Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Seroka MPKE’yê Petra Bayr: Tirkiye ji pêkanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweşê giran Civan Boltan: ‘Ev sê hefte ne min nabin nexweşxaneyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş nobeta li pêşiya Wezareta Edaletê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê nobeda bêdem destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinardekirina neftê ya ji xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arzoxliyê nobeda li dijî GES’ê di roja 27’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Rojava: Jin divê bi qanûnî bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardanê dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!
Jin

Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

Aycan Dîrîl diyar kir ku li dijî qetilkirina jinan û mirinên biguman veneguherin îstatîstekê ew dixwazin bîrekê ava bikin û got: ‘’Em di wê baweriyê de ne ku ev mesele, rewşeke şerî ye ku berê xwe daye laşên jinan, heqîqetên wan û hebûna wan.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê li dijî tundiya li ser jinan, mirinên jinan ên biguman û qetilkirinên jinan ên di demên dawiyê de ‘’Nobeta Edalet û Bîra Jinan’’ dide destpêkirin.

Jin wê 10 hefteyan rojên Sêşemê di saet 12.30’an de li pêşiya Edliyeya Amedê nobedê bigirin, çîrokên jinên hatine qetilkirin bixwînin û daxwazên xwe yên edaletê bînin ziman. Nobeda yekem wê di 6’ê Cotmehê de were girtin.

 

Endama Komîsyona Jinan a Amedê ya OHD’ê Parêzer Aycan Dîrîl ku di nava torê de cih digire, diyar kir ku tiştên rû dane ji cînayetên jinan derbas bûne û veguherîne komkujiyeke jinan a berê xwe daye laşê, heqîqet û hebûna jinan.

‘PRATÎKA DARAZÊ VEGUHERÎ PRATÎKEKE SERWERIYA MÊRAN’

Aycan Dîrîl têkildarî armanca nobedê û pêvajoya wê axivî û got ku komkujiyên çêbûne ji hejmarekê pêk nayên û ew armanc dikin ku li dijî vê yekê bîrekê ava bikin.

Aycan Dîrîl diyar kir ku daneyên ku ji aliyê rêxistinên jinan ve tên girtin zêdebûna qetilkirina jinan û mirinên jinan ên biguman nîşan didin û got ku nebûna daneyên fermî jî pirsgirêkeke girîng e. Aycan Dîrîl îfade kir ku mirinên jinan ên biguman ên di şeş mehên dawîn de ji hejmara qetilkirina jinan derbas bûye û ev yek anîn ziman:

‘’Mirinên biguman jî di rastiyê de dibin sedem ku lêpirsînên bibandor neyên birêvebirin û li gel van lêpirsînên bêbandor mirinên ku veguherîne polîtîkayên bêcezahiştinê zêde bibin. Divê edalet weke daxwazeke mafî derkeve pêş.’’

‘EM DIXWAZIN BÎREKÊ AVA BIKIN’

Aycan Dîrîl piştre da zanîn ku rêxistinên jinan heya roja îroyîn li gel daxuyaniyên çapemeniyê û lidarxistina meşan têkoşîn meşandine lê belê wan dît ku ev rêbaz bi tena serê xwe bi têrê nakin û ji ber vê yekê wan biryara girtina nobedê standiye û got: “Hemû hefteyan li ser nûçeyan êdî veguheriye hejmarekê, em bes dibin şahidê kurtkirina navên jinên ku hatine qetilkirin. Piraniya van weke mirinên biguman zû tên girtin. Navên jinan tên jêbirîn, dosye tên girtin û polîtîkayeke bêcezahiştinê ya mayînde tê sepandin. Em hem ji bo ku navên jinan tune nebin dixwazin bîrekê ava bikin hem jî em dixwazin daxwazên xwe yên têkildarî edaletê bînin ziman.’’

‘EM DIXWAZIN ÇÎROKÊN WAN BIDIN XUYAKIRIN’

Aycan Dîrîl di dewama axaftina xwe de got ku ew armanc dikin ku li gel Amedê hemû mirinên jinan ên li seranserê Tirkiyeyê di rojevê de bigirin û destnîşan kir ku wê nobedên werin girtin çîrokên jinan bidin xuyakirin. Aycan Dîrîl ev yek anîn ziman: ‘’Ji bo ku jin veneguherin hejmar û îstatîstîkekê me biryar da ku çalakiyeke nobedê ya ku em çîrokên wan perve bikin, bidin destpêkirin. Li gel bilindbûna têkoşîna jinan em ê li dijî veşartina wan lêpirsînan bibin asteng.’’

HEMÛ SÊŞEMAN NOBEDA LI PÊŞIYA EDLIYEYÊ

Aycan Dîrîl di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan, rêxistinên maf û hiqûqê û kesên parastina jiyanê dikin, kir ku beşdarî nobedê bibin û got:

‘’Em bang li hemû rêxistinên maf û hiqûqê, jinan û hemû kesên parastina jiyanê dikin ku xwedî lê derkevin û werin ba hev. Em hemû kesan vedixwînin çalakiya nobedê ya ku em ê hemû Sêşeman saet 12.30’an de li pêşiya Edliyeyê bigirin, çîrokên jinan parve bikin û daxwazên xwe yên têkildarî edaletê bînin ziman.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Piştî Koalîsyonê Başûrê Kurdistanê: Divê mîsogerî yekîtiya neteweyî ya Kurdan be
Nûçeya Pişt re Li Wanê girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin mafê tedawiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gulistan Koçyîgît: Peymana li Sûriyeyê gaveke gelekî girîng e

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku peymana li Şamê hate mohrkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

YPS’ê li Mêrsînê çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Şervan Botan a YPS’ê li Mêrsînê kargehek da ber agir.

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameyên şehîdên Tişrînê hatin eşkerekirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê nasnameyên 5 kesên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Kirmanşanê bavek keça xwe ya 16 salî qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?