Sêşem, 21 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora girtîgehan a 3 mehan a Herêma Marmarayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Eşmeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    110 madenkar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozev: Tundiya li nava dibistanê bi guhertina sîstema perwerdeyê çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Latîf Fatîh Ferec: Yekîtiya neteweyî xeyal û armanca her Kurdekî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta Mexmûrê de banga ji bo dewleta Tirk: Qanûnên xwe biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Ev 8’ê Adar divê veguhere referandûmê
Jin

PAJK: Ev 8’ê Adar divê veguhere referandûmê

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da û got, “Divê ev 8’ê Adarê bibe 8’ê Adara ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji hêla hemû jinan ve bi awayekî herî bi hêz were qîrkirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona PAJK’ê bi vî rengî ye:

“Berî her tiştî, em 8’ê Adarê ya Rêberê xwe pîroz dikin ku bi îdeolojiya rizgariya jinan re jinên kurd kirin xwedî bîrdozî û zanebûn, bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk jin weke hêza pêşenga ya veguhertîna civakê hêz û rol da jinan. Her wiha em 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê li hemû jinên şoreşger û jinên azadîxwaz, hemû jinên ku di ber têkoşînê de ked didin, rêhevalên û gelê xwe pîroz dikin.

Roja 8’Adarê, roja ku hemû jin di têkoşîna azadiyê de bûne sembol e. Lê di kûrahiya hemû dîrok û deman de bi eksanan nirxên jinan hatiye hûnandin. Têkoşîna jinan û têkoşîna azadiya jinan ya hezar salan, bi nirxên jiyanê yên komînal û weke çanda xwe ya berxwedanê bûne hêza afirandinê ya dîrokê. Em jî di wê îdayê de ne ku ev nirxên ku di vê erdnîgariyê de hatine avakirin, têkoşîna azadî, edalet û wekeheviyê bi paradigmaya azadîxwaziya jinê ji nû ve rojaneyî bikin. Di têkoşîna me ya 50 salî de ev nirx û pîvanên azadiyê ji çiyayan ber bi bajaran bûne nirxên herî bingehîn ên civakê diguherîne û vediguherîne.

Felsefeya JIN JIYAN AZADÎ ku ji çiyayên Kurdistanê ber bi Rojava û belavî hemû Rojhilat bûye îfadeya vê têkoşîn, denehev û hêza rêxistinbûna jinan e. Ev felsefeya azadiyê weke şoreşa jinan di roja me ya îro de benden bûye. Dîsa şoreşa me şoraşa pozîtîf e, şoreşa gulê ye, şoraşa afirandina azadiyê û ya nû ye. Şoreşa ku mafên xwe rêxistin dike, jiyan dike û têkoşîn dike ye. Şoreşa ku zilam diguherîne û qûtbûna radikal a ji sîstema zilamê desthilatdar e.

Bi boneya hemleya “NIHA DEMA JINÊ YE” ku Koordînasyona KJK’ê ragihand tam jî di demek wiha de xwedî wateyek pir girîng e. Xwedî îfadeya afirandina dema jinê ye û veguhertina dîroka serdestiya zilam ya ku jinê tine dihesîbine, hatiye kolekirin, di aliyê fizîkî û ruhî de di komkujiyan re derbas kiriye. Jina ku hêza bingehîn a civakbûn û komînalîteyê ye, bi şiyara “Niha Dema Jinê ye” ji kastîk katilê civakî ku yê tinekar hesap bixwaze. Riya ji rizgirbûna koletiyê, şer, komkûjî û êşa pergala kaptalîst tevahî cîhan û mirovahî xistiye nav bi înşaya jiyanek nû re derbas dibe. Têkoşîna ku bi dehan sala ye me daye meşandin û ezmûnên me yên şênber ev hêz, danehev û îda ava kiriye. Serdema nû ya ku bi banga Aştî û Civaka Demokratî re hat destpêkirin veguherînin dema jinan û li ser bingehê feraseta şoreşa pozîtîf dê avabûna înşayê pêk were.

Salek li ser banga dîrokî ya Rêber Apo ku Rêberê azad ê jinan e derbas bû. Pêdiviyên vê bangê ji aliyê tevgera me ve bi baldarî hatine nirxandin û bicîh anîn. Wekî Tevgara Azadiyê jin, li ser bingehê perpirsyariyên vê pêvajoyê me nêzîkatiyek esas girt. Ji vir û şûn de divê ya ku dikeve ser milê dewletê pêkbîne û ji bo ku Rêber Apo bikare azad bixebite û bijî derfetan ava bike. Azadiya Rêber Apo yê ku muxataba vê pêvajoya û muzekerevanê me yê sereke ye, ji bo me jinên kurd a herî esasî ye. Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e. Heta ku Rêber Apo negihe xwedî derfetên jiyan û xebatên azad, mafê hêviyê nekeve dewreyê, ev pêvajo nikare berdewam bike, pêvajoya nû ya ku eksane siyaseta demokartîk pêk nayê. Vê pêvajoyê encex Rêbertiya me bi rê ve bibe û pratîkî bike. Ji ber vê yekê em dubare diyar dikin ku, divê ev 8’ ê Adarê bibe 8’ê Adara ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji hêla hemû jinan ve bi awayekî herî bi hêz were qîrkirin û referandûmekê.

Bi boneya 8’ê Adarê, em her kesî vedixwînin ku tevlî têkoşîna xweşikkirin, afirandin û azadkirina şoreşa jinan bibin. Îro hewl tê dayîn ku hovîtiya şer li ser tevahiya cîhanê, bi taybetî li ser Rojhilata Navîn ferz bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina aştiyê û avakirina jiyanek azad li dijî pergala serdest a mêran ku di vê serdemê de bûye bela li serê mirovahiyê, li dijî xeta şer, tundûtûjî û mirinê, xwe birêxistin bikin û bibin yek.

Di vê 8’ê Adarê de, em nameya ku Rêbertiya me ji Tevgera me ya Jinê re nivîsandiye û perspektîfên wî yên li ser azadiyê wek diyariyek pêşkêşî hemû jinan dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qibris: Endamtiya NATO’yê bû mijara sereke
Nûçeya Pişt re Rêber Apo ji tevgera jinan re name şand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Minbic û Reqayê banga rawestandina êrîşên dagirkeriyê hate kirin

Şêniyên kantona Minbicê, Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê û Nivîsgeha Zarokan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandara YPJ’ê û şervanê QSD’ê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin

Fermandara YPJ’ê Şîlan Kobanê û şervanê QSD’ê Karker Kobanê li bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî…

Ji aliyê Stêrk TV

WFP: Kêmkirina alikariyên DYE’yê tê wateya mirina bi hezaran kesî

Bernameya Xurekê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) da zanîn ku Washington wê alikariya xwarinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Şêranê meşa ‘Dema azadiya jinan’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Mirina li ser rêya koçberiyê dewam dike: Sala 2025’an nêzî 8 hezar kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Zanîngeha Mûnzûrê ji bo Gulistan Doku meşek girseyî hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?