Sêşem, 9 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Beriya Meclîs bikeve betlaneyê divê teqez qanûn bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava rojekê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Du rojnanemevan hatin berdan, ceza li yekî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    82 Xelatgirên Nobelê ji bo Rêber Apo bang li Konseya Ewropayê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pirsgirêka Kurd pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye, nabe ku weke amûrekê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 1055’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elyakut piştî 30 salan hat berdan: Baweriya heta dawiyê bi pêvajoyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê ji bo pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ bang li KE’yê kir 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hafiz Akdemîr li kolana ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî kampa Azadî ya li Koyeyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê demildest mafê hêviyê ji bo Rêber Apo were naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Endamên Talîbanê jinek Kurd û keça wê ya 15 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jinan giliyê Rahmî Koç kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî 10 biryar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamgeriya Jinê ya Gûrbetellî Ersoz destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê tundiya li ser jin û zarokan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA, YJAD û YJK’ê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzvanên Mafên Mirovan wê li Rojava û Pirsûsê bên cem hev!
Rojane

Parêzvanên Mafên Mirovan wê li Rojava û Pirsûsê bên cem hev!

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li hemberî êrîşên ku li ser Rojava didomin amadekariya çûna Pirsûsê dike. Baroya Amedê jî plansaziya çûna Rojava dike. Parêzvanên mafên mirovan bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku li dijî êrîşan têkevin nava liv û tevgerê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di demeke ku êrîşên çeteyên HTŞ’ê û komên girêdayî wê li ser Rojava berdewam dikin de çete biryara agirbestê ya hikûmeta Sûriyeyê binpê dikin, êrîşî ser wargehên Kobanê û Hesekê dikin. Baroya Amedê û Komîsyona Mafên Mirovan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê diyar kirin ku di van êrîşên didomin de binpêkirinên mafên mirovan û sûcên şer têne kirin û bertek nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî dan. Parêzvanên mafên mirovan anîn ziman ku divê ev sûc bên raporkirin û wekîsaziyên mafên mirovan li hember ev tiştên diqewimin wê hin çalakiyan bikin.

Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Amedê Bawer Mizrak diyar kir ku baro li dijî pevçûnên zêde bûne ew ê biçin Başû û Rojava. Bawer Mizrak destnîşan kir ku ew ê li wir gelek danûstandinan bikin ûbi bîr xist ku daxwazên gelên Sûriyeyê yên jiyaneke wekhev û azad hedef tên girtin.

‘JIYANA GEL HEDEF TÊ GIRTIN’

Mizrak anî ziman ku hewl didin modela jiyanê û polîtîkayên ku ji hêla gelê Kurd ve hatine avakirin tune bikin û got, “Hikûmeta demkî ya Şamê ku zîhniyeta Esed a berê didomîne, bi nêzîkatiyek yekrengî tevdigere û hewl dide ku rêveberiyek navendî li seranserê Sûriyeyê ji nû ve ava bike. Bi salan e, Rojava xwedî statuyek bû ku mirov tê de wekhev dijiyan. Êrîşek cidî li dijî vê yekê heye.” Mizrak destnîşan kri ku pevçûnên ku 15 roj berê li Helebê dest pê kirin, ber bi Hesekê û herêma sînorê Rihayê ve belav bûne û got “Di dîmenên hatine weşandin de, em bi zelalî dibînin ka rêbazên ku di dema êrîşan de têne bikar anîn çiqas hovane ne.”

‘WEK BARO EM Ê BIÇIN ROJAVA’

Mizrak behsa krîza mirovî ya ji ber êrîşan çêbûye kir û diyar kir ku bi hezaran kes koçber bûne û wiha domand: “Mirov neçar mane ku malên xwe biterikînin. Pirsgirêkên cidî di gihîştina stargeh, xwarin û pêdiviyên bingehîn de hene. Ji bo ku em li hember vê hovîtiyê bêdeng nemînin, hişyariya raya giştî bilind bikin û rewşê li cihê wê bişopînin, em plan dikin ku îro bi şandeyek ji 15 kesan re ji deriyê Sêmalka derbasî Rojava bibin.”

‘XWEPARASTIN MAFÊ HERÎ SEREKE YE’

Mizrak qala mafê xweparastinê yê mirovên li wir dijîn kir û destnîşan kir ku ev mafek rewa ye û got, “Her çiqasî mirovên li wir dijîn êrîşî tu nasname an civakê nekiribin jî, ew ji ber nasnameya xwe ya Kurd û îradeya xwe ya birêvebirina herêmên xwe dibin hedef. Parastina li dijî van êrîşan di çarçoveya xweparastinê ya rewa de mafê herî sereke ye.”

