Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku komên çekdar ên girêdayî Şamê bi êrîşa bejahî li gundê Xirab Reşkê yê başûr-rojhilatê Kobanê pêk anîne.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD’ê de ev yek hatin kirin:
“Hêzên me niha li hember êrîşa bejahî ya ku komên girêdayî Şamê li gundê Xirab Reşkê yê başûr-rojhilatê Kobanê destpê kirine, li ber xwe didin. Êrîş bi topbarana giran a li ser gund re bi heman demê ve didome.
Ev êrîş binpêkirineke eşkere ya lihevkirina agirbestê ya dawî ye.
Hêzên me mafê xweparastina rewa bi kar tînin, li hember êrîşa ku heta keliya ku ev nûjenkirin hatiye amadekirin û didomin bersiv didin û Şamê ji binpêkirina agirbestê berpirsyar digirin.”

