Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser dirêjkirina dema agirbestê bo 15 rojan, bi navbeynkariya navneteweyî re li hev kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Hêzên me, QSDˊê diyar dike ku bi navbeynkariya navneteweyî agirbest heta 15 rojan hat dirêjkirin, di heman demê de jî diyalog bi Şamê re berdewam dikin.
Hêzên me, ji bo parastina sivîlan, kêmkirina aloziyê, pêkanîna şert û mercên guncaw ên îstîqrarê pabendî lihevkirinê ne.”
Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê jî ragihand ku heta 15 rojan agirbest, saet ji 23.00ˊan îro heta bi 24ˊê Çileya 2026ˊan agirbest hatiye dirêjkirin.

