Şemî, 3 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hiqûqnas Ozbîngol: Pêvajoya aştiyê divê bi mîsogeriyên hiqûqî û demokratîk were pêşvebirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Derya Okatan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Mazlûm Tekdag û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    46 welat ji bo rawestandina darvekirinan bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê Cejna Şêxil Qasim hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê mafê tenduristiyê yê 3 girtiyên Kurd tê binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî kuştina jinan ‘Nobeda Hiş, Edalet û Jinê’ ya 10 hefteyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Piştî Koalîsyonê Başûrê Kurdistanê: Divê mîsogerî yekîtiya neteweyî ya Kurdan be
Kurdistan

Piştî Koalîsyonê Başûrê Kurdistanê: Divê mîsogerî yekîtiya neteweyî ya Kurdan be

Mîsogeriya Başûrê Kurdistanê ne sîwana ku wê Washington an jî Bexda veke. Mîsogerî xweparas-tina ku xwe dispêre gelê xwe û yekîtiya neteweyî ye. Vekişîna koalîsyonê ji bo dîtina vê heqîqetê dikare bibe derfetek.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Mîsyona Koalîsyona Navneteweyî ya Iraqê ku li dijî DAÎŞ’ê dihat meşandin, piştî 12 salan ji 30’ê Îlonê û pê ve bi fermî bi dawî bû. Ev dîrok, ne tenê bidawîbûna mîsyoneke leşkerî ye, di heman demê de tê wateya bidawîbûna hebûna leşkerî ya Emerîkayê ku ji dagirkeriya 2003’an ve dewam dikir û sîstema parastina hewayî ya ku Başûrê Kurdistanê bi awayekî nerasterast jê sûd werdigirt. Vekişîna ku Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî ragihand, li Bexdayê û di nava komên Şîa yên nêzîkî Îranê de weke serketinê hat pêşwazîkirin, lê li Başûrê Kurdistanê û ji aliyê Suniyan ve bi fikar tê temaşekirin.

Başûr a ku ji şerê DYE-Îsraîl-Îranê yê di 28’ê Sibatê de destpê kir û vir ve bûye hedefa zêdetirî hezar êrîşên balafirên bêmirov û mûşekên balîstîk, bêyî parastina hewayî derbasî serdemeke nû dibe. Hêzên Pêşmergeyan li ser kaxezê hatin yekkirin, lê li qadê hîn jî girêdayî PDK û YNK’ê ne. Piştgiriya darayî ya koalîsyonê ya ji bo Pêşmergeyan hat birîn. Tevî ku 23 meh di ser hilbijartinan re derbas bûne jî li Herêma Kurdistanê hikûmet nayê avakirin.

Ev rewşa ku lawaziya vîna siyasî ya hevpar a derxistiye holê, vê carê rastiya Herêma Kurdistanê ya ku ji êrîşan vekirî ye lê zêde kir.

23 SALÊN JI DAGIRKERIYÊ HETA VEKIŞÎNÊ

Hêzên DYE’yê di sala 2003’yan de ji bo rûxandina rejîma Sedam Huseyîn derbasî Iraqê bûn. Hejmara leşkeran di dema xwe ya herî bilind de gihîşt 170 hezarî û nêzî 4 hezar û 500 leşkerên DYE’yê hatin kuştin. DYE di sala 2011’an de ji welat vekişiya; di 2014’an de bi bilindbûna DAÎŞ’ê re vegeriya. Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê di heman salê de hat avakirin û hêzên wê li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Iraqê li welat bi cih bûn.

Di salên dawî de li Iraqê, bi giranî li Hewlêrê û nêzî Balafirgeha Bexdayê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên DYE’yê hebûn. Ev hejmara ku di Tîrmehê de derdora 2 hezar bû, bi vekişîna qedemeyî daket bi sedan. Dema ku baregehên navendî yên li Iraqê dihatin valakirin, bi sedan leşker û sîstemên parastina hewayî li derdora Hewlêrê hatibûn komkirin. Bi vekişînê re bi sedan leşker û amûr veguhestin Urdun û welatên din ên herêmê.

