Rapora sala 2025’an a Komeleya Piştevaniya Jinê ya Esenyali ya li Stenbolê raxist pêş çavan ku daxwaza piştevaniyê ya jinê bi rengekî cidî zêde bûye. Li gorî raporê ji ber sedemên tundî, piştevaniya aborî û şêwirmendiya hiqûqî bi giştî 8 hezar û 349 jin û zarokan serî li komeleyê dan; ev hejmar li gorî salek beriya niha ji sedî 42 zêde bû.
Xaleke din a ku raporê bal kişand ser ew bû ku beşeke girîng a 600 serlêdanên kar ji zarokan û ciwanan pêk dihat. Tabloya ku xizanî, tundî û qutbûna ji perwedeyê ketine nava hev, giranbûna mercên jiyanê yên jin û zarokan nîşan dide.
Seroka Komeleya Piştevaniya Jinê ya Esenyali Adîle Dogan anî ziman ku jin li hemberî tundî û xizaniya giran hewl didin bi hewldanên şexsî li ser piyan bimînin, lê belê çareserî rêxistinî û têkoşîna kolektîf e.
Adîle Dogan diyar kir ku pirsgirêkên jin pê re rû bi rû dimînin tenê tundî nîne û li gel xizaniyê divê di çarçoveyeke hîn berfireh de bê nirxandin. Adîle Dogan got, “Rapora me ya 2025’an ne tenê tundiyê, her wiha xizanî û sernavên wê yên jêrîn jî dihewîne. Bi ragihandina sala malbatê re jin gav bi gav ber bi xizaniyê ve hate dehfdan û ev yek nîşan dide ku çawa tundiyê xwedî dike. Eşkerekirina vê raporê di sala 2026’an de ji hin aliyan ve nîşan dide ku di sala 2026’an de çi li benda me ye. Destûra ji bo jidayikbûnê û sererastkirinên kar dikevin rojevê; her tişta tê pêşkêşkirin di jiyana jinê de hîn bêhtir xizanî û hewldana têkoşînê ferz dike.”
Adîle Dogan ragihand ku jin hewl didin bi hewldanên şexsî li ser piyan bimînin, lê belê ev hewldan bi bêbawerî û tenêbûnê re dibin yek û got, “Ber bi 8’ê Adarê re taybetmendiya herî şênber a vê demê xizanî ye û têkoşîna li dijî xizaniyê ye. Lê belê ev têkoşîn bi giranî bi rengekî şexsî tê dayin. Jin hewl didin bi tena serê xwe çareseriyê peyda bikin; serlêdanê dikin, alîkariyê dixwazin, li gel ku dixebitin jî têrê nakin. Her ku xizan dibe û hatineya madî kêm dibe, her wiha bûyerên tundiyê zêde dibe, xwe neewle dibînin. Weke ku xwe ji hewldaneke bi hev re vedigirin.”
Adîle Dogan diyar kir ku karkerên jin bi giranî bi mûçeyekî hindikî di ser mûçeyê kêmtirîn re dixebitin, lê belê patron xwe nadin ber zemê û got, “Ji ber vê jî jin hewl didin hîn bêhtir bixebitin. Li kîjan febrîqeyê hîn bêhtir kar hebe berê xwe didin wê derê. Hewl didin çareseriyekê ji xizaniyê re peyda bikin.”
Adîle Dogan ragihand ku xizanî tundiya li hemberî jinê zêde dike û ev yek jî vediguhere krîzeke civakî. Adîle Dogan got, “Tundiya ku ji xwe heye, bi xizaniyê re bi du qatî zêde bû; tundî li jin, zarokan û yên din tê kirin.”
Seroka Komeleya Piştevaniya Jinê ya Esenyali Adîle Dogan bal kişand ser rewşa karkerên zarok û got, “Di nava salekê de di ser 90’î re zarok dema ku li ser kar bûn jiyana xwe ji dest dan. Li gel vê yekê rêjeya zarokên ku li kar digerin zêde ye. Zarokên ku dibistanê diterikînin nafikirin ku derbasî MESEM’ê jî bibin; ji ber ku wê nîv mûçeyê werbigirin berê xwe didin karê bi dema tam. Bêguman cihê ku tam lê bixebitin hene, lê belê ji ber ku zarok in mûçeyê ku dixwazin nadin wan.”
Adîle Dogan bang li kedkarên jin kir ku daxwazên xwe yên li hemberî xizaniyê di pêvajoya 8’ê Adarê de bidin pêş û li dijî talankirina keda jinê işaret bi girîngiya rêxistiniya sendîkayî û yekbûnê kir.

