Li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amed ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku li cih û demên cuda de şehîd bûne, merasîma sersaxiyê hat lidarxistin. Sersaxiya ku ji aliyê MEBYA-DER’ê ve hat organîzekirin û malbatên gerîlayên şehîd, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdar bûn.
Welatiyên ku beşdarî sersaxiyê bûn ji ANFê re axivîn, diyar kirin ku divê şer û pevçûn bi dawî bibin û aştiyeke mayînde û wekhev were avakirin. Welatiyan daxwaz kirin ku pêvajo li gorî daxwazên civakê pêş bikeve û mafên bingehîn ên gelê Kurd werin misogerkirin.
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVE’
Sadik Tosun ê ku beşdarî sersaxiyê bû diyar kir ku divê her kes xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk derkeve. Tosun bal kişand ser bedelên giran ên ku di salên borî de hatine dayîn û anî ziman ku divê hemû beşên civakê ji bo pêşketina pêvajoyê berpirsiyariyê bigirin ser xwe.
Tosun diyar kir ku kêmaniyên verastkirina qanûnî hene û got, “Beriya her tiştî divê rêberê gelê Kurd di vê pêvajoyê de karibe rasterast têkiliyê deyne. Her wiha qanûna ku der barê Kurdan de bê derxistin divê li ser ziman û perwerdehiyê be. Madem dibêjinxwişk-biratî divê em wekhev bin û divê hemû mafên me wekhev bin. Daxwazên gelê Kurd ne tenê daxwazên gelekî ne, daxwazên wekhevî û mirovî ne. Divê mafê Kurdan ê perwerdehiya bi ziman, çand û dîrokê were misogerkirin.”
‘EM ÊDÎ ŞÎNAN NAXWAZIN’
Maşallah Yildenîz diyar kir ku daxwaza wan a herî bingehîn aştî ye û ew êdî şînên nû naxwazin û got, “Daxwaza me aştî ye. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin rêberê me azad bibe û li cem me be. Em naxwazin ti kes şehîd bibe. Vaye emhatinsersaxiya 50 şehîdan û em êdî şînên nû naxwazin. Divê ne gerîla û ne jî leşker li van geliyan şehîd bibin, neyên qetilkirin. Bila her kes aştiyê bibîne, bila her kes aramiyê bibîne.”
‘DAYIK BI SALAN E BANGA AŞTIYÊ DIKIN’
Emîne Altan jî diyar kir ku ew bi salan e di nava Dayikên Aştiyê de cih digire û got, “Wekî dayik em aştî dixwazin. Em demokrasiyê dixwazin. Dayik bi salan e têdikoşin. Wan kurên xwe dangotin ‘aştî’, wan keçên xwe dan gotin ‘aştî’. Ti dayikan şer nexwestin, dayik aştiuê dixwazin. Destpêkek hatiye kirin, lê ev têrê nake. Divê were berfirehkirin. Em xwe nexapînin, em nebêjin ‘aştî’ hatiye. Divê em bihêz bin. Divê îradeya me ya siyasî xurt be û divê em her tim li ser piyan bin.”
‘EM XWÎNÊ NEXWAZIN’
Bêrîvan Mizrak a ku beşdarî sersaxiyê bû, diyar kir ku daxwaza wan tenê aştî ye û got, “Em dixwazin bibe. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwînbirije. Em çi dixwazin, em aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîn birije.”