Dîroka vekişînê, piştî serdana Serokwezîr Zeydî ya di Tîrmehê de li Washingtonê pêk hat û  hevdîtina bi Serokê DYE’yê Donald Trump re teqez bû.

LI HERÊMA KURDISTANÊ VALAHIYÊN EWLEHÎ, ABORÎ Û SIYASΠ

Bandora herî şênber a vekişînê ya ji bo Başûrê Kurdistanê di parastina hewayî de derdikeve holê. Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Kasim Erecî ragihandibû ku vekişîn pergalên parastinê yên li Herêma Kurdistanê jî digire nav xwe û diyar kiribû ku pêvajo di çarçoveya peymana ku di navbera hikûmeta berê û koalîsyonê de hatiye îmzekirin de tê meşandin û wiha ev tişt anîbû ziman:

“Aliyê DYE’yê jî bi eşkereyî nîşan da ku ew amade ye peymanê bi cih bîne û di dema diyarkirî de vekişe. Ev vekişîn hemû hêz û sîstemên parastinê yên ku berê li ser hatibûn lihevkirin digire nav xwe.”

Bi vî awayî bi taybetî bataryayên Patriot û sîstemên parastina hewayî yên wekî C-RAM ên li Hewlêr û derdora wê hatibûn bicihkirin jî ji herêmê hatin derxistin.

Tevî ku Başûrê Kurdistanê ne alîgirê şerê ku di 28’ê Sibata 2026’an de di navbera DYE/Îsraîl û Îranê de dest pê kiribû jî, bû yek ji herêmên ku herî zêde hat bombebarankirin. Li gorî daneyên Community Peacemaker Teams’in (CPT) ji destpêka şerê tê gotin û heta 8’ê Adarê 196 êrîşên balafirên bêmirov û mûşekan li dijî herêmê hatine kirin. 43 ji wan baregehên partiyên Kurdên Rojhilatî kirin armanc. Di nava armancan de Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û Fermandariya Yekîneya 70 ya li Silêmaniyê jî hebûn.

Dîsa li gorî CPT’yê, di sê mehên di navbera 28’ê Sibatê – 28’ê Gulanê de 751 êrîş hatine tomarkirin; 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 112 kes jî birîndar bûn.

Di dawiya Tîrmehê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku hejmara êrîşan 900’î derbas kiriye, 30 kes mirine û 140 kes jî birîndar bûne. Li gorî hejmarên ku Wezareta Pêşmergeyan di dawiya meha Îlonê de eşkere kiribû, hejmara êrîşên balafirên bêmirov û mûşekên balîstîk ji hezarî derbas kiriye.

Piraniya êrîşên li ser Hewlêrê, ji aliyê sîstemên parastina hewayî ya DYE’yê yên ji bo parastina hebûna Amerîkayê hatibûn bicihkirin ve hatin astengkirin. Silêmanî ji parastineke bi vî rengî bêpar bû.

Wezareta Pêşmergeyan di serdemeke wisa krîtîk de ku DYE bêyî sîstemeke parastina hewayî ava bike vekişiya weke “cihê fikarê” nirxand û bi bîr xist ku qada hewayî ya Herêma Kurdistanê parçeyek ji qada hewayî ya Iraqê ye û got, “Pêwîst e hikûmeta federal, dema ku pêwîst bike berpirsyariya parastina qada hewayî ya Herêma Kurdistanê bigire ser xwe.”

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê, vekişîna DYE’yê ya di sala 2011’an de û bilindbûna DAÎŞ’ê ya di 2014’an de bi bîr xistin û hişyarî dan ku dibe  ku valahiyeke ewlehiyê ya bi heman rengî derbikeve holê.

