Duşem, 20 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sînemager Mûrat Çîçek hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera 11’emîn a Komkujiya Pirsûsê li gelek bajaran bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna komkujiya Pirsûsê: Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê: Ji bo aştiyê divê qenalên diyalogê vekirî bêne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    SGDF: ‘Wê tu xeyal nivco nemînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê li Binarê Qendîlê şivanek birîndar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şengalê hişyariya li dijî belavkirina fitneyê li nava civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa bajarê Wanê ya DEM Partiyê: EM ê mal bi mal, tax bi tax xwe bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmaşanê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 9 pêşmergeyên Komele ên ku li Silêmaniyê hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Jinên Êzidî, di salvegera Fermana Şengalê de kampanyaya navneteweyî dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meral Daniş Beştaş: Em êdî di qonaxa duyemîn de ne; divê gavên şênber bêne avêtin
Rojane

Meral Daniş Beştaş: Em êdî di qonaxa duyemîn de ne; divê gavên şênber bêne avêtin

Parlamentera DEM Partiyê ya Erzîromê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de divê êdî gavên şênber bêne avêtin û guhertinên qanûnî bêne kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Parlamentera Erzîromê ya DEM Partiyê û Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş ragihand ku karên komîsyonê yên li meclîsê têne meşandin êdî derbasî qonaxa duyemîn bûye û destnîşan kir ku divê gavên şênber bêne avêtin û sererastkirinên qanûnî bêne kirin.

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Kurd piştî Destûra Bingehîn a 1924’an ji zemîna hiqûqî hatin dûrxistin û işaret bi girîngiya qebûlkirina qanûnên aştiyê kir. Her wiha ragihand ku ji bo kesên dest ji çekan berdane karibin tevlî jiyana siyasî û civakî bibin girîng e sererastkirinên dema derbasbûnê bêne kirin.

Wekî din anî ziman ku divê mafê hêviyê bê naskirin, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bê rakirin an jî tengkirin û qanûna rêveberiyên xwecihî bikeve rojevê.

‘PÊWÎSTE QANÛNÊN AŞTIYÊ BÊNE DERXISTIN’

Meral Daniş Beştaş diya rkir ku di civîna komîsyonê de wê raproa hevdîtina li Îmraliyê, pêşniyarên partiyan bêne nirxandin, her wiha divê qanûnên aştiyê bêne derxistin û got, “Civîna komîsyonê ya 4’ê Kanûnê li Meclîsê girîng e. Hem rapora hevdîtina li Îmraliyê ya bi Birêz Ocalan re hate kirin, hem jî not wê bêne ragihandin. Di heman demê de wê pêşniyarên partiyan ên li ser rê û rêbazên amadekirina rapora komîsyonê bêne wergirtin. Me jî amadekariya xwe kir, em ê pêşkêş bikin.

Li gorî me çavkaniya pirsgirêkê ew e ku Kurd bi Destûra Bingehîn a 1924’an re bi temamî ji zemîna hiqûqî hatin dûrxistin Kurd dikin nakin nikarin ji deriyê hiqûqê derbas bibin. Daxuyaniyên devkî, gotinên ji bo başiyê têne kirin, lê belê dema zemîna qanûnî nebe ev hemû kêm dimînin. Daxuyaniyên îro têkildarî Birêz Ocalan têne kirin, hemû işaretê bi vê yekê dikin. Divê qanûnên aştî û azadiyê bêne derxistin. Ev yek jî ji aliyê xurtkirina zemîna hiqûqî girîng e.”

‘BIRYARA FESIXKIRINÊ DIVÊ BI RENGEKÎ FERMÎ BÊ NASKIRIN’

Meral Daniş Beştaş ragihand ku qanûnên dema derbasbûnê divê bike ku mirovên dest ji çekan berdane karibin tevlî jiyana siyasî û civakî bibin û biryara fesixkirinê ya PKK’ê bi rengekî ‘fermî’ bê naskirin. Meral Daniş Beştaş got, “Em ê bi sernavên cuda pêşniyaran bikin. Yek ji wan jî qanûnên dema derbasbûnê ne. Ji bo milîtanên ku dest ji çekan berdane karibin tevlî jiyana siyasî û civakî bibin divê astengî bêne rakirin. Bi deh hezaran mirov hene ku ji ber sedemên siyasî girtî ne, ji ber endametiya rêxistinê yan jî propagandayê ceza li wan hatiye birîn. Gelek hene ku li derve ne lê biryara mehkûmetiya wan heye. Ew jî divê di vê çarçoveyê de bêne nirxandin.

Dawiya dawî PKK’ê ragihand ku xwe fesix kiriye û biryarên kongreyê eşkere kir. Divê Tirkiye vê fesikirinê nas bike. Divê bi fermî bibêje êdî PKK ‘rêxistineke terorê’ nîne. Dema bi vî rengî bû, hingî ev qanûn divê ji bo her kesî derbasdar bibe. Amadekariyek me ji vî alî ve jî heye.”

‘MAFÊ HÊVIYÊ DIVÊ LI SER ZEMÎNEKE QANÛNÎ BÊ RÛNIŞTANDIN’

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku mafê hêviyê divê bê naskirin, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bê rakirin an jî tengkirin û got, “Di mijara mafê hêviyê de hîn sererastkirineke qanûnî nîne. Biryareke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye. Pêşniyara me ew e ku pêşî li mafê hêviyê bê vekirin.

Li aliyê din Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê qadeke berfireh dide ber xwe; her kes, her çalakî di çarçoveya terorê de têne nirxandin. Ji ber vê jî divê ev qanûn bê rakirin. Neyê rakirin jî divê li ser hin xalên wê kar bêne kirin.

Îro li ser paketa dadgeriyê civîna komîsyonê destpê kir. Di wir de girtiyên siyasî careke din li derve hatin hiştin. Di nava pêşniyarên me de qanûna rêveberiyên xwecihî jî heye. Komîsyon wê raporekê amade bike, wê nêrîna her partiyan lê hebe. Ya girtîn ew e ku paketeke pêşniyarê ye hevpar bê amadekirin.”

‘DIVÊ DEM NEYÊ DIRÊJKIRIN’

Meral Daniş Beştaş ragihand ku ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê pêwîstî bi gavên şênber, sererastkirinên qanûnî heye, divê dem neyê dirêjkirin, qanûnên azadiyê li meclîsê bêne qebûlkirin û got, “Demeke dirêj e di vê mijarê de lawaziyek heye. Divê hîn bi lez tevbigere. Şert e ku karên qanûndanînê bi lez bêne kirin. Bi demê re bê hiştin, ev yek wê bi kêrî kesî neyê. Di rewşeke welê de ku îradeyeke ewqasî xurt li holê heye, ewqas pêşketin çêbûye, divê ev yek bi hiqûqê re şênber bibe.

Weke ku min destpêkê got, divê zemîna hiqûqî bê avakirin. Di mijara gavên şênber de rexneyên me hîn derbasdar in. Ji aliyê zemîna rêxistinî ve gelek gav hatin avêtin, Birêz Ocalan jî gelek gav avêt. Ji 27’ê Sibatê û vir ve gelek gavên şênber hatin avêtin. Lê belê divê desthilatdarî jî vê şênber bike, bixe meriyetê.

Em êdî di qonaxa duyemîn de ne û divê li Meclîsê qanûnên azadiyê bêne nîqaşkirin, amadekirin û qebûlkirin. Divê dem neyê dirêjkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 4’Ê KANÛNA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Rojnamevan-nivîskar: Rûbirûbûn wê tekez bibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ekrem Îmamoglû hate girtin

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê mexdûrên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî

DEM Partiyê got: "Komkujiya 6-7’ê Îlonê, ne tenê nîşaneya êrîşên fîzîkî ye her wiha nîşaneya…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya pêkanîna xeyalên şehîdên 10’ê Cotmehê ye

KCK’ê di salvegera komkujiya Enqereyê de ku beriya 10 salan di bin çavdêriya dewletê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sînemager Mûrat Çîçek hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di salvegera 11’emîn a Komkujiya Pirsûsê li gelek bajaran bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bîranîna komkujiya Pirsûsê: Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê: Ji bo aştiyê divê qenalên diyalogê vekirî bêne hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?