, êrîşeke nû li dijî tevgera me pêş dixin. Di hevdîtinên ku li Tirkiyeyê bi Rêber re hatine kirin de, Rêbertî ji bo pirsgirêka Kurd bê xwîn were çareserkirin hewl dide. Ew dixwaze jiyaneke aştiyane li ser bingeha aştî û xwişk-biratiyê ava bike da ku Kurd di vê sedsalê de xwedî  maf bin, xwe birêve bibin, hemû pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin û bi tu gel an tu hêzê re pevçûnê nejîn.

ARMANC TÊKBIRINA TEVGERA AZADIYÊ YE

Mixabin, dewleta Tirk careke din ketiye nav lîstikên qirêj, lê ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk lîstikên wiha qirêj dilîze. Em dîroka dewleta Tirk dizanin; bi qirkirina li dijî Kurdan û nenaskirina nasnameya Kurd xwe ava kiriye. Rêbertî dixwaze vê siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bi dawî bike. Ji ber ku xetere ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê vê rastiyê nabînin. Ji ber vê yekê wan ev êrîş dane destpêkirin. Wan rê li ber çareserkirina pirsgirêkên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya diyalogê girt. Wan endamê El-Qaîdeyê Colanî û çeteyên girêdayî El-Qaîde-DAÎŞ’ê li Sûriyeyê anîn ser desthilatdariyê. Ev rejîm bi rastî ne serbixwe ye; hêzên kapîtalîst polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn bi rêya El-Colanî dimeşînin. Dewleta Tirk vê plana qirêj pêk tîne û hêzên din jî piştgiriyê didinê.

Divê jin, ciwan û dostên gelê Kurd vê yekê bizanibin: ev planeke navneteweyî ye. Mîna komploya 1999’an e; armanca wê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê, desteserkirina nirxên şoreşgerî û îradeya gelê Kurd e. Ew koletiyê li ser me ferz dikin. Me di vê sedsalê de gelek tişt bi dest xistine; em ê serê xwe wekî berxên qurbanî dirêjî kêrê nekin. Em ê teslîm nebin; em ê bedelê bidin,  êşê bikişînin ku em niha êşê dikişînin gelê me ji cih û warên xwe tê derxistin, sûcên şer li dijî jin û gelê me têne kirin, em ê vê planê bi berxwedanek mezin pûç bikin. Ji ber vê yekê, divê em hemû bi taybetî jinên ciwan, xwe birêxistin bikin û yekîtiya xwe xurt bikin. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin vê berxwedanê. Di vê serdemê de li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt çalakiyên xurt hatine kirin, niha kêr gihiştiye hestî.

Wek gelê Kurd, jinên Kurd, ciwanên Kurd û hemû gelên ku li Kurdistanê dijîn, em ê yan jiyaneke azad misoger bikin an jî em ê berxwedaneke dîrokî bikin, çi bi şehadetê be çi bi birîndarî be, lê em ê bê guman eniya berxwedanê xurt bikin. Li ser vê bingehê, divê hemû ciwan çalak bin, divê bi ruhekî seferberiyê hewlên xwe ber bi qadên berxwedanê ve bibin. Divê em vê yekê pêş bixin, nemaze li Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê. Li her welatekî cîhanê bi mîlyonan Kurd hene; êdî ne dema girêdana partiyan e, ev dema yekîtiya gelê Kurd e, dema yekîtiya neteweyî ye, dema parastina nirxên gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, ciwanên Kurd û hemû gelê Kurd, nemaze li Ewropa, Bakur û Başûrê Kurdistanê divê biherikin qadan. Divê çalakî bi şev û roj bi berdewamî werin kirin. Divê dev ji her tişt berdin  li kolanan bin da ku hovîtî û sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê ji raya giştî ya navneteweyî re eşkere bikin.

ŞEREKE TAYBET A MEZIN TÊ MEŞANDIN

Divê em ne tenê gelê Kurd, tevahiya raya giştî seferber bikin. Divê em her kesî, yên ku me nas dikin û yên ku nas nakin, bi rêya propagandayên, rêxistinkirinê, bi karanîna medyaya dîjîtal, hemû dezgehên çapemenî û weşanê û dîplomasiyê seferber bikin. Divê parlamenter, parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên mafên mirovan jî beşdar bibin. Divê em erkên van saziyan bi bîr bînin. Li ser vê bingehê, divê têkoşîn bênavber berdewam bike. Şerekî taybet ê pir mezin tê meşandin. Ew vî şerê taybet, vî şerê psîkolojîk, bi taybetî li ser medyaya dîjîtal dimeşînin. Medyaya dewleta Tirk, medyaya dewleta Ereb û şovenîzma Tirk û Ereb bi giranî derdikevin pêş. Ji aliyê din ve, divê em xwişk-biratiya gelan derxin pêş. Divê ev polîtîkayên şerê taybet îradeya me neşkînin, moralê me xirab nekin û rojeva me neguherînin.