Başûrê Kurdistanê ne tenê di qada hewayi de, di lıyö bûdçeyê de jî bi valahiyeke cidî re rû bi rû ye. Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku alîkariya darayî ya ku koalîsyonê di çarçoveya lihevkirina çar sal berê ya 21’ê Îlona 2022’yan de ket meriyetê de dabû Pêşmergeyan bi dawî bû, alîkariya darayî ya dawî di 24’ê Îlonê de hat belavkirin û xwest ku kêmasiya mûçeyan ji aliyê hikûmeta federal ve bê pêşwazîkirin.

Li gorî belgeyên bûdçeyê yên DYE’yê hat ragihandin ku di çarçoveya Fona Perwerde-Bi Techîzat Bike ya Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê (CTEF) de, DYE’yê ji bo mûçeyên hêzên Pêşmergeyan di sala 2024’an de 135 milyon dolar piştgirî daye, ev hejmar di sala 2025’an de daket 60 milyon dolarî û piştgirî di Îlona 2026’an de bi temamî bi dawî bû. 

Di pêvajoya vekişîna DYE’yê de, bi valahiya ewlehî û aborî ya li Herêma Kurdistanê re xitimandina siyasî jî derket holê. Tevî ku 23 meh di ser hilbijartinên 20’ê Cotmeha 2024’an re derbas bûne jî hikûmeta nû nehatiye avakirin.

Ji ber ku her du partiyên ku piranîya parlamentoyê pêk tînin PDK û YNK, li ser dabeşkirina wezîfeyan a di nava hikûmetê de li hev nekirin, parlamento jî çalak nebû. Her du partî ji bo ku vê xitimandinê derbas bikin bi dehan caran li hev civiyan. Lê tevî ku ti encam ji hevdîtinan derneket jî aliyan diyar kirin ku ew nizanin wê ev pirsgirêk heta kengî bêçareserî bimîne.

Lewma valahiya di rêveberiyê de, ji aliyê welatiyan ve bi awayekî cîdî rasterast weke kêmasiya xizmetguzariyê û bêaramiya aboriyê tê hîskirin.

YÊN KU WEKÎ SERKETINÊ LI VEKIŞÎNÊ DINÊRIN Û YÊN BI FIKAR NÊZÎK DIBIN 

Haşdî Şabî û komên nêzî Îranê, 30’ê Îlonê ku roja fermî ya vekişîna DYE’yê ye, weke roja serketinê pîroz dikin. Yek ji fermandarên Haşdî Şabî Ebû Mucteba El-Yasirî got: “Em ê di 30’ê Îlonê de girtina rûpeleke reş a di dîroka Iraqê de û têkçûna hewldana dagirkeriyê ya li ser welatê me pîroz bikin.”

Ji aliyê din ve, aliyên Sunnî yên ku bawer dikin ku Iraq bi temamî ne amade ye dosyaya ewlehiyê dewr bigire, di nava fikaran de ne. Dibêjin ku valahiyeke ewlehiyê ya gengaz, tişta ku hemû Iraqî jê ditirsin e.

Di vê noqteyê de der barê Herêma Kurdistanê ya ku li ber êrîşên Îran û komên çekdar bêparastin maye fikarên cidî yên Kurdan jî hene. Berpirsên Herêma Kurdistanê balê dikişînin ser metirsiya DAÎŞ’ê ya ku piştî vekişîna hêzên DYE’yê berdewam dike. Vekişandina sîstemên parastina hewayî, ji aliyê gelê ku her kêlî di bin metirsiya êrîşê de dijî ve bi fikar hat pêşwazîkirin.

Xwestek û pêwîstiya bi hêzeke ewlehiyê ya profesyonel û hevpar, ji her demê zêdetir derket pêş.

