Yekşem, 13 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Berxwedan bi ser ket, Bendava Tişrînê û destketî hatin parastin’
Rojava

‘Berxwedan bi ser ket, Bendava Tişrînê û destketî hatin parastin’

Berxwedana gel a ji bo parastina Bendava Tişrînê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Rêveberiya Xweser li ser bendavê daxuyanî da û diyar kir ku bi sekn û fedakariyeke mezin xak û destketî hatine parastin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi amadebûna girsekek ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê ku zêdetirî 100 roj e gel çalakiya nobetê lê li dar dixe, daxuyaniyek da. Girse wêneyên şehîdên Berxwedana Bendava Tişrînê, her wiha wêneyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ên ku 19’ê Kanûna 2024’an û rojnamevan Egîd Roj ê ku 15’ê Sibatê  dema berxwedana bendavê dişopandin, di êrişên hewayê yên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, hildan.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd û Hisên Osman daxuyanî xwend.

Rêveberiya Xweser şehîdên Berxwedana Bendava Tişrînê bi rêzdarî bi bîr anîn û hemû kesên ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nobeta parastina bendavê de cih girtin silav kir.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hisên Osman ve û ya kurmancî ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Swêd ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji destpêka meha Çile ya 2025`an ve êrişên berfireh li dijî binesazî û navendên jiyanî yên herêma me hatin kirin. Bi vê yekê hewl dan ku îradeya gelên azadîxwaz û bi rûmet, têk bibin.

Êrîşên dijminahî bi awayekî raste rast û sîstematîk ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li derdora Bendava Tişrînê destpê kir û vê yekê xetereyeke mezin li ser bendavê çêkir; ji ber ew saziyeke jiyanî ye û av û enerjiyê ji bo milyonan kes re peyda dike. Di çarçoveya vê gefa heyî de şênî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb û Suryanan bersiv dan banga berpirsiyariya nîştimanî û tev li berxwedana berfireh a gel a di bin ala parastina xak û destkeftiyan de bûn.

Ji 8`ê Çileyê ve di serî de rêxistinên jin û ciwanan bi sedan şêniyan berê xwe dan Bendava Tişrînê, ji bo parastina herêmê seferberiya giştî ragihandin û li kêleka QSD`ê û YPJ`ê ku mertaleke xurt li hemberî hewldanên pêşketinê bûn, tev li nava refên berxwedanê bûn.

Vê berxwedanê destanên lehengiyên li hember amûra şer nivîsand û îsbat kir ku  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanek bê rûmet û ne azad qebûl nakin û amade ne ku heya nefesa xwe ya dawî hebûna xwe biparêzin. Ji ber wê jî Bendava Tişrînê şahidiya efsaneya têkoşînê ya keç u xortên xwe, rûpelek zêrîn di dîroka şoreş û berxwedanê de nivîsand.

Di serî de şehîd Menîce, şehîd Kerem Şehabî, şehîd Harûn, şehîd Ezîz Ereb, Bavê Teyar, şehîd Ronahî Efrîn em bejna xwe li hember şehîdên xwe yên qehreman û tevahiya şehîdên  ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirin, ditewînin. Em ji hemû birîndaran re şifaya  dixwazin û soz didin ku keda wan dê vala neçe.

Ev berxwedana ku zêdetirî 100 rojî bi sekn û fedakarî dewam kir di parastina xak û destkeftiyan de bi ser ket, li ser vê esasê em îro encamnameya wê bi serketinê radigihînin. Di heman demê de tekeziyê li ser berdewamiya têkoşîna li hember her xeteriyeke nû dikin.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hemû kesên ku di vê berxwedanê de cih girtin û hemû hêza xwe piştgirî dan berxwedana Bendava Tişrînê, silav dikin.

Her wiha em xebatkarên tenduristiyê silav dikin ku di şert û mercên herî dijwar de erka xwe pêk anîn. Her wiha  em rojnamegerên ku rastî ragihandin bi taybet şehîd Cîhan, Şehîd Nazim û Şehîd Agîd Roj û hemû kesên ku li gel vê destanê bûn û li kêleka gelê xwe bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bendava Tişrînê bû sembola yekrêziya neteweyî, bû keleha sekna gel a li hember dewleta Trik a dagirker, bû nimûneyeke zindî ya hêza gelên hevalbend di parastina xak û deskeftiyên xwe ruxmî hemû zehmetiyan.

Şehîd namirin

Şîfaya acil ji birîndaran re

Berxwedan heta serkeftinê dewam dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MKG: Meha Nîsanê 2 rojnamevanên jin hatin binçavkirin, 9 jî hîn girtî ne
Nûçeya Pişt re Li Hesekê şîna Sirri Sureyya Onder hate danîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kutahyayê jinek hate qetilkirin û li Stenbolê jî jinek bi giranî birîndar bû

Li Kutahyayê zilamekî jin a pê re zewicî bû bi kêrê qetil kir û li…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Ya girîng naskirina jenosîdê ye 

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku divê mafên civaka Êzidî bên qebûlkirin û got, “Gava…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji 10 baroyan daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîş

Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, têkildarî mirina bi guman a Rojîn Kabaîş daxuyaniya hevpar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?