Şemî, 4 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wanê bi pileya 5.2 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KOMAW’ê peyama 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd têkoşîna xwe veguherand azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Azadî ya li Koyê dîsa hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Roja jidayikbûna Rêber Apo roja hebûna me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: 4’ê Nîsanê rojbûna hemû gelên bindest e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar li Mexmûrê 4’ê Nîsanê bi girseyî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja sêyemîn a Mihricana Rojên Amarayê bi meşê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zarokên Şengalê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji Serhedê heya Heftanînê: Eşref Ferhat Spikî
Kurdistan

Ji Serhedê heya Heftanînê: Eşref Ferhat Spikî

Eşref Ferhat Spikî yê ku li navçeya Panos a Agiriyê ji dayîk bûye, dibe yek ji wan lehengên ku ji Serhedê heya Heftanînê kevneşopî û dîroka berxwedêriya gelê Kurd zîndî kiriye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Sibat 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

‘’Kurdbûn, nasnameyek bû ku hemû caran berxwedan û şerkirin ji min re weke erkekî bû.’’ Bayekî nerm ê ku ji zozanên sar ên Serhedê dihat, li kolanên Panosa girêdayî Agiriyê digeriya. Çiyayê Agiriyê, ji gelek çîrokên lehengiyê re bûbû welat. Zarokên wî bajarî li hemberî zor û zehmetiyan bi serbilindî jiyanên xwe birêxistin dikirin û têdikoşiyan.

Herêma Serhedê, di tevahiya dîrokê de mazûvaniyaniya lehêngên mezin kiriye. Ihsan Nûrî Paşa, Biro Heskiyê Têlî û lehenga mezin Sema Yuce di hembêza xwe de mezin kirine. Li ser van xakan rêçên fermandarên mezin ên weke Sîdar, Şêxmûs, Ahmed Kesîp, Hêjar û Berwar hebû. Dijminê qirker, li binê Çiyayê Agirî bi gotina; ‘’Kurdistana xeyalî li vir dilikî ye’’ peyama tunekirina gelê Kurd û Kurdistanê dabû.

Rêber Apo, li cihê ku dijminî Kurd û Kurdistan binax kiribû, meşa Kurdistanê da destpêkirin. Ev meş, bûbû pêngaveke dîrokî û çîroka gelê Kurd ji nû ve nivîsandibû. Cihê Serhedê di nava herka dîroka gelê Kurd de, di nava Tevgera Azadiyê de her ku diçû watedartir dibû. Herêma Serhedê, li gel civakîbûna xwe însanên germ û mutewazî di hembêza xwe de dihewîne. Gerîlayê dilmezin Eşref jî yek ji wan zarokên mutewazî bû. Lêgerîna azadiyê hemû jiyana wî dorpêç kiribû û ji hemû aliyan ve têkoşîna wî xurt kiribû.

Eşref Ferhat Spikî (Okan Gul), li navçeya Panos a Agiriyê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Li herêmeke ku li gel welatparêziya xwe tê naskirin bi çanda Kurdî tê mezinkirin û dibe ciwanekî girêdayî kokên xwe. Eşref, heşt salan diçe dibistanên pergalê. Ji ber zextên li ser nasnameya Kurd, dijmin ji xwendina wî re dibe asteng. Di ciwaniya xwe de xizanî û pergala tunekirinê ya li hemberî gelê wî tê pêşxistin re rû bi rû dimîne, ji vê yekê para xwe distîne û ji ber vê yekê têkoşîna xwe roj bi roj mezintir dike.

Serdemekê li metropolên Tirkiyeyê dixebite û rastiyên pergala serwer ji nêz ve nas dike. Lê belê jiyana li bajaran tu caran bala wî nakşîne; ew hemû caran di nava lêgerîna jiyaneke watedar de ye.

PIŞTÎ KOMKUJIYA PIRSÛSÊ TEVLÎ NAVA REFÊN TÊKOŞÎNÊ DIBE

Gelê Kurd, di sala 2015’an de di hemû waran de destkeftiyên mezin bi dest xistibû. Di heman demê de li dijî van destkeftiyan ji hemû aliyan ve êrîş dihatin kirin. Li Rojava û Şengalê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê zêde bûbûn, şervanên Kurd li dijî van êrîşan berxwedaneke bibiryar dabûn destpêkirin. Ev berxwedan, ji ciwanên Kurd re bûbû bingeheke xurt a tevlîbûna nava refên têkoşînê. Li hemû Kurdistanê ruhê yekîtiya neteweyî derketibû holê.

Eşref jî ji van geşedanan bandor dibe û hewce dibîne ku tevlî têkoşînê bibe. Eşref ê ku di sala 2015’an de gelekî ji komkujiya li ser ciwanên xwendekar a li navçeya Pirsûs a Rihayê bandor dibe, biryara xwe ya tevlîbûna nava refên têkoşînê teqez dike û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîlayan dibe û bersiva herî mezin dide êrîşên dijmin.

Heftanîn, ji bo Eşrefê ku perwerdeya sereke li qada Heftanînê distîne û tevlî jiyanan gerîlayan dibe, dibe dibistana sereke ya jiyanê; hemû tecrûbeyên têkoşînê li vê qadê bi dest dixe û dibe gerîlayekî jêhatî. Li herêmên lê dimîne hemû caran bi ked, fedekarî û mutewazîbûna xwe tê naskirin.

Rêya jiyana azad li gel naskirina Tevgera Apoyî ji bo Eşref Ferhat ronîtir dibe û wateya hebûna xwe dibîne.

Eşref, salên dirêj li qada Heftanînê tevlî pratîkên herî djwar dibe. Kemilîbûna jiyanê li ser rûyên hevrêyên xwe dibîne û wateya herî bedew li van rûyan dike. Dema ku dijmin di sala 2020’an de êrîşî qada Heftanînê dike, hevrê Eşref bi cesareteke mezin ji bo sekinandina êrîşên dijmin bi awayekî xurt tevlî şer dibe.