DÎROKA BERNAMEYA BÊÇEKIRINÊ HAT PAŞXISTIN

Hikûmeta Zeydî bi vekişîna koalîsyonê re dixwaze bi hev re çekan têxin bin kontrola dewletê. Ev nêzîkatî, bi formûla “leşkerê biyanî tune, çek di destê dewletê de ye” tê pênasekirin. Lê Serokwezîr Zeydî piştî hevdîtina 23’yê Îlonê li New Yorkê bi Trump û rayedarên DYE’yê re dema ku ji bo komên çekdar hatibû diyarkirin ji 30’ê Îlona 2026’an dirêjî 30’ê Hezîrana 2027’an kir. Plana ku di 30’ê Îlonê de dest pê kir, qonaxeke 90 rojî pêşbînî dike. Hikûmet diyar kir ku di vê pêvajoyê de plan “ne li gorî dilxwazî, mecbûriyetek e” û bi vî rengî biryardariya xwe ya di vê mijarê de nîşan dide.

Bernameya hikûmetê ya çekan têxe bin kontrola dewletê, rasterast Pêşmergeyan jî eleqedar dike. Tûgayên Hîzbûllaha Iraqê, di 18’ê Tebaxê de ji bo danîna çekan sê şert pêşkêş kiribûn. Şert ev bûn; hemû hêzên DYE’yê ji xak û qada hewayî ya Iraqê vekişin, hêzên Tirk ji Iraqê vekişin û fesixkirina hêzên Pêşmerge. Hîzbûllaha Iraqê, Pêşmerge weke gefa li ser yekparçeyiya xaka Iraqê pênase kiribû.

JI PARÇEBÛNA ŞÊST SALÎ BER BI YEKÎTIYA PÊŞMERGEYAN VE

Kêmasiya herî binesazî ya Başûrê Kurdistanê ew e ku hêza wê ya parastinê nasnameyeke ser partiyan bi dest nexistiye. Kokên cudabûna PDK-YNK’ê digihîje sala 1964’an; YNK di 1975’an de hat avakirin. Di 1992’yan de rêveberiya herêmî hat avakirin. Qanûna Hejmar 17 a sala 1993’yan, hebûna baskên çekdarî yên partiyan qedexe kir. Tevî vê yekê jî her du partî di sala 1994’an de ketin şerekî navxweyî. Di dawiya şer de partiyan li ser parvekirina hêzan li hev kirin; Herêma Kurdistanê bi awayekî rasteqîn weke herêma “zer” a PDK’ê û herêma “kesk” a YNK’ê hat dabeşkirin. Îro jî noqteya kontrolê ya Dêgelê her du qadan ji hev vediqetîne.

Peymana yekbûna îdarî ya sala 2006’an, Wezareta Pêşmerge ya yekbûyî ya di sala 2009’an de hat avakirin, di navbera 2010-2013’an de 42 hezar Pêşmerge li tûgayan bi cih kirin û projeya reformê ya di sala 2018’an de bi koalîsyonê re hat amadekirin jî, nekarî vê avahiya dualî biguherîne.

Mesrûr Barzanî di 26’ê Sibata 2026’an de Biryarnameya Hejmar 703 îmze kir ku Yekîneya 80 ya ser PDK’ê ve ye û Yekîneya 70 ya ser bi YNK’ê ve ye bi Wezareta Pêşmerge ve girêdide. Yekbûn di 21’ê Îlona 2026’an de li Hewlêrê bi merasîmekê hat ragihandin.

Li gorî avaniya berê Yekîneya 80 ya berê ya di bin fermandariya Tumgeneral Necat Elî Fatim de veguherî Fermandariya Herêma 1’emîn a ji derdora 58 hezar kesî pêk tê. Qada berpirsiyariyê bû Hewlêr, Dihok, Mûsil û bakurê rojavayê Kerkûkê. Yekîneya 70 ya berê jî di bin fermandariya Tumgeneral Omer Salih de bû veguherî Fermandariya Herêma 2’yemîn a ji nêzîkî 56 hezar kesî pêk tê. Qada berpirsiyariyê bû Silêmanî, Helebce, Kerkûk, Xaneqîn û Xurmatû. Ev hêz di çarçoveya 11 timenên piyade yên sivik de tên birêxistinkirin.

Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ku di merasîmê de axivî, diyar kir ku hêz êdî rasterast di bin kontrola wezaret, hikûmet û serokatiyê de ne. Di daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan de hat ragihandin ku pêvajoya di sala 2022’yan de li ser daxwaza DYE’yê dest pê kiribû, ji ber nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de di Îlona 2026’an de temam bû.

LI SER KAXIZÊ YEKÎTÎ, LI QADÊ CUDABÛNA PARTIYÎ

Yekbûn di asta nominal de ma; otorîteya partiyan ji kontrola wezaretê wêdetir e. Tevî vê yekê jî beşeke mezin a pergala ewlehiyê li derveyî reformê dimîne. Bi giştî 152 hezar û 182 personelên Pêşmerge hene. 87 hezar û 505 personelên ser bi Wezareta Hundirîn û 42 hezar û 896 endamên Asayîşê li derveyî çarçoveya yekbûnê ne. Hêza Zêrevanî ya ser bi PDK’ê ve ku nêzî 45 hezar kes e û hêza ser bi YNK’ê ve ku 16 hezar kes e, girêdayî Wezareta Hundirîn in.

Rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê Parastin û rêxistina îstîxbaratê ya YNK’ê Zanyarî jî li ser xetên partiyê xebatên xwe didomînin. Raporên kontrolê yên Emerîkî jî destnîşan kirin ku bandora partiyan li ser yekîneyên wezaretê berdewam dike.

ŞENGAL LI SER MASEYA BAZARÊ YE

Vekişîna koalîsyonê, dosyayên din ên Başûrê Kurdistanê û derdora wê jî disa tîne rojevê. Şengal, ji aliyê destkeftiyên Kurdên Êzidî ve weke dosyaya herî krîtîk derdikeve pêş. Nediyariya pêşeroja Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û hêzên ewlehiyê yên Êzidî berdewam dikin. 

Di dema ku entegrasyona hêzên ewlehî û parastinê yên Êzidî nav artêşa Iraqê tê nîqaşkirin de şandeyeke leşkerî bi serokatiya Serfermandarê Iraqê Korgeneral Ebdulemîr Yarallah di 22’yê Îlonê de serdana herêmê kir. Lê li ser encamên serdanê ji her du aliyan ti daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

Şengal, parçeyek ji bazara di navbera dewleta Tirk û Bexdayê de ye. Di daxuyaniya hevpar a Recep Tayyîp Erdogan û Zeydî de ku di 23’yê Îlonê de li New Yorkê ya Civata Giştî ya NY’yê hat kirin de hat diyarkirin ku wê li Şengalê bi temamî otorîteya dewleta Iraqê bê avakirin û dawî li hebûna ‘hêmanên çekdarên biyanî yên qedexekirî’ bê anîn.

BAREGEHÊN DAGIRKERIYÊ LI CIHÊ XWE NE

Li gorî heman daxuyaniyê wê hêzên Tirk girêdayî pêşketina Iraqê ya di qada ewlehiyê de, Baregeha Başîka-Zilkanê li gorî mekanîzma û nexşerêya diyarkirî gav bi gav radestî Hikûmeta Federal a Iraqê bikin. Ji bo radestkirinê dîrokek nehatiye eşkerekirin.

Radestkirina Başîkayê, nayê wateya dawî li hebûna leşkerî ya dewleta Tirk a li Iraq û Başûrê Kurdistanê tê. Li Baregeha Leşkerî ya Başîkayê ku di Kanûna 2015’an de hat avakirin, nêzî 600 leşkerên Tirk hene. Bi giştî 5 baregehên sereke, zêdetirî 2 hezar leşker û nêzî 100 noqteyên bicihbûnê yên dewleta Tirk li Iraqê hene. Li gorî hin daneyan, ji sala 1997’an ve derdora 5 hezar leşkerên Tirk, şerîdekî 20 kîlometreyî yê li ser sînor di bin dagirkeriyê de digirin.

