Şemî, 18 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    4 xebatkarên şaredariya Dîwaniye hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Her geşedana ku Rêber Apo tê de nebe, em ê bi guman û fikar pêşwazî bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê geştên hewayî hatin rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobedê ya KESK’ê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 partiyan êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: 14 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dron û mûşekan êrîşî Taxa Tasluce ya Silêmaniyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişa li ser Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev êriş tirsa kûr a rejîmê nîşan dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser baregeha partiyeke din a Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên Jinên Êzidî, di salvegera Fermana Şengalê de kampanyaya navneteweyî dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Wanê ji bo dosyeya Rojîn Kabaîş serlêdanek nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê konferansa ‘Bi Têkoşîn Azadiya Jinê Ber Bi Civaka Demokratîk Ve’ hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tehliyeya 9 mehan hatî taloqkirin: Bi civakê re di nava ahengiyê de nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Evînê êşkence li girtiya jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Li Sûriyeyê di nava rojekê de 6 kes mirin
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ber bi 8’ê Adarê ve: Di têkoşîna li dijî xizanî û tundiyê de hevkarî
Jin

Ber bi 8’ê Adarê ve: Di têkoşîna li dijî xizanî û tundiyê de hevkarî

Rapora 2025'an a Komeleya Piştevaniya Jinê ya Esenyali daxwaza piştevaniya jinê ji sedî 42 û serlêdanên karkeriya zarokan bi rengekî cidî zêde bûne. Seroka komeleyê Adîle Dogan bang kir ku li dijî vê tabloyê têkoşîna 8'ê Adarê bê hevparîkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rapora sala 2025’an a Komeleya Piştevaniya Jinê ya Esenyali ya li Stenbolê raxist pêş çavan ku daxwaza piştevaniyê ya jinê bi rengekî cidî zêde bûye. Li gorî raporê ji ber sedemên tundî, piştevaniya aborî û şêwirmendiya hiqûqî bi giştî 8 hezar û 349 jin û zarokan serî li komeleyê dan; ev hejmar li gorî salek beriya niha ji sedî 42 zêde bû.

Xaleke din a ku raporê bal kişand ser ew bû ku beşeke girîng a 600 serlêdanên kar ji zarokan û ciwanan pêk dihat. Tabloya ku xizanî, tundî û qutbûna ji perwedeyê ketine nava hev, giranbûna mercên jiyanê yên jin û zarokan nîşan dide.

Seroka Komeleya Piştevaniya Jinê ya Esenyali Adîle Dogan anî ziman ku jin li hemberî tundî û xizaniya giran hewl didin bi hewldanên şexsî li ser piyan bimînin, lê belê çareserî rêxistinî û têkoşîna kolektîf e.

Adîle Dogan diyar kir ku pirsgirêkên jin pê re rû bi rû dimînin tenê tundî nîne û li gel xizaniyê divê di çarçoveyeke hîn berfireh de bê nirxandin. Adîle Dogan got, “Rapora me ya 2025’an ne tenê tundiyê, her wiha xizanî û sernavên wê yên jêrîn jî dihewîne. Bi ragihandina sala malbatê re jin gav bi gav ber bi xizaniyê ve hate dehfdan û ev yek nîşan dide ku çawa tundiyê xwedî dike. Eşkerekirina vê raporê di sala 2026’an de ji hin aliyan ve nîşan dide ku di sala 2026’an de çi li benda me ye. Destûra ji bo jidayikbûnê û sererastkirinên kar dikevin rojevê; her tişta tê pêşkêşkirin di jiyana jinê de hîn bêhtir xizanî û hewldana têkoşînê ferz dike.”

Adîle Dogan ragihand ku jin hewl didin bi hewldanên şexsî li ser piyan bimînin, lê belê ev hewldan bi bêbawerî û tenêbûnê re dibin yek û got, “Ber bi 8’ê Adarê re taybetmendiya herî şênber a vê demê xizanî ye û têkoşîna li dijî xizaniyê ye. Lê belê ev têkoşîn bi giranî bi rengekî şexsî tê dayin. Jin hewl didin bi tena serê xwe çareseriyê peyda bikin; serlêdanê dikin, alîkariyê dixwazin, li gel ku dixebitin jî têrê nakin. Her ku xizan dibe û hatineya madî kêm dibe, her wiha bûyerên tundiyê zêde dibe, xwe neewle dibînin. Weke ku xwe ji hewldaneke bi hev re vedigirin.”

Adîle Dogan diyar kir ku karkerên jin bi giranî bi mûçeyekî hindikî di ser mûçeyê kêmtirîn re dixebitin, lê belê patron xwe nadin ber zemê û got, “Ji ber vê jî jin hewl didin hîn bêhtir bixebitin. Li kîjan febrîqeyê hîn bêhtir kar hebe berê xwe didin wê derê. Hewl didin çareseriyekê ji xizaniyê re peyda bikin.”

Adîle Dogan ragihand ku xizanî tundiya li hemberî jinê zêde dike û ev yek jî vediguhere krîzeke civakî. Adîle Dogan got, “Tundiya ku ji xwe heye, bi xizaniyê re bi du qatî zêde bû; tundî li jin, zarokan û yên din tê kirin.”

Seroka Komeleya Piştevaniya Jinê ya Esenyali Adîle Dogan bal kişand ser rewşa karkerên zarok û got, “Di nava salekê de di ser 90’î re zarok dema ku li ser kar bûn jiyana xwe ji dest dan. Li gel vê yekê rêjeya zarokên ku li kar digerin zêde ye. Zarokên ku dibistanê diterikînin nafikirin ku derbasî MESEM’ê jî bibin; ji ber ku wê nîv mûçeyê werbigirin berê xwe didin karê bi dema tam. Bêguman cihê ku tam lê bixebitin hene, lê belê ji ber ku zarok in mûçeyê ku dixwazin nadin wan.”

Adîle Dogan bang li kedkarên jin kir ku daxwazên xwe yên li hemberî xizaniyê di pêvajoya 8’ê Adarê de bidin pêş û li dijî talankirina keda jinê işaret bi girîngiya rêxistiniya sendîkayî û yekbûnê kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 4’Ê ADARA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Akça: Veguherîna bêyî jinê veguherîn nîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK :13 saliya Şoreşa Rojava piroz be !

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 13 saliya Şoreşa Rojava silav kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Emîne Çaynak: Gel ji bo baweriyê gavên qanûnî dixwaze

Aktîvîst TJA’yê Emîne Çaynak diyar kir ku di civînên li Amedê li pêşniyar û rexneyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Swîsreyê nîqaşa koçberî û nifûsê: Referandûma ‘bila nebe welatekî 10 mîlyon kesî’

Gelê Swîsreyê ji bo nifûsê bi 10 milyonî sînordar bike amadekariya çûna ser sindoqê dike.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KNK: 14 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz be!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

4 xebatkarên şaredariya Dîwaniye hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Her geşedana ku Rêber Apo tê de nebe, em ê bi guman û fikar pêşwazî bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê geştên hewayî hatin rawestandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?