Berdevka Neteweyên Yekbûyî, êrîşa ku li Bexdayê pêk hatî wekî ‘kuştineke hovane’ bi nav kir û diyar kir ku mirina Yenar Mihemed şoqek mezin li Iraq û di nava hewirdorên mafên mirovan ên navneteweyî de çêkiriye.
Di daxuyaniyê de, hat destnîşan kirin ku Yenar Mihemed bi salan ji bo parastina jinan û xurtkirina mafên wan xebat meşandiye û hat gotin ku bi vê yekê re hevkariyekî girîng di xebatên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî de kiriye.
Yenar Mihemed, weke yek ji kesayetên pêşeng ên tevgera femînîst bi xebatên xwe yên avakirina malên ewle ji bo jinên mexdûrên tundiyê û avakirina torên hevgirtinê dihat naskirin.
Bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê rastî 8’ê Adarê tê û di bin dirûşmeya “Maf, Dad, Kar, ji bo hemû jin û keçan”, rêxistina jinan a Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de daxwaza kiryarên lezgîn û biryardar kir. Di nav van kiryaran de, bidawîanîna bêcezatiyê, parastina serweriya qanûnê û pêkanîna wekheviyê li ber qanûnê hene.