Zeydî di daxuyaniya 22’yê Îlonê ya ji New York Timesê re kiribû de diyar kiribû ku ji bo hêzên Tirk ji xaka Iraqê vekişin hevdîtinên bi Enqereyê re berdewam dikin. Serdana du rojan a Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a ku li Bexda, Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê kiribû, nîqaşên li ser mîmariya ewlehiyê ya Projeya Rêya Pêşketinê bi xwe re anîbû.

RÊYA DERKETINÊ: YEKÎTIYA DEMOKRATÎK Û PARASTINA HEVPAR

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi salan ewlehiya xwe radestî hêzên derve kir û parastina xwe nespart hêza xwe. Mûçe, perwerde, çekên Pêşmergeyan û parastina qada hewayî ya Herêma Kurdistanê jî bi hêzên din ve hatin girêdan. Îro bê parastin mayîna qada hewayî ya Başûr ne encama çûyîna koalîsyonê ye encama vê girêdayîbûnê ye. Ewlehiya girêdayî derve roja ku hêza ku xwe spartiyê vekişe xelas dibe.

Heman girêdayîbûnê niha dixwazin radestî Bexdayê bikin. Hêviya parastina qada hewayî ji hikûmeta federal kirin, tê wateya şûna mîsogeriyeke derve yeke din bi cih dibe. Dema mirov gavên navendîbûnê yên Bexdayê difikire, ev yek ji bo statuya Başûrê Kurdistanê rîskên nû dihewîne.

Sedemeke vê tabloyê jî bêguman parçebûn e. Pêknehatina yekîtiya neteweyî û rêveberiya dualî, li pêşiya birêxistinkirina hêza cewherî ya Başûr astengiya bingehîn e. Partiyên ku li îtîfaqên derve digeriyan nekarîn parastineke hevpar ava bikin.

Banga Rêber Apo ya “Hikûmeta Yekîtiya Demokratîk” ku ji bo hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir, ji ber vê yekê ne tenê ji formûleke kabîneyê pêk tê. Bang avakirina vîna siyasî ya hevpar û parastina hevpar a li ser bingeha hêza cewherî armanc dike.

Di 21’ê Îlonê de kombûna hêzên Pêşmerge di bin banekî de, di vî alî de qonaxeke krîtîk e. Lê belê yekbûneke ku li ser kaxizê bimîne, ji bo parastina Başûr têr nake. Mîsogeriya Başûrê Kurdistanê ne sîwana ku wê Washington an jî Bexda veke. Mîsogerî xweparastina ku xwe dispêre gelê xwe û yekîtiya neteweyî ye. Vekişîna koalîsyonê ji bo dîtina vê heqîqetê dikare bibe derfetek.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hiqûqnas Ozbîngol: Pêvajoya aştiyê divê bi mîsogeriyên hiqûqî û demokratîk were pêşvebirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên gerîla li Zapê lê dan: 9 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku hêzên gerîla li herêma Zapê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Civaka demokratîk çareseriya sûcên li dijî jin û zarokan e’

Rûniştina sêyemîn a doza duyemîn a têkildarî kuştina Narîn Guran a 8 salî, li Dadgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Perspektîfa aborî û tecrûbeyên koopreratîfê yên Rêveberiya Xweser a Rojava

Ev pergala ku xwe dispêre rêveberiyên xweser, bi saya kooperatîfan xwe birêxistin dike û aboriyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hiqûqnas Ozbîngol: Pêvajoya aştiyê divê bi mîsogeriyên hiqûqî û demokratîk were pêşvebirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rojnamevan Derya Okatan hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê Cejna Şêxil Qasim hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?