Bajarê Reqa yê Sûriyeyê bi êrişên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê re vareke din veguherî dojehê. Di van êrişan de ku bi hezaran sivîl ji cih û warê xwe bûn, bi sedan mirov bi hovane hatin qetilkirin, revandin an jî winda bûn.
Malbatên ku di bin siya êrişan de hewl didin jiyana xwe dewam bikin, ji pêwîstiyên bingehîn bêpar xwe li avahiyên dibistanan girtin. Civaka navneteweyî jî xwe li bêdengiyê datîne.
Çîroka bavê 9 zarokan Ebdû Xalid Derwîş êşa giran radixe pêş çavan.
Derwîş ji ANF’ê re qala hovîtiyê kir: “Em ji Reqayên hatin koçberkirin. Niha li avahiya dibistanê dibînin. Tiştek nîne ku em li erdê raxin, em li erdê rûdinên. Xizmên me sax in an mirî ne em pê nizanin. Em nikarin agahiyê werbigirin. Em nizanin bê çi bikin, hûn bi xwe rewşa me niha dibînin. DAÎŞ, OSO careke din êriş kirin. Her kesên li derdora me rabûn, êrişî me kirin. Me bi zorê xwe xilas kir. Dema ku gelê Kurd diket destê wan, ew serjê dikirin. Wêneyên jin û mêr ên dest û milên wan jêkirî kişandin û ji min re şandin. Ev dîmen hîn bi min re ne.”
Derwîş bi malbata xwe ji mala xwe ya li Reqayê derket û xwe gihand Xaçerêya Hezîmeyê. Derwîş got, “Me wesayitek sekinand û hatin heta Xaçerêya Hezîmeyê. Li wir bi qasî 3 kîlometreyan em meşiyan. Ji kolanna, ji qada bejahî em ji bajêr derketin. Di rê de me destê xwe li kîjan wesayitê bilind kir, nesekinî. Herî dawî wesayitek ku cebilxane tê de bû ji ber min derbas bû û dema zarok li gel min dît, sekinî. Em gihand heta derdora Eyn Îsayê.”
Derwîş diyar kir ku di rê de gef li wan hate xwarin û got, “Her kesên ne ji me rahiştibûn çekê û digotin, ‘Hûn bi ku ve direvjin’. Heta ku em ji Eyn Îsayê hatin Kobanê me zêdeyî deh wesayit guhert.”
Derwîş got, “Dema gihîştim vê derê dîmenê mala min a li Reqayê kişandin û ji min re şandin. Gotin, ‘Êdî mala te çû, me dest danî ser. Vegera li Reqayê êdî ji bîr bike'” û qala rewşa heyî ya malbata xwe kir, “Baş e, em ê berê xwe bidin ku derê? Wekî din çareya me heye? Li vê derê li taxan em yek, du bîdon avê werdigirin. Weke ku hûn jî dibînin. Pereyê me nîne ku em xwarinê ji zarokên xwe re bikirin. Me nekarîbû tiştekî bi xwe re bînin. Li gel zarokên xwe em li vê derê 9 kes in. 2 zarokên min jî li Qamişloyê ne.”
Çîroka Derwîş nîşaneya trajediya bi hezaran mirovî ye. Jin, û zarok herî zêde mexdûrê êrişan e. Di vê demê de ku DAÎŞ ji girtîgehan hatin derxistin, ewlekariya sivîlan hîn bêhtir di metirsiyê de ye.

