Komek ji ciwanên ji Başûrê Kurdistanê guh dan banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser û doh gihîşt Rojava.
Îro koma ciwanan li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Rimêlan daxuyaniyek dan.
Daxuynî bi navê koma ciwanan ji aliyê Gemo Mihemed ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ciwana tevlîbûna xwe ya serferberiya giştî, ragihandin û diyar kirin ku ew amade ne li dijî êrişên li ser Rojava li kêleka hêzên parstinê şer bikin.