‘JIYAN Û EWLEHIYA MIROVAN DI BIN XETEREYÊ DE NE’

Endama MYK’ê û rêvebera ÎHD a Amedê parêzer Berfîn Elçî diyar kir ku ÎHD ji bo bêje “Li dijî şer, aştî” wê roja Şemiyê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bicive. Berfîn Elçî destnîşan kir ku ew ê bi daxuyaniyekê balê bikişînin ser binpêkirinên mafên mirovan û got, “Êrîşên dawî yên li bakurê Sûriyeyê, bi taybetî jî hedefgirtina wargehên ku nifûsa Kurd lê zêde ye, nîşan didin binpêkirinên mafên mirovan ên cidî hene. Çalakiyên leşkerî yên ku ji hêla komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve li Rojava û derdora wê têne kirin, rasterast jiyan û ewlehiya nifûsa sivîl a Kurd dixe xetereyê. Her çiqasî gelên din û komên olî yên li herêmê dijîn jî ji van êrîşan bandor dibin jî, rastiya ku wargehên ku êrîş lê kom bûne deverên ku nifûsa wan bi piranî Kurd e nîşan dide ku tiştê ku diqewime ne tesadufî ye.”

‘MAFÊN MIROVAN BI AWAYEKÎ EŞKERE TÊN BINPÊKIRIN’

Berfîn Elçî anî ziman ku tiştê ku diqewime binpêkirinek eşkere ya mafan e û got kudi wêneyan de her tişt bi zelalî xuya dike. Berfîn Elçî bang li Neteweyên Yekbûyî kir û got, “Hedefgirtina wargehên sivîlan, koçberkirina bi darê zorê, muameleya xerab û qelkirinênn keyfî binpêkirinên eşkere yên qanûna mirovî ya navneteweyî ne.

Bidestxistina agahiyên rast ên binpêkirinan li herêmê her ku diçe dijwartir dibe. Lê, wêne û şahidiyên ku derketine holê eşkere dikin ku erkên derbarê parastina sivîlan de bi awayekî sîstematîk têne binpêkirin. Ev rewş ji bo maf û azadiyên bingehîn ên gelê Kurd, nemaze mafê wan ê jiyanê, fikarên kûr diafirîne. Berdewamiya pevçûnê bi vî rengî ne tenê dê binpêkirinên heyî girantir bike, lê di heman demê de dê lawaziyên etnîkî û civakî yên li herêmê jî kûrtir bike.”

‘DIVÊ BINPÊKIRIN BÊ CEZA NEMÎNIN’

Berfîn Elçî anî ziman ku ew ê di çalakiya roja Şemiyê ya li Pirsûsê de mafê jiyanê yê gel dubare bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê niha civaka navneteweyî bi taybetî Neteweyên Yekbûyî li dijî van êrîşên li ser Kurdan gavên bi bandor bavêjin. Wekî Komeleya Mafên Mirovan derbarê van hemû binpêkirinên mafên mirovan em ê roja Şemiyê li Pirsûsê, li ser sînorê Kobanê çalakiyekê li dar bixin. Ji ber vê yekê çalakiya ku em ê li ser sînorê Pirsûsê bikin, em ê daxwaza xwe ya rawestandina êrîşên li ser sivîlên Kurd ên li seranserê sînor, parastina sivîlan û bêceza nehiştina binpêkirinên giran ên hatine kirinbînin ziman. Nabe ku daxwaza aştiyê ji parastina mafê jiyanê yê gelê Kurd cûda were dîtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kenanoglu: Feraseta tekparazî Sûriyeyê dikişîne nav pevçûnên mayînde
Nûçeya Pişt re Şengal û Rojava: Du rûyên heman rûmetê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Pirsgirêkên li herêmê bi azadiya Rêber Apo çareser dibin’

Silêman Silêman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker careke din pergala êşkence û qirkirinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Fîlozofê Fransî Badiou ji Rêber Apo re name şand

Fîlozofê Fransî û nivîskarê romanê Alaîn Badiou ji Rêber Apo re name nivîsî û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Elîşêr li Til Temirê hat veşartin

Cenazeyê şehîd Elîşêr (Îmad Îbrahîm El Berho) ku 17’ê Çileyê li Dêr Hafirê şehîd bûbû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Beriya Meclîs bikeve betlaneyê divê teqez qanûn bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di nava rojekê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Du rojnanemevan hatin berdan, ceza li yekî hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

82 Xelatgirên Nobelê ji bo Rêber Apo bang li Konseya Ewropayê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?