– Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser bajarên Rojava û pêşketinên têkildar wê werin şopandin.
– Çalakiyên ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê li dijî êrîşên li Rojava hatine kirin wê werin şopandin.
– Evîndar Ararat diyar kir ku gefên li ser Şoreşa Rojava berdewam dikin û got, “Heta ku destketiyên Şoreşa Rojava, nasnameya gelê Kurd û şoreşa jinên Kurd werin misogerkirin, divê gelê me çalakiyên xwe bidomîne.”
– Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku dorpêça li ser Kobanê li dijî qanûnên navneteweyî ye û hewldana ji bo qirkirinê ye.
– Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, derbarê girtekên Îmraliyê de, diyar kir ku Rêber Apo bi israr got ku guhertina li Sûriyeyê divê demokratîk be.
– Gerîlayên YJA Starê berxwedana gel û şervanên Rojava silav kirin û diyar kirin ku dîsa di şexsê jinên Kurd ên pêşengiya berxwedanê dikin de îradeya azad a jinan hedef tê girtin.
– Endamên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê bertek nîşanî êrîşên li ser Rojava dan, helwesta saziyên DYE, YE û dewletên peywendîdar rexne kirin û rewşa “wekî “şermê” bi nav kirin.
– Hevseroka PYD’ê Sema Bekdaş diyar kir ku êrîşên êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk yên li ser Rojava parçeyek ji planeke navneteweyî ne û got, “Gelê Rojava teslîmbûnê qebûl nake. Bi saya vê berxwedanê, gelê me yekîtiya xwe xurt kir.”