Di Cenga Xabûrê de cih girt û ji çalakiyên serkeftî re pêşengtî kir. Sekna wî ya di Cenga Xabûrê de, ji bo hemû hevrêyên wî bû çavkaniyeke bawerî û şanaziyê. Eşrefê gerîla, li gel tecrûbeyên ku li qada Heftanînê bi dest xistibûn êdî dit ku divê asta têkoşîna xwe bilind bike. Kûrbûna li ser xeta fedaîbûnê ji bo wî bûbû yek ji mijarên sereke; di vê çarçoveyê de kete nava pêvajoyeke lêpirsînê. Rastiya fedaîbûnê ji hemû aliyan ve bala wî kişand û jiyana Zîlana pêşanga azadiyê û têkoşîna wê kir xala xwe ya sereke.

Rastiya ku di şexsê fedaiya mezin Zîlanê de pêk hat, şênberbûna hemû nirxên têkoşîna azadiyê bû. Gerîla Eşref ji ber vê yekê tevahiya tevlîbûna xwe ji nirxên gelê Kurd û azadiya Rêber Apo re bexşand. Cihgirtina li qadên herî dijwar, ji bo Eşref Ferhat veguherî pîvanekê. Piştî ku di nava Hêzên Taybet de perwerdeya sereke stand dubare berê xwe da qadên berxwedanê yên şer lê hebûn.

DI ENCAMA ŞER Û PEVÇÛNA LI HEFTANÎNÊ DE TEVLÎ KARWANÊ ŞEHÎDAN BÛ

Li Eyaleta Şehîd Delîl Zagros a rojavayê Zapê tevlî berxwedanê bû. Weke gerîlayekî xwedan tecrûbe di nava têkoşînê de cih girt. Ji çalakiyên li qada berxwedanê re pêşengtî kir û derbeyên mezin li dijmin xistin. Bi şekna xwe ya şervantiyê bû lehengekî ku navê xwe li rûpelên dîrokê da nivîsandin.

Bi qasî ku di nava şerî de xwediyê sekneke wêrek bû jî di jiyanê de jî li hemberî hevrêyên xwe ew qasî mutewazî bû. Di têkiliyên xwe yên bi jinan re hemû caran girêdayî pîvanên azadiyê tev geriya. Li hemberî xeta azadiya jinan bi zanebûneke mezin jiya. Cih neda nêzîkatiyên jirêzê û tim bi nêzîkatiya jiyana azad a hevpar tev geriya.

Nirxandinên Rêber Apo yên li ser zîhniyeta serweriya mêran, weke xaleke sereke ya têkoşînê hilda dest; di nava xwe de lêpirsîna qalibên li nasnameyên jin û mêran hatine ferzkirin, kir  û li ser bingeha jiyaneke azad têkoşîna xwe pêş xist.

Gerîlayê fedaî Eşref Ferhat, li hemû qadên lê ma jiyana xwe bi sekneke milîtaniya Apoyî birêxistin kir. Çawa ku nasnameya Kurdbûnê berxwedan û şerkirin weke erkekî lê bar kiribû, li gorî pêdiviyên têkoşînê pratîkeke serkeftî jî ji bo xwe esas girt. Di sala 2023’yan de piştî ku tecrûbeyên mezin bi dest xistin, ji bo ku di nava şerî de zêdetir pêşengtiyê bike xwe ji hemû aliyan ve amade kir. Dubare berê xwe da qada Heftanîna ku cara ewil lê têkoşiyabû û hînî jiyanê bûbû. Li Heftanînê li gel fermandarên weke Hêjar Zozan û Bargiran Erkendî têkoşîn meşand. Ji bo ku ji şehîdan re bibe bersiv bi hemû hêza xwe tevlî têkoşînê bû. Eşref Ferhat, tim di nava lêgerînê de bû derbeyan li dijmin bixe.Ji er vê yekê li gel taktîkên nû yên serdemê bi ser dagirkeran de çû û di têkoşîna xwe de encamên girîng bi dest xistin.

Di sala 2023’yan de dema ku weke gerîlayê serdema nû li ser erka xwe bû di encama şer û pevçûneke mezin a li qada Heftanînê de li gel hevrêyê xwe Agir tevlî karwanê şehîdan dibe. Lêgerîna heqîqetê û biryardariya jiyînê ya li gorî rastiyên civaka xwe, bi sekna Eşref Ferhat re bûn yek. Ji ber vê yekê gelê Kurd, bi saya gerîla Eşref Ferhat ê wêrek li hemberî dirokê dubare şanaz bû. Ev şanazî, ji bo hevrêyên Eşref Ferhatê leheng bû serkeftin û rêya têkoşîneke watedar.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtina zarokekê ji ber hûnandina keziyê ne bes bû, îca îdîaname jî hat amadekirin
Nûçeya Pişt re Ji TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê: ‘Em avakirina jiyana nû pîroz dikin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclisa Jinan li Gokçeadayê bi jinan re civiya 

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Gokçeada ya Çanakkaleyê di çarçoveya "Civînên Jinan ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E) bertek nîşanî nivîsa bi sernavê “Hûnandina şaş bê çawa…

Ji aliyê Stêrk TV

Erebên Şengalê: Me bi paradîgmaya Rêber Apo Newroz nas kir

Li gundewarên Şengalê ji bo gelê Ereb cara yekem li ser wateya Newrozê semîner hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Roja jidayikbûna Rêber Apo roja hebûna me ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayan 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên HPG û YJA Starê: 4’ê Nîsanê rojbûna hemû gelên bindest e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?