Çarşem, 2 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zulfu Lîvanelî: Divê em bibin pêşkarê aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 keştî li hev qelibîn, 10 kes winda bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li taxan pirsgirêka herî mezin narkotîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Mazlum Ateş li Amedê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê em derfeta aştiyê veguherînin demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di şeveke Newrozê de ji dayik bû, li çiyayan bû Newroz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi wesîleya 1’ê Îlonê meşa meşaleyî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê îdiaya ‘2 hezar û 200 şervan tevlî artêşa Iraqê bûne’ derewand

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Divê gelê me yê Rojava perwerdeya bêyî zimanê dayikê ti carî qebûl neke!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Divê banga Rêber Apo şaş neyê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn a dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûltan Kara tevî giliyan jî nehate parastin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin wê 8’ê Adarê li qadan têkoşîna li dijî tundiyê mezin bikin
Jin

Jin wê 8’ê Adarê li qadan têkoşîna li dijî tundiyê mezin bikin

Jin wê li dijî tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên bêcezatiyê û mekanîzmayên parastinê yên ku nakevin dewrê, di 8’ê Adarê de dakevin qadan û peyama mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî bidin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li çar aliyên cîhanê jin amadekarî dikin ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyên cur be cur pêşwazî bikin. Li Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyên 8’ê Adarê bi şîara “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” hate destpêkirin. TJA’yê peyama “Di 8’ê Adarê de dengê me li dijî tundî û newekheviyê bilind dibe. Em ji bo azadiya jinê xwe rêxistin dikin, li dijî sîstema desthilatdariya mêr li ber xwe didin. Jin, jiyan, azadî” derket pêş. Di çalakiyan de bi meş û dirûşmeyan zext û cudakarî hate protestokirin û hate destnîşankirin ku azadiya jinê encex bi rêxistinbûn û piştevaniyê wê were qezenckirin.

Li Tirkiyeyê jî jin li aliyekê bi pankartên reng û reng û çalakiyên li kolanan xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin, li aliyê din jî rû bi rûyê tundiya mêr û mekanîzmayên dewletê yên di aliyê parastinê de netêrker in. Daxwazên esas ên jinan ew e ku mafê wan ê jiyanê di bin ewlehiyê de be û li dijî tundiyê sîstema wan a parastina bi bandor were xebitandin.

SÎSTEMA TUNDIYÊ

Hefteya borî tenê di nava rojekê de 6 jin hatin qetilkirin û berê derbarê faîlên 3 ji van jinan biryara dûrkirinê hebû, vê yekê asta sîstema tundiya li hemberî jinê car din nîşan da. Ev cînayet encamên bêcezatî, bêkontrolî û tedbîrên parastinê yên ne bi bandor in. Mafê jiyanê yê jinan nayê parastin, ev yek nîşan dide ku mekanîzmayên qanûnî û saziyê li qadê bi rengekî bi bandor nayên bicihanîn.

LI WANÊ SERLÊDAN ZÊDE DIBIN

Li Wanê di çarçoveya Qanûna Dadgeha Cezayê de serlêdanên sûc ên edlî zêde bûye. Lê belê tê diyarkirin ku serlêdan di bin asta tundiya heyî de ne. Navbera 1’ê Çileyê – 31’ê Kanûna 2025’an li Wanê serlêdanên sûcên li hemberî jinan, hatin teyîtkirin: Bi zanebûn birîndarkirin 281, ne bi zanebûn birîndarkirin 113, heqaret 19, tacîza zayendî 35, êrîşa zayendî 9, birîndarkirina hêsan 4, bi zanebûn hewldana kuştinê 3 û sûcên li hemberî zarokên di bin 18 saliyê de 190. Ev dane tenê sûcên edlî/cezayan digire nava xwe; dest ji hev berdan, nafaka û daxwazên din ên hiqûqî yên medenî, parêzeriya taybet yan jî dosyayên ji aliyê navendên mafên jinan ne di nava van hejmaran de ne. Di du mehên destpêkê yên sala 2026’an de jî, tenê di dema Çile-Sibatê de li hemberî 24 jinan serlêdana sûc a edlî hate teyîtkirin.

