În, 4 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê astengiyên burokratîk ên li pêşiya peydakirina dermanên penceşêrê bên rakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara girtiyên doza Gulîstan Doku derket 32’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Yuksel li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş wê beşdarî kombûna ciwanan a li Kolnê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê dema qeyûm ji bo 2 mehên din hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlayê HPG’ê Çapakçur taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rewşenbîrên naskirî peyamên ji bo Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşaneke jineke ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn a dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Tulay Hatîmogullari: Geşedanên li Rojhilata Navîn dihêle ku pêvajo bê lezkirin
Kurdistan

Tulay Hatîmogullari: Geşedanên li Rojhilata Navîn dihêle ku pêvajo bê lezkirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogulları di fitara li Geverê de axivî û diyar kir ku şerê li Îranê herêmê dixe nav kaosê. Hatîmogullari bang li Tirkiyeyê kir ku divê pêvajoya aştiyê bi awayekî stratejîk were destgirtin û divê ji demê re neyê hiş

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

TUHAY-DER û MEBYA-DER’ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi boneya Remezanê bernameya fitarê li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserok û endamên TUHAY-DER û MEBYA-DER’ê yên Wan, Colemêrg, Gever û Şemzînanê, Hevserok û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Colemêrg û navçeyên wê û gelek malbat tev li bernameyê bûn. Li eywanê wêneyê Reber Apo û pankartên bi nivîsên “Xeyalên cangoriyên me; aştiyeke bi rûmet, civakeke azad û azadiya serokatiya me ye”, “ Em şopdarên nirxên xwe ne” û “Ronahiya civakê di berxwedana zindanan de ye” hatin daliqandin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî di bernameyê de axivî û bal kişand ser êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê û ev tişt gotin: “Herêma me mîna cihê agir e. Gava em îro li vê salonê li hev civiyane, li Îranê û li gelek welatan fûze û bombe dibarin. Herêm ketiye nav şerekî giran. Şerê Afganistan-Pakistanê, şerê Rûsya-Ukraynayê, dagirkeriya li Filistînê û herî dawî jî êrişên DYE û Îsraîlê yên li dijî Îranê. Me di her platformê de polîtîkayên zextker û êrişkar ên Îranê yên li ser gelên herêmê rexne kir, îro jî em rexneya xwe didomînin. Demeke dirêj e li Îranê li dijî çewsandina feqîran, karkeran, kedkaran, esnafan û jinan tevgereke mezin a berxwedanê pêş ketiye. Gelên li wir bi salan e daxwaza mafên xwe dikin. Rêxistinbûn û daxwazên gelê Rojhilat ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lê belê rejîma meleyan ya li Îranê hewl da van tevgeran bitemirîne û bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Em Jîna Mahsa ya hatî qetilkirin ji bîr nakin. Di kesayetiya Jîna Mahsa de ku bûye sembola berxwedanê, hezar silav li hemû jinên berxwedêr re.”

GEŞEDANÊN KU LI ROJHILATA NAVÎN DIQEWIMIN

Tulay Hatimogullari diyar kir ku çareserî ne polîtîkayên dagirkeriyê yên hêzên emperyalîst in, ne jî rêveberiya zextker a rejîma meleyan e û wiha pê de çû: “Weke gelan, me çareserî di bombebarankirina qadên jiyana me de nedît. Çareseriya li Îranê ne polîtîkayên dagirkeriyê yên hêzên emperyalîst e, ne jî rêveberiya zextker û otorîter a rejîma meleyan e. Divê her du alî jî dest ji van polîtîkayên xwe berdin. Weke Colemêrgî, li aliyê din ê sînor xizmên me û cîranên me hene. Divê şer tavilê bi dawî bibe û agirbest bê ragihandin. Li Îranê di serî de gelê Kurd, Belûc, Azerî û gelên din ligel jinan, çi cûre rêveberiyekê dixwazin, divê di wê çarçoveyê de ji bo avakirina Komara Îranê ya Demokratîk gavên berbiçav bên avêtin.”

‘DIVÊ PÊVAJO JI DEMÊ RE NEYÊ HIŞTIN’

Tulay Hatimogullari ku bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destnîşan kir ku divê dema dirêjkirina pêvajoyê êdî bi dawî bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Di ser banga aştî û civaka demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de kiribû re salek derbas bû. Ev pêvajo ne pêvajoyeke wisa ye ku ji demê re bê hiştin. Di vê dema ku rîska belavbûna şer li Rojhilata Navîn zêde dibe. Em naxwazin şer bigihêje Tirkiyeyê. Divê Tirkiye di vê rewşa kaosê de rast nêzîkî pêvajoyê bibe û bi awayekî stratejîk binirxîne. Di vê dema ku rîska belavbûna şer li Rojhilata Navîn zêde dibe, divê gavên berbiçav bên avêtin.”

Bername bi vekirina fitarê bi davî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN COLEMÊRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû
Nûçeya Pişt re Ji rêxistinên jinên Elewî deklarasyona 8’ê Adarê: Bi hev re têkoşîn, bi hev re azadî!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK: Em bi avakirina civaka demokratîk, her rojê bikin roja jinan

KJK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî pîroz kir û bang li hemû jin…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Qeyûman saziyên jinan kirine qehwexane û qursa Quranê’

Endamên Koma Jinên Femînîst dema ku nêrînên xwe yên ji serdana xwe ya Amed û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Başûr û Iraqê êrîşên bi dron û fuzeyan didomin

Bandora şerê navbera Îran û Emerîka-Îsraîlê li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî tê dîtin. Duh…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?