Sêşem, 28 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Omer Çelîk: Beriya ku meclis têkeve betlaneyê wê qanûna çarçoveyî bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Qanûna çarçoveyê destpêk e, divê Desteya Şopandinê bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar: Binpêkirinên mafan û zext zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Ahbap de operasyona pêla çaremîn: 13 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Gulistan Dokû: 18 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balûken: Nabe ku çareseriya mayinde bi çek danînê were sînordarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hêzên rejîma Îranê li Sine ji heman malbatê 3 kes qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî êrişa Îranê agir bi çiyayê Heybet Sultan ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê hate vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê komxebata derbarê zewaca temenê biçûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êşkence li Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Erkol kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çetîn Arkaş: Divê dewlet gavên pêbawer bavêje
Rojane

Çetîn Arkaş: Divê dewlet gavên pêbawer bavêje

Çetin Arkaş di civîna gel li Êlihê de bal kişand ser bêbaweriya bi dewletê û got, "Ger dewlet dixwaze bawerî pê were, divê gavên pêbawer bavêje."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyên Demokratîk, bi beşdariya gelek kesan li Êlihê “Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. 

Li salona civînê posterê Rêber Apo û pankartên “Fikra azad, Rêberê azad, gelê azad”, “Serkeftin dê gelek li me bê” û “Ji bo çareseriya demokratîk rêya Rêbertiyê rêya aştiyê ye” hatin daliqandin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî tev li hevdîtinê bûn. 

Çetîn Arkaş ku di sala 2015’an de 9 mehan li Girtîgeha Îmraliyê hate ragirtin, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa weke axêver tevlê bûn. Axaftin bi çepik û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.
 
Sûzan Akîpa di civînê de got ku her çend hatin û çûnên Îmraliyê hebe jî parêzer niha jî nikarin bi dema dixwazin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Sûzan Akîpa silavên Rêber Apo ji gel re kir.  

Sûzan Akîpa got ku Rêber Apo di hevdîtinan de got: “Ev pêvajo, ji têkoşîna ewil hêj bêhtir min kelecan dike. Em ji xwe bawer in, dê paşvegavê neavêjin.” Sûzan Akîpa got ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê her kes heman kelecanê bijî û got: “Heke di vê pêvajoyê de bi rehetî bi Ocalan re hevdîtin bên kirin, wisa bawerim ku dê pêvajo pir zûtir biencam bibe.” 

Ayla Akat Ata jî got ku rojeva wan a sereke çareseriya pirsgirêka Kurd e û Rêber Apo ji bo vê dixebite. Ayla Akat Ata banga 27’ê Sibatê, gavên PKK’ê bi bîr xist û got ku berpirsyartiya her kesî di pêvajoyê de heye û divê her kes vê berpirsyartiyê li xwe bigire. Ayla Akat Ata da zanîn ku bi vê boneyê di nava xebatên TJA’yê de ye û got: “Jinan her tim daxwaza azadiya Serok kirin.” 

Çetîn Arkaş jî destnîşan kir ku heke pêvajo biser nekeve jî dê gelê Kurd dev ji têkoşîn, azadî û rûmeta xwe bernede û got: “Heke aştiyek bibe dê Rêber Apo girtî nebe û bi xwe jî dê li vir be.” 

Di berdewamê de Arkaş anî ziman ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di çarçoveya “dewletê” de tevdigere û got: “Bi rastî jî îro Tirkiye di bin xetereyeke demokratîk de ye. Em dizanin ku beşeke di nava dewletê de ev yek texmîn kirine. Devlet Bahçelî jî berdevkiya vê dike. Hevdîtinên bi Rêbertiyê re didomin lê divê ji vir şûnde êdî hinek tişt şênbertir bibin. Weke mînak, divê Rêbertî çalaktir tev li pêvajoyê bibe û kê bixwaze divê bikare pê re hevdîtinê bike. Ma wê dewlet derfeta vê nede? Ji hêla pêvajoyê ve jî bandorê li tevgera Kurd dike. Li dijî dewletê bêbaweriyek heye. Yên ku divê baweriya gel çêbikin dewlet e. Me tu caran negot ‘ji dewletê bawer bikin, ji vir şûnde rehet e.’ Em wisa nabêjin jî. Heke dewlet bixwaze gel jê bawer bike, divê gavên pêbawer biavêje. Em dixwazin vê pêvajoyê bi ser bixin. Ji bo vê dixebitin. Ji bo aştiyê pêdivî bi veguherîna zîhniyetê heye. Lê em dibînin ku ev zîhniyet hêj neguheriye.” 

Di dema axaftina Arkaş de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. 

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. Civîn, piştî bersivandina pirsên welatiyan û guhdarîkirina pêşniyarên wan bi dawî bû.
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya Îmralî-Bahçelî: Em derbasî qonaxa duyemîn bûn, pêdivî bi zemînê qanûnî heye
Nûçeya Pişt re Nêrgiz Mihemedî dîsa hat binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bi ser bixin

DEM Partî derbarê Sirri Sureyya Onder ê ku jiyana xwe ji dest da daxuyanî da…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê meş: Em ji bo Zimanê Kurdî têbikoşin

Li Amedê bi wesîleya 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê meş hate lidarxistin û hate xwestin…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîlê êrîş bir ser avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Xezeyê: Herî kêm 19 kes mirin

Artêşa Îsraîlê li Cibaliye ya li bakurê Şerîda Xezeyê êrîş bir ser avahiyek Ajansa Penaberan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Omer Çelîk: Beriya ku meclis têkeve betlaneyê wê qanûna çarçoveyî bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Qanûna çarçoveyê destpêk e, divê Desteya Şopandinê bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar: Binpêkirinên mafan û zext zêde bûne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di lêpirsîna Ahbap de operasyona pêla çaremîn: 13 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?