Dema ku mirov diçe ser peravên çemê Dîcle û guh dide herikîna wê, mirov ne tenê dengê avê ya ku li kevirên kevnar dixe dibîhize; di heman demê de mirov guh dide dîroka ku bi hezar salan di qatên axê de hatiye veşartin, çîrokên demdirêj û bîranînên bi êş ên Mezopotamyayê. Dengê pêlên wê, mîna bîranîneke kevnar û bêdawî ye ku bi sedsalan e bêrawestan diherike û diçe. Ew ji bo gelek kesan tenê ne çemek e; ew sembola jiyanê, berxwedan û xemgîniyê ye. Ji bo hinekên din jî, ew razekî pîroz e ku sirra axê û bîra deman bi dizî li ber guhên şevê dibêje, dertîne holê û bi bayê êvarê re li deştan belav dike.
Di wan kêliyên bêhempa de ku roj bi hêdî hêdî xatir ji axê dixwaze û asîman gav bi gav xwe bi şevreşiyeke nerm dialîne, rengê avê jî diguhere. Di vê demê de, dengê pêlên Dîcle di nava bêdengiya tarîtiyê de girantir, kûrtir û bi heybettir dibe. Ew ronahiya zer a dawîn a rojê ya ku li ser rûyê pêlan dileyîze li xwe dihewîne û mîna bîranîneke kûr a demên borî, dest bi strana xwe ya şevê ya sirûştî dike.
Di nav vî dengê kûr û bêdengiya şevê de, ev çemê ku bi sedsalan e sembola jiyan û berxwedanê ye, êdî di bîra mirov de bi navê lehengên ku ji bo vê axê canê xwe feda kirine re yek dibe. Gava ku behsa Şehîd Dîcle tê kirin, mirov baştir fêm dike ku ev ax çiqas pîroz e. Gerîla Sîdar Baran jî, dema qala Şehîd Dîcle dikir, ev axa pîroz bi van gotinan dianî ziman:
“Ev axa ku Dîcle li ber diherike, bi çiyayên xwe yên bi heybet û efsaneyên xwe ve dijî. Mîna Çiyayê Kela Memê û Tenînê ku her çar demsalan di heman demê de di hundirê xwe de digirin; sosin û beybûnên wê pir bi bêhn in, ava çem û kaniyên wê her tim zelal diherikin û berf tu carî ji ser kêm nabe. Li wan çiyayan, havînê mirov di bin tava Kela Memê de bi germahiyê dişewite, lê dema mirov dixwaze raze, nîvê laşê mirov di bin tavê de û nîvê din di bin sîbê de dimîne; xewa li wir mîna nîv zivistan û nîv havîn e.
Ev hevsengiya dijberan, ruhê wî welatî yê ku Heval Dîcle li ser mezin bûye jî nîşan dide. Gundê wê hinekî diket ser sînorê Başûr û Bakur; li pişt gundê wan Tepeyê Serdem (Bezelîk) hebû ku sînor nîşan dida. Heval Dîcle di nava malbateke welatparêz de, bi bîranîna şehîdên malbata xwe mezin bûbû. Wê di temenê xwe yê zû de pirtûka jiyanê li ser van axên sînorî xwendibû; bi kêm xwendina xwe ya li dibistanan, lê bi xwendina kûr a li ser çiyê û tevlîbûna xwe, bû nûnerek rastîn a wê bîrê.”
Deng û awazên wan peravan li ser lêvên gerîla vediguherîne sirûdeke azadiyê û diherike. Ew helbesta ku ji kûrahiya dilê wan diqelişe, bi bayê Cûdiyê re dibe yek; mîna gazî û lorînên dengbêjên kevnar li nav zozan û zinaran belav dibe. Û navê Şehîd Dîcle, mîna pêlên bêrawest ên vî çemî, di her lêdana dil û di bîra hevrêyên wê de her diherike, nabe sedema jibîrkirinê.
Lewma Dîcle ya porsor digot: “Ruhekî wisa bi min re heye ku heke ez ji çiyan qut bibim, wê jiyana min nîvco bimîne. Jiyana min li çiyan xweş e; çiya jî bi zor û zehmetiyên xwe bedew û xweş e. Eger jiyanek rehet be, mirov zêde wateya wê fêm nake. Ez dikarim li vir wateyê bidim jiyanê. Belkî ez nikaribim mîna hemû hevalan her karî bikim, lê ez îro weke jinekê di nav jiyanê de xwedî rol û mîsyon im.”
Ji ber ku ruhê azadiyê, bi kûrahiya van çiyayan re bûye yek; ew der ne tenê cihekî jiyanê, lê belkî cihê dîtina wateya hebûnê ye. Çiyayê Cûdî, Gabar û Zagros bi hemû bager, seqem û zehmetiyên xwe ve, ji bo wê bûn dibistana berxwedanê. Dîcle baş dizanibû ku her kevir û zinarê van çiyayan şahidê çîrokeke pak û kevnar e. Bi wan gotinan re, ew bi israr û baweriyeke mezin li ser piyan bû. Wê nedixwest bibe şahidê jiyaneke bêruh û ji her tiştî bêpar. Berevajî vê, wê dixwest bi her nefesa ku li van bilindahiyan dikişand, wateyeke nû bide têkoşînê.
Ji lewra her gotina ku ji lêvên wê diherikî, li ser rûpelên dîrokê dihate nivîsandin û di nava dilê hevrêyên wê de cih digirt. Ew niha di nava wan çiyayan de, mîna stêrkeke geş li asîmanê welêt diteyise; û ew dengê ku ji kûrahiya dilê wê derketibû, niha bi pêlên çemê Dîcle re tevlî bîra vê axê dibe û heta hetayê jiyan dike.
Belê; dema ku weke yekîne me ev beşa nû ya Starên Azadiyê amade dikir û di dema kişandin û montajê de me guh lê digirt, weke hest me ba û bêhna çiyayên Cûdî û Zagrosê li ser rûyê xwe hîs dikir. Her karekî ku em datînin ser hev, dibû pira di navbera rastiya dîrokê û bîra rojane de. Di nava wan dîmenan de, dengê çem û bilindbûna girîngiya axê careke din da nîşandayîn ku ev ked ne tenê karekî asayî ye; ew parastina rûmet û bîranîna wan e. Çîroka lehengiya Dîcle-Sosin Alkut em dibirin nava kûrahiya dîrokê, me digihand serê wan çiyayên ku evîna azadiyê lê şîn bûye. Carek din me êş, serbilindî û hevrêtiya têkoşîna azadiyê ji nû ve nas dikir û kûr hîs dikir. Ew navê ku mîna pêlên çemê Dîcle di dil û bîra hevrêyan de diherike, nîşan dide ku têkoşîn û bîranîn tu carî winda nabin; ew di her lêdana dil a vî welatî de ji nûve şîn dibin û mîna stêrkeke geş li asîmanê welêt dimînin.
ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

