Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger, Rêxistin û Partiyên Jinan ên li Rojava, bi pêşengiya Kongra Star, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bangek lezgîn li jin, dayik û mirovên azad kir ku derkevin kolanan.
Platformê diyar kir ku qurbaniyên ku jin û şehîdan di salên şoreşê de dane “ne vala bûn, lê ji bo azadî, rûmet û avakirina jiyaneke dadperwer ji bo hemû gelên herêmê bû”, û destnîşan kir ku destkeftiyên YPJ’ê berhema têkoşîneke dirêj û qurbaniyên mezin ji bo parastina civakê û parastina rûmeta mirovan in.
Di bangewaziyê de hate gotin ku girtina berdewam a bi sedan şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê di zindanên hikûmeta demkî de nayê qebûlkirin nemaze ji ber ku van şervanan li dijî terorê şer kir û herêm parastin.
Platformê bang li jin û dayikan kir ku berê xwe bidin meydanên azadiyê û dengê xwe ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinan bilind bikin û daxwaza berdana girtiyan bikin. Platformê bang kir ku jin roja 8`ê Adarê saet 11:00’an li stadyuma şaredariyê ya li Hesekê, stadyuma Heysem Kajo ya li Qamişlo û navenda ciwanan a li Dêrikê kom bibin.