TUNDÎ VEGUHERÎ RÎSKEKE SÎSTEMATÎK

Parêzera Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Şafak Bozkûrt got ku qetilkirina 6 jinan a di 24 saetên dawîn de tê wê wateyê ku dewletê berpirsiyariya parastina mafê jiyanê bi awayekî cidî binpê kiriye. Şafak Bozkûrt diyar kir ku bicihneanîna biryarên parastinê ya bi awayekî baş û nexebitandina mekanîzmayên bergir, tundî veguherandine rîskeke sîstematîk. Şafak Bozkûrt destnîşan kir ku berpirsiyariya erênî ya dewletê bes ne derxistina qanûnan e û got ku pêşîlêgirtina tundiyê, parastina kesên mexdûr, cezakirina failan û jiholêrakirina feraseta bêcahiştinê jî perçeyên vê berpirsiyariyê ne.

MEKANÎZMAYÊN DEWLETÊ NAXEBITIN

Şafak Bozkûrt piştre jî diyar kir ku tevî Qanûna Hejmar 6284 a Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundiya Li Ser Jinan di meriyetê de ye jî jin nayên parastin û got ku kêmasiya îradeya siyasî, lawaziya sepandinê û kêmasiya çavdêriyê piştgiryê didin hevûdu. Şafal Bozkûrt anî ziman ku tevî derbarê sê failên kujerên 6 jinan de beriya wê biryara dûrxistinê hatiye dayîn jî mekanîzmayên çavdêriyê karê xwe nekirine.

Şafak Bozkûrt di dewama axaftina xwe de got ku pêvajoya nirxandina rîskê ya hêzên leşkerî û dozgeriyan rûberî ne diyar kir ku tundî gelek caran weke ‘’meseleya navmalbatî’’ biçûk tê dîtin, beriya ku girîngiyê bidin beyana jinan nirxandinên mekanîk tên kirin û ev yek rê li ber nestandina tedbîrên hewce vedike.

Şafak Bozkûrt piştre jî got ku di qetilkirina jinan de daxistina cezayan  a ‘’tehrîka neheq’’ û ‘’rewşa baş’’ feraseta bêcezahiştinê xurt dikin û diyar kir ku ev daxistina cezayan hem zirarê dide hesta edaletê  hem jî tundiyê normalîze dike û wê mezin dike.

Şafak Bozkûrt got ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê jî mekanîzmayên têkoşîna li dij tundiyê lawaz kirine û diyar kir ku peymana berpirsiyariya dewletê ya pêşîlêgirtin û parastinê bi awayekî zelal radixe ber çavan û piştî vekişînê jî di mekanîzmayên sepandinê de kêmasiya berpirsiyarî û cidîteyê zêde bûye.  Şafak Bozkûrt anî ziman ku vê rewşê di nava hêzên dewletê de refleksa ‘’parastina malbatê’’ xurt kiriye û jin bêyî parastin hiştine.

BANGA TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ

Şafak Bozkûrt di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li gel hatina 8’ê Adarê din dibêjin ku çareseriya li dijî tundiyê ne takekesî ye kollektîf e. Şafak Bozkûrt anî ziman ku li dijî tundiya berbelav û sîstematîk jin dikarin bi rêya sekinîna li ba hevûdû, mezinkirina hişmendiya xweparastinê û hesabpirsîna ji bo her jineke hatiye qetilkirin guherîna mayînde pêk bînin. Jin wê di 8’ê Adarê de li qadan li hemberî pergale mêran a serwer, tundî û polîtîkayên bêcezahiştinê dengê xwe bilnd bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Têkoşîna jinan a li Rojava, reng dide siberoja Sûriyeyê’
Nûçeya Pişt re TAJÊ qetilkirina Yenar Mihemed şermezar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Koreya Başûr greva bijîşkên ciwan bû sedema kaosê

Li Koreya Başûr greva bijîşkên ciwan bû sedema kaosê û hikûmetê gefa cezakirinê li bijîşkan…

Ji aliyê Stêrk TV

Yek ji rêveberên DEM Partiyê Yaşar Demîr jiyana xwe ji dest da

Ji rêveberên DEM Partiyê yê Edeneyê Yaşar Demîr ji ber krîza dil, jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Di şer û rageşiya li Silêmaniyeyê de 3 kes mirin

Di şer û rageşiya doh bi şev a li Silêmaniyeyê 3 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Kirmanşaneke jineke ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn a dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?