Siyasetmedar Mahmut Alinak der heqê jiyana Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û biraziyê wî Bêkes ên ku di 14’ê Kanûna 2025’an de, di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dabûn pirtûka bi navê “Mehmet Tunç û Bêkes” nivisîbû.
Ji ber pirtûkê der heqê Alinak de bi îdiaya “Heqareta li Serokkomar” hatiye kirin salek û 2 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn û ceza ji aliyê 4’emîn Daîreya Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.
Alinak li malaya xwe ya li Qersê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî eşkerakirina biryarê Alinak birin Girtîgeha Qersê.