Divê armanc zelal be: pûçkirina van êrîşan e, armanca me avakirina yekîtîya gelê Kurd e û armanca me bi pêşengiya ciwanan dawî li vî şerî bînin. Ji ber vê yekê, divê her kes tevlî têkoşîn û berxwedanê bibe. Divê em êdî bibin leşkerên welatê xwe, divê em ji bo welatê xwe têbikoşin. Niha li Rojhilat jî komkujî hene. Li Rojhilat têkoşînek bi pêşengiya ciwan, jin û gel tê meşandin. Li her du beşên Kurdistanê, Rojava û Rojhilat, şerekî mezin diqewime. Ji ber vê yekê, divê em hemû hêza xwe seferber bikin. Rêbertî û tevgera me israr dikin ku ev pêvajo divê bibe amûrek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd. Lêbelê ev êrîş nîşan didin ku niyeta dewleta Tirk a aştî û çareseriyê tuneye. Berevajî vê, armanca wan an teslîmbûn an jî tasfiyekirin e. Ew dixwazin gelê me di vê sedsalê de jî mehkûmî koletiyê bikin. Ji ber vê yekê, divê em li her derê ji bo êrîşa muhtemel û berxwedanê amade bin.

Ev banga me ji bo ciwanên Kurd, bi taybetî jî ji bo jinên ciwan: divê ew rolên xwe yên dîrokî bi hêztir bilîzin. Divê ew bi ruhê fedaî yê heval Sara, Rojbîn, Ronahî, Leyla Kasim, Faraşîn, Denîz, Ziyad û Hawar berxwedanek mezin birêxistin bikin; divê ew xwe perwerde bikin û hişmendiya ciwanan û civakê bilind bikin. Ji ber ku ev sal salek e ku çarenûsa gel û jinên me dê were destnîşankirin. Em ê vê peyamê ji hemî dijminên xwe re bişînin: em ê teslîm nebin, em ê nirxên xwe yên şoreşger ên welatparêz, xeta jiyana azad, xeta jinên azad bernedin; em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe gelê xwe û nirxên xwe yên şoreşger biparêzin. Em ji bilî azadiyê, ji bilî nirxên civaka azad ti rêyek din nas nakin.

Ger em nikaribin van planên qirêj têk bibin, ger em nikaribin azadiya Rêberê xwe û gelê xwe misoger bikin, ger em nikaribin welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin, em ê deyndarê vî gelî bin. Ger em saxlem bisekinin, ger em xwe rêxistin bikin û li ser xeta Rêber Apo û şehîdan têbikoşin, em ê bi ser bikevin. Ji bilî serketinê rêyek din ji bo me tune. Gelê Kurd, jinên Kurd, di sedsala 21’an de nikarin jiyanek koletiyê bijîn; ev mirin e, tunekirin e, ji dîrokê têne jêbirin. Ji ber vê yekê, em dîrokek nû dinivîsin. Em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin; her çalakiyek, her berxwedan, her beşdarbûn nivîsandina dîrokê ye. Li ser vê bingehê, ez ji hemû hevalan û gelê me re di têkoşînên wan ên dîrokî de serketinê dixwazim. Em ê yan bi ser bikevin an jî bi ser bikevin; rêyek din tune. Bi Rêbertiyê re em ê li welatê xwe jiyanek azad ava bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Çelebiyê 6 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin
Nûçeya Pişt re Komek ji ciwanên Bakurê Kurdistanê tevlî berxwedana Rojava bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serdanên girseyî ji bo şîna Pelîn Yilmaz dewam dikin

Serdanên şîna ji bo endamê Konseya Rêveber a KJK’ê Pelîn Yilmaz ku di êrîşa dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Binarê Qendîlê civîna ‘xizmet’ û ‘xwerêveberiyê’

Karên rêxistinbûnê yên Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê ya bi gelê herêmê re dewam dike.…

Ji aliyê Stêrk TV

Amedsporê Kastamonûspor 1 û 0 têk bir

Amedsporê li deplasmanê Kastamonûspor a li pey xwe 1 û 0 têk bir û di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şaredarê Eşmeyê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

110 madenkar hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozev: Tundiya li nava dibistanê bi guhertina sîstema perwerdeyê çareser dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?