Wezareta Karûbarên Derve ya Çînê piştrast kir ku Serokdewletê yê Çînê Şî Cînpîng wê di navbera 24-26’ê Îlonê de biçe DYE’yê. Ev serdan li ser bingeha vexwendina fermî ya Serokê DYE’yê Donald Trump pêk tê.
Ev hevdîtin di sala 2026’an de dibe duyemîn civîna serokên van her du welatên herî mezin ên aborî yên cîhanê. Trump, di Gulana îsal de çûbû Pekînê.
DI ROJEVÊ DE BAZIRGANÎ Û TAYVAN HENE
Di civîna her du serokan de mijarên sereke yên reqabeta navbera Washington û Pekînê ku rasterast tesîrê li cîhanê dikin, bên gotûbêjkirin. Mijarên mîna bazirganî, bacên gumrukê, hişê çêkirî, pirsgrêka Tayvanê û şerên li Îran û Ûkraynayê di rêza yekem a rojevê de cîh digirin.
Şî û Trump piştî mehan bertek û astengiyên bazirganiyê yên bi bacên bilind, di Cotmeha 2025’an de li ser lihevkirinek hesas a bazirganiyê li hev kiribûn. Di civîna Gulana îsal de jî ev lihevkirin hinekî din hatibû xurtkirin.
Lê belê, di navbera her du welatan de peymaneke mayînde ya bazirganiyê hîn nehatiye îmzakirin.
Ligel vê yekê jî, di meha Tebaxê de hinardeya Çînê ya bo DYE’yê li gorî heman meha sala çûyî bi rêjeya ji sedî 34,4’an zêde bû. Daneyên gumrukê yên Çînê nîşan didin ku di navberiya vê reqabeta hişk a bazirganiyê de jî peywendiyên aborî girîngiya xwe diparêzin.

